Kerestecîoglu: Tayînkirina walî ji bo Efrînê li dijî makezagon û hiqûq navneteweyî ye

img

ENQERE – Wekîla Serokên Koma HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglu bertek nîşanî “Kongreya Rizgariya Efrînê” ya li Dîlokê pêk hat û tayînkirina walî ya ji bo Efrînê û got: “Ev hem binpêkirina Destûra Bingehîn e û hem jî binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye.” 

Wekîla Serokên Koma HDP’ê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîlîz Kerestecîoglu li Meclîsê têkildarî mijarên di rojevê de civîn çapemeniyê li dar xist û daxuyanî da. Kerestecîoglu di destpêkê de bal kişand ser gotinên Erdogan ên li dijî Alîkarê Serokwezîr Mehmet Şîmşek û got: “Kî dibe bila bibe, ji bo Erdogan ferq nake. Li ser rûyê dinyayê lîderek wiha ku heqaret li mirovê xwe dike, nehatiye dîtin û rêveberk wiha nîne. Heta roja îro kesek wisa nehatiye ser rêveberiya Tirkiyeyê. Hed û hesabên gotinên Erdogan nemaye.” 
 
‘PLANÊN WAN ÊN MÊTINGERIYA EFRÎNÊ HENE’ 
 
Kerestecîoglu bal kişand ser rewşa Efrînê jî û wiha axivî: “Maliyeta Efrînê tenê ji ser gel çû. Planên wan din ên mêtingeriyê hene. Serşêwirmendê Serokomar İlnur Çevîk radibe dibêje ‘Me li wir 50 şehîd dan. Para mutahîtên tirk li wir ji pastayan bêtir heye.’ Ji berê ve welatên ku diziya welatên cîran dikini dibêjin ‘welatê dagirker.’ Armanca wan jî ew e ku fîrmayên xwe yên înşatê dewlemend bikin. Li Efrînê bi sedan kes mirin. Gelek leşkerên tirkiyeyî mirin û bi sed hezaran kes neçar ma ji malê xwe koçber bibe.” 
 
‘GER HÛN EFRÎNÎ NE, ÇIMA HÛN CIVÎNÊ LI DÎLOKÊ LI DAR DIXIN?’
 
Kerestecîoglu behsa civîna li Dîlokê ya ji bo Efrînê pêk hat jî kir û wiha domand: “Bi navê ‘Kongreya Rizgariya Efrînê’ li Dîlokê civîn li dar dixin. Hemin hûn Efrînî ne, Çima hûn civînê li Efrînê çênakin li Dîlokê çêdikin? Tê gotin ku dê walî tayînî Efrînê bikin. Medya alîgir jî têkildarî vê yekê nûçeyan çêdike. Ev yek hem binpêkirina Destûra Bingehîn û hem jî binpêkirina hiqûqa navnaeteweyî ye.” 
 
‘VEDIGERIN Û JI ÎSRAÎLÊ RE DIBÊJIN DAGIRGER’ 
 
Kerestecîoglu gotinên Erdogan ên li dijî Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu jî nirxand û got: “Niha vedigerin û dibêjin Îsraîl dagirker e. Li gel gotinên tund li dijî Îsraîl bikar tînin jî, lê hevkariya wan bi Îsraîlê re dewam dike. Li aliyekî Îsraîlê dike, ‘terorîst’ li aliyekî jî hevkariyê bi wan re dike. Siyaseta qirêj ev e.” 
 
‘LI AKKUYU FELAKETEKE MÎNA ÇERNOBÎL AMADE DIKIN
 
Kerestecîoglu, bertek nîşanî Santrala Nukleerê ya Akkuyu ya Mêrsînê ku tê payîn sibe bi Serokê Rûsya Putîn re bê avêtin da û wiha rêz kir: “Hema pare ji bo Rûsyayê dirijînin. Sîcîla Rûsyayê di warê santrala nêkleerê de pir xerabe. Li Akkuyu felaketeke mîna ya çernobîl amade dikin. Rûsya ne tenê vê yekê dixwaze. Ji bo vê bazara qirêj ji Rûsyarê S-400 hatin kirîn.”
 
‘DIVÊ ÎSMAÎIL KAHRAMAN ÎSTÎFA BIKIRA
 
Kerestecîoglu, da zanîn ku ji bo şahiyekê şanoyê ya Meclîsê Serokê Meclîsê Îsmaîl Kahraman ne hişt jin derkevin ser dikê û wiha domand: “ Divê Kahraman îstîfa bike. Li ser vê axê di sala 1856’an de cara yekemîn lîstîkavan Fannî (Agavnî Hamoyan) derket ser dike.  Mîna Afîfe Jale, gelek jin bû şopdarê wan. Bûyera dibin banê Meclîsê de jiya, sedama îstîfayê ye. Jin tu carî ji bo dikan terkî hişmendiyek wiha nakin.”
 
‘TEHEMÛLÎ ROJNAMEYA KURD YA BI TENÊ JÎ NEKIRIN
 
Kerestecîoglu, da zanîn ku qeyûm tayînê rojnameya Ozkurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gun kirin û wiha bilê kir: “Xebatkarên çapxaneyê binaçav kirin. Cardin di rojên derbasbûyî de, li Tirkiyeyê tekane rojnameya kurd Welat ku weşanê dike, ji ber gefên desthilatdariyê yên li çapxaneyan xwarin dernek. Ji bo ku ev rojname dernekeve gef li hemû çapxaniyan xwarin. Hewl hat dayîn ku bi fotokopiyê rojname bê çapkirin û di rojên derbas bûyî de jî dawî li çapxaneya kaxizê hat dayîn. We şansê hebûnê neda rojnameya bi zimanê kurd. Em bi desthilatdariyek wiha re rû bi rû ne.”
 
‘ÎHTÎMALA HILBIJARTÊN PÊŞWEXT' 
 
Kerestecîoglu, di dawiya axaftina xwe pirsên rojnamegeran bersiv da û wiha got: “Ji bo hilbijartinek pêşwext nîqaş tên kirin. Îhtîmalek wiha heye. Her tişt ne zelale. Hemû amadekarî bi dawî bûn. Qanûna îttîfaqê derxistin. Ji ber vê yekê îhtimal heye ku hilbijartin zû bên kirin. Berî her tiştî ji bo xurt bûna mûxalefetê tişta ji destê me bê emê bikin. Divê dengderên AKP’ê vê rastiyê baş bibînin. Êdî dema guhertin desthilatdariyê hatiye.”

Sernavên din

03/04/2018
14:59 Traşa pora yek tîpî ferzî girtiyan dikin
14:42 Buldan: Çiller çawa çû Erdogan jî dê wisa bide dû
14:31 1’ê Gulanê dê li Taksîmê pîroz bikin
14:26 Akademîsyenan piştgirî dan xwendekarên Bogazîçî: Em ê tim bêjin aştî
14:25 Cizîriyan rojbûna Ocalan pîroz kir: Muxatab Ocalan e
13:45 Piştî 6 salan doz li 3 wekîlên BDP'ê vekirin
12:48 Vê carê dixwaze Amara bibîn e: Pêşniyarên Ocalan di asta gerdûnî dene
12:47 Heyeta HDP’ê diçe Herêma Federe ya Kurdistanê
12:45 Dayika Polen Unlu yê li Pirsûsê hatibû qetilkirin jiyana xwe ji dest da
12:21 Navenda Tevgera Xwendekarên Demokratîk hate vekirin
12:20 Huseyîn Aykol: Bila girtî name şandinê dewam bikin
12:18 Li Stenbolê girtin û li Wanê binçav kirin
11:51 Li bendê ye xwendekarên Erdogan got “Emê wan nedin xwendin” derxin dozger
11:35 Dadger 3 meh û 22 roj ceza da rojnameger Hasan Cemal
11:33 Şanoya Mencel bernameya meha nîsanê aşkere kir
11:32 Yîgîtalp a HDP’î: Dixwazin Ocalan ji agahiyên cîhanê qût bikin
11:31 Kurt ji Newrozê heta Amarayê rêwîtiya rojê dikin
11:21 Parêzerên Ocalan cara 743’yemîn serlêdan kirin
10:24 Li Wanê zarokê winda bû cenazeyê wî hat dîtin
10:23 Xwişka Ferhat Kurtay: Berxwedana Mazlum, Kemal û Ferhatan li Îmraliyê berdewam dike
10:22 Xwînerên çapemeniya azad ên Şirnexê: Çapemeniya kurd rûyê şerê wan derdixe holê
09:47 Malbata Karaoglan: Qatilên Mahsum hîna jî mirovan qetil dikin
09:47 Nivîskarê Ozgurlukçu Demokrasî: Mafê min ê fikrê ji destê min girtin
09:23 Malbata Ocalan li Amara li benda mêvanan e
09:22 'Azadiya kurdan bi yekîtiya neteweyî pêkan e’
09:20 Bi karkerên taşeronî yên dikin kadro peymana ‘nexwestina tazmînatê’ dan îmzekirin
09:19 Ji ber bi kurdî striyan der barê wan de lêpirsîn hat vekirin
09:19 Qeyûm li hemberî kesên ji kar hatin avêtin li ‘kirasekî hiqûqî’ digere
09:18 Hawirdorparêz li dijî RES’ên li Samandagiyê serî li Şûraya Dewletê dan
09:17 Ji ber nikare heqê ceryanê bide, ditirse mala wê bê heczkirin
09:16 Amarayî: Li vir her kes ji serok hez dike
09:16 Sahafa Duçerxeyî ji bo ‘Pirtûkxaneya Ekolojîk’ pedalan digerîne
09:15 Pîra wê jê re behsa Sûrê dikir, lê dema Sûra kavilkirî dît…
09:01 ROJEVA 3'YÊ NÎSANA 2018'AN
02/04/2018
17:23 Rojnameger Buldan li ser gora xwe hat bibîranîn
17:10 Dema binçavkirina rêveber û xebatkarên rojnameyê hat dirêjkirin
16:36 Gelê Şengalê bi merasîmek heybet HPG û YJA-Star oxir kirin
16:00 Kerestecîoglu: Tayînkirina walî ji bo Efrînê li dijî makezagon û hiqûq navneteweyî ye
15:59 4 kes li Cizîrê hatin binçavkirin
15:29 Walî çalakî li Colemêrgê qedexe kirin
15:03 Bertekên li dijî Akkuyu: Em ê destûr nedin Mêrsîn bibe zibaleya nukleerê
14:53 Ji ber nûçeyan têkildarî Demîrtaş kom kir rastî ceza hat
14:30 'Têkoşîna li dijî tecrîdê dê bidome'
14:29 Rewşa girtiya nexweş Kayra xerab dibe
13:18 Derbarê Can Dundar de biryara ‘bultena sor’ hat dayîn
13:12 100 jinên derketin ser dikê: Em li her derêne, li ser dikêne, oxx
12:31 ‘Lêborîna’ Fîrmaya Yapi&Yapi ji qebhetê wan xerabtir e: Nivîs bo karkerên ji Sûriyeyê bû
11:57 Netanyahu: Erdogan ê li Efrînê sivîl kuştin, nikare dersa exlaqê bide
11:52 Helbestkar Tamer jiyana xwe ji dest da
11:38 Li Îmraliyê pêşketinek nû: TV û radyoya Ocalan jî jê girtin
11:38 KCD’ê Cejna Paskalyayê pîroz kir
11:18 Xwînerên Welat û Demokrasî: Em ê li her platformê wan bişopînin
11:14 Girtî Vural: Di ringê de xwestin min bi destê DAIŞ’iyekê bidin kuştin
10:58 'Heta pêvajoya daraza Akkuyu neqede, nikarin esas danin’
10:30 Ocalan a HDP'î: CPT bû organîsazyona sûc
10:13 Malbatê bi zarokên astengdar re avêtin derve
10:09 Jin reng û zimanê sînemayê diguherîn in
09:36 Koçberek bê wext: Evîn Buldan
09:36 Dîroknas Aytemur: Li şûna înkar dikin bila lêborînê bixwazin
09:35 Dayikên Aştiyê: Ocalan gelek tişt di jiyana me de guherand
09:35 Rojnameger Elçî: Têkçûna tifaqa ‘AKP-MHP-Ergenekon’ bi HDP'ê pêkane
09:34 Hunermend Mizgîn albumek nû derxist
09:33 Meclîsa Jinan a Tirkiye dê li 81 bajaran xwe bi rêxistin bikin
09:32 Sîle li keça xwe xist ji bo salek ceza doz lê hat vekirin
09:32 Doza Manîsayê di 4'ê Nîsanê de ye
09:31 'Bi Nexweşxaneyên Bajar re nexweş mîna muşteriyan tên dîtin'
09:31 Ji bo betalî rabe, divê desthilatdar bê guhertin
09:30 Destpêkê Gutaya Rojhilat, dûrê Îdlîb û Atme
09:00 ROJEVA 02'Ê NÎSANA 2018'AN
01/04/2018
21:34 Li Efrînê mayîn bi leşkeran de teqîya: Leşkerek mir 3 birîndar bûn
21:27 Erdogan bi kamuflajê leşkerî çû ser sînor
21:11 Balafirên şer ên TSK'ê gundê Qeledizê bombe kirin
20:10 Tenduristiya Gûlrûx a 57 rojin di grevê de ye xerab e
16:43 Xirîstiyanan Cejna Çîçek pîroz kirin
16:33 Dînç: Destê hêzên navneteweyî di tecrîdê de heye
15:45 TJA, KCD û DBP dê 3'yê Nîsanê de li Amarayê bin
15:41 Qazî Muhammed li Amedê hat bibîranîn
15:24 ‘AKP dixwaze elewiyên xwe ava bike'
15:06 Li Silopî û Êlihê şahiya 4'ê Nîsanê
14:50 HDP’ê qedexeya kurdî ya li ser karkerên înşaetê bir meclîsê
14:28 Malbat dê li dijî cilên yek tîp bi Wezîrê Dadê re hevdîtin bikin
14:11 Dîplomatên Rûs ên hatin dersînorkirin gihîştin welatê xwe
14:09 Ên di hilbijartana helbestan a Arjen Arî de qezenc kirin, diyar bûn
13:59 Bernameya 4'ê Nîsanê ya Riha û Mêrdîn diyar bû
12:46 Efrînîyan ji Şehbayê bang li cîhanê kirin: Em dê dîsa li Efrînê vegerin
11:53 Çawişê pispor ê li Sêrtê birîndar bû, mir
11:36 Yilmaz Guney: Êş, zext û hêsir ne qedera gelê kurd e, teqez em dê bi ser bikevin
11:28 Du şaxên Malagel û Pirtûkxaneya Ethem Sarisuluk hatin morkirin
10:20 Rojnamegerên siberojê: Îktîdar azadiyê tune dike
10:10 Li ser rêya otobana TEM’ê qeza: 6 polîs birîndar bûn
09:20 'Roja çêbû gumanbar bû'
09:19 Çawa hatin wisa çûn
09:18 Di şer û koçberiyê de îstismar zêde dibe
09:17 Xwînerên Welat ên Wanî: Çi dikin jî dîsa dê rojname bigihîje me
09:16 ‘Hilberandin hesteke zaf xweşik e’
09:15 ‘Tê xwestin Îmrali derî venêhartinê bê hiştin û tewra CPT’yê jî vê yekê pesend dike’
09:14 Di çapemeniyê de serdemek nû: Qeyûm tê tayînkirin û rojname nayên çapkirin
09:13 Prof. Onder: AKP krîza aborî bi krîza siyasî vedişêre
09:12 Ocalan: CPT bixwaze dikare îro deriyê îmraliyê veke
09:10 Aydin Engîn: Em necarin medyaya azad biparêzin