Serokê JMO’yê Onalan: Heke tevdîr bihatina girtin dê ewqas rûxîner nebûya

img
 
ÎZMÎR – Serokê Şaxa JMO’yê ya Îzmîrê Koray Onalan, diyar kir ku ji bo Xeta Fayê ya Anatoliyaya Navîn bi sala ye hişyarî tên kirin û wiha got: “Heke tevdîr bihatina girtin dê ewqas rûxîner nebûya.” 
 
Li Mereşê bi pileyên 7.7 û 7.6 erdhej çêbûn û li 10 bajaran rê li ber rûxandineke mezin vekirin. Bi hezaran welatî di mercên giran ên zivistanê de hêj di bin kavilên avahiyan de ne û hejmara qurbaniyan jî roj bi roj zêdetir dibe. 
 
Serokê Şaxa Odeya Endezyarên Jeolojiyê (JMO) yê Îzmîrê Koray Onalan da zanîn ku erdheja çêbûyî dikariya demek berê bihata texmînkirin û wiha got: “Erdheja ewil a bi pileya 7.8 surprîz nebû. Mixabin Tirkiye mezintirîn karesata sedsalê dijî. Bila kesek nebêje em li benda vê erdhejê nebûn. Bi sala ye zanyar balê dikişînin ser xeta fayê ya Anatoliyaya Rojhilat, odeyên pîşeyî xebatên cidî dikin û hişyarî didan. Li Tirkiyeyê 485 xetên fayê yên çalak hene. Bi sedsala ye li vê derê erdhej çêdibin û piştre jî dê ev çêbibin.” 
 
‘HEKE TEVDÎR BIHATINA GIRTIN DÊ EWQAS RÛXÎNER NEBÛYA’ 
 
Bi domdarî Onalan diyar kir ku rêxistinên pîşeyî û zanyaran gelek caran bandora xesarê ya erdhejê ji rêveberiyên navendî û herêmî re şandine û ev tişt anî ziman: “Heke tevîrên pêwîst bihatina girtin dê ewqas rûxîner nebûya. Ev pêvajoyek bû. Diviya bû piştî sala 1999’an, gelek çavkanî ji bo jinûveavakirina stoka avadaniyan bihatina xerckirin. Lê nehat kirin. Ji sala 1999’an heta 2018’an de gelek rêzikname hatin nûkirin. Zanyaran her tim gotin ku dibe ku di kêliyê de li xetên fayê yên Anatoliyaya Rojhilat, Anatoliyaya Bakur, Marmara û Egeyê erdhej çêbibin. Xwestin ku stoka avahiyan bên nûkirin û qadên jiyanê yên biewle bên avakirin. Me ev yek nekir lewma jî bi encameke wiha re rû bi rû man. Ji sedî 92’yê nifûsa Tirkiyeyê li herêmên erdhejê dijîn. Em neçar in avahiyên saxlêm çêbikin. Rêveberiyên navendî û herêmî neçarin ku deste xwe lez bigirin û qadên biewle û avahiyên saxlem çê bikin. Kesek nikare dê sibe du sibe li Tirkiyeyê çi bibe.” 
 
‘DIVÊ VENIHÊRTIN HEBE’ 
 
Onalan, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê ji hêla teknîkî ve demildest xebatên herêmîkirin û jeoteknîkê bi dawî bibin. Divê qadên biewle bên diyarkirin. Hinek qad hene lê pir kêm in. Li gorî rêziknameya erdhejê ya nû, divê avahiyên nû bên çêkirin. Ya herî girîng jî ew e ku dewlet venihêrînê bike. Lê mixabin pergaleke me ya wisa nîne. Di nava pergala venihêrtina avahiyan de pirsgirêk hene. Weke mînak, erdnas di nav de nînin. Divê erdnas di nav de hebin da ku qadê diyar bikin û venihêrtinê bikin. Heke em wisa bikin belkî nifşên piştre biewle bijîn.”
 
MA / Delal Akyuz 
 

Sernavên din

17/06/2023
11:45 Têkildarî teqîna fabrîkaya roketan 3 kes hatin girtin
11:44 Polîsan bi ser Nûnertiya HDP’a Şîşliyê de girtin
11:23 Denîz Poyraz hate bibîranîn: Heta ku welatekî azad ava bikin wê têkoşîna me bidome
11:05 Zennûre Yuce: Sema ji bo me mîrate hişt, em ê jî xwedî lê derkevin
10:39 Li Elkê 7 kes hatin binçavkirin
09:54 Muslim: Tirkiye ji bo planên xwe cardin dest bi êrişan kir
09:41 Li Îzmîrê jinek hat qetilkirin li Rihayê mirineke biguman
09:41 Jinên mexdûrên erdhejê hêzê didin hev
09:40 Li dijî tecrîda li Îmraliyê dê bibin yek
09:12 Li Girtîgeha Kirikkaleyê li dijî îşkenceyê greva birçîbûnê
09:09 Li Mêrdînê kevirên ne li gor tevna dîrokî tên bikaranîn
09:08 Kursên kurdî yên ARSÎSA'yê dest pê dikin
09:05 Gund bi kamerayan tê şopandin, lê 40 roj in kiryarê Temel nehatine dîtin
09:03 Cezayê bi 'sûcê li ser navê rêxistinê' hat birîn hat xerakirin
09:01 Li navenda sewalvaniyê kes nikare sewalan bikire
09:00 ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
16/06/2023
23:59 Cenazeyê Kaçar piştî 109 rojan radestî malbatê hat kirin
22:58 Çalakiya 'Çîrokên Xorasanê' hat qedexekirin
19:31 Li Kobanê 30 hektar zeviyên genim şewitî
19:27 Li Til Rifetê nexweşxane hat bombekirin
17:34 DBP’ê û HDP’ê serdana malbatên li Bismilê jiyana xwe ji dest dan kirin
15:31 Li ser giliya fermandar derbarê nûçeya me de lêpirsîn hate destpêkirin
15:27 Li Dîlokê jinek hate qetilkirin
14:45 Xwendekarên Bogazîçiyê: Em bêdeng nabin, serî natewînin
14:31 Tekoşîna karkerên înşeatê bi ser ket
14:23 Koçyîgît: Projeya gihandina nifşên oldar û kîndar a AKP’ê di meriyetê de ye
14:21 Ji Platforma Lêkolînên Koçberiyê rapora erdhejê: Divê li dijî erdhejê tevdîr bên girtin
13:51 Li Wanê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
13:06 Malbata Ocalan û girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li serdozgeriyê dan
12:42 Emîne Şenyaşar: Ez ji bo her kesî edaletê dixwazim
12:42 Denîz Poyraz dê li Îzmîrê bê bibîranîn
12:24 TJK-F banga beşdariya Festîvala Jinên Kurd kir
11:53 Di bûyera kuştinê ya Colemêrgê de ‘îstîxbaratvan’ kî ne?
11:42 DFG û MKPG: Çapemeniya Azad wê ji desthilatan re serî netewîne
11:23 Balafirên dewleta tirk gundekî Amêdiyê bombebaran kirin
11:18 Li Yewnanistanê 9 bazirganên mirovan hatin binçavkirin
10:10 Parêzer Suleyman Şahîn hate berdan
09:02 Rêveber û mamosteyê MED-DER'ê: Deriyê me ji bo her kesî vekirî ye
09:01 Dayika Denîz Poyrazê: 2 sal derbas bûn, hê jî edalet pêk nehatiye
09:00 Krîza aborî giran dibe: Em her roj bi zemên nû hişyar dibin
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
08:45 Kesên li Bismilê jiyana xwe ji dest dayîn hatin definkirin
07:55 Hevserokê HDP’ê yê Dêrsimê yê berê hate binçavkirin
15/06/2023
23:11 Ji QSD'ê têkildarî êrişên Tirkiyeyê daxuyanî
20:55 Cîgirê midûr ê dest avêt xwendekaran car din nehat girtin
20:46 Rojnameger Alagaş ji girtîgehê derket
19:19 Danişîna doza Balûken hat taloqkirin
19:14 Li Şirnexê 6 kes hatin girtin
16:27 Li Mûşê dema daxuyaniyê de 4 kes hatin binçavkirin
16:06 Çalakiyên ‘Hefteya Koçê’ dest pê dikin
16:01 Partiya Çepên Kesk mirina bi guman zarokê 12 salî birin rojeva Meclisê
15:59 DÎSK derket qadan: Li ser Şopa Hezîranê xelasî di destên me de ye
15:56 Polîsê rojnameger derb kirî tev li danişînê nebû
15:56 Dayika Şemiyê Asiye Aydemîr wefat kir
15:49 Doza Dîlan Kortak: Polîsên bersûc ji bo ‘bitirsînin’ 25 gule berdane Dîlanê!
15:26 ‘Sedema qetilkirina Dr. Bagçe polîtîkayên dijminatiya jinan e’
15:05 Rojnamevan Alagaş hat tehliyekirin
15:01 Di şerê li Bismilê de hejmara miriyan derket 9’an
14:49 Malbata Şenyaşar: Em her roj gaveke din nêzî edaletê dibin
14:33 Siyasetmedar Şîrîn Tunç hat beraetkirin
14:25 Cenazeyê Ozdemîr li Milazgirê hate veşartin
14:13 Li Hezexê cenazeyên 2 ciwanên winda hatin dîtin
13:56 Karkarên înşeatê dîsa hatin binçavkirin
13:54 Dag û Er 29 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne
13:53 HDP û Partiya Çepên Kesk dê civînên gel dar bixin
13:43 Li Girtîgeha Kirikkaleyê li dijî binpêkirinan greva birçîbûnê hate destpêkirin
13:41 Li Colemêrgê operasyona bertîlê: 7 jê polîs 31 kes hatin binçavkirin
13:08 Serpel bi qezaya trafîkê leşkerekî kuşt
12:21 Ayşe Gokkan giliyê fermandarê Ahrar Şarkiyeyê kir
11:59 Li Yewnanistanê keştiya penaberan noqî avê bû: Bi sedan kes winda ne
11:34 Ji şanoya kurdî re eywaneke hêja: Yenî Sahne
11:16 Li Bismilê malbat bi şer ketin: 8 kes kuştî û 3 birîndar hene
11:05 Li Rihayê mirina zarokekî ya biguman: Bi darê zorê şandin medreseyê
10:58 Şaredarê AKP’yî nahêle ku cotkar zadê xwe biçînin
10:37 Leşker û gardiyanan malzemeyên girtiyan şikandin
10:33 Biryara di doza Denîz Poyraz de ji hêla usûlê ve hate betalkirin
10:26 Hevalê wî yê biçûkatiyê qal kir: Huseyîn hîç bi paşve gav neavêt
10:21 Girtiyên li Girtîgeha Tîpa S’yê: Kamereyan digirin û li me dixin
10:15 Li Şirnexê 11 herêm weke ‘herêmên ewlehiyê’ hatin ragihandin
09:55 Kaya yê biryara beraeta wî hate pejirandin: Ji bo îadekirina peywîrê tu astengî neman
09:03 Qezenca ajokaran ji bo sotemeniyê diçe
09:03 Doza tazmînatê li malbata endamê HPG'ê ku jiyana xwe ji dest da dikin
09:02 Mehmet Ocalan: Domandina tecrîdê sûcê me hemûyan e
09:02 Berê ji mirovan xalî nedibû, niha ji ber krîza aborî vala ye
09:02 'Ji hilbijartinan jî xuya ye ku dê siyaseta qirkirinê ya li dijî kurdan bidomê'
09:00 ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2023'YAN
14/06/2023
22:57 Rojnamevan Tûray ku ji girtîgehê derket, li Amedê hat pêşwazîkirin
21:49 Ji Tifaqa Ked û Azadiyê peyama têkoşîna hevpar
21:30 Li Rihayê mirineke biguman
21:01 Ji bo zarokan şahiya bafirokan
19:40 Cezayê girtîgehê yê li Yuksekdagê hatibû birîn hat pesendkirin
19:33 Komxebata Libnanê: Çareseriya krîzê di pêşniyazên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de ye
18:08 Gundekî li ser rêya Qamişlo-Tirbespiyê hat bombebarankirin: 4 kes birîndar bûn
16:36 Parêzer Suleyman Şahîn hate binçavkirin
16:11 Karkerên înşaetê yên li ber xwe didan hatin binçavkirin
15:10 Li Tekîrdagê 5 kes hatin binçavkirin
15:10 Ji xebatkarên tenduristiyê li pêşiya nexweşxaneyê protestoya mobbîngê
14:54 DFG û MKGP dê ji bo 16 rojnamegerên girtî daxuyaniyê bidin
14:35 Ji bo parastina polîsê Mîraç Mîroglû qetil kirî dem hate dayîn
13:58 Di doza rojnameger Parlak de cara duyemîn biryara redkirina dozê hate dayîn