ÎSPARTA - Girtiyê Girtîgeha Tîpa E ya Îspartayê Cengiz Akkaya, ji ber li girtîgehê nûçeyên der barê Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattin Demirtaş de nûçeyên rojnameyan kom kir, rastî 11 roj cezayê hucreyê hat.
Personelên Girtîgeha Tîpa E ya Îspartayê di 9'ê Adarê de li kawîşa C8'an lêgerîn kir û ji ber di lêgerînê de girtî Cengiz Akkaya li odeya xwe der barê Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattin Demirtaş de nûçeyên rojnameyan kom kir, rastî 11 roj cezayê hucreyê hat. Rayedaran ji ber kupura rojnameyê ya nûçeya Demîrtaş a gotibû “Li şûna em cilên yek tîp li xwe bikin em dê kefen li xwe bikin" cezayê dîsîplînê birîn. Serokatiya Lijneya Dîsîplînê ya Girtîgeha Girtî piştî lêpirsîn da destpêkirin der barê Akkaya de bi sedema nivîsê ceza birîn. Personelan li Demirtaş û malbata Akkaya neheqî kirin.
Akkaya, bi rêya malbatê diyar kir ku 3 roj piştî bûyerê daxwaznameya gilî daye midûrê girtîgehê wiha got: "Kupura rojnameyekê bi tu awayî ne qedexe ye. Qedexe be jî personelê dewletê ji ber vê yekê nikare heqaretê li me bike. Ev kirinên wan li gorî mafê mirovan û zagonan sûc e. Ev vê lêpirsînê û vî sûcî qebûl nakim. Rayedarên girtîgehê li gorî xala 52757an ya tedbîrên ewlehî û ceza ya Girtîgehê 11 roj cezayê hucreyê birîn.
Parêzerên Akkaya, diyar kirin ku dê ceza îtîraz bikin.