AMED/ ŞIRNEX - TJA, bi boneya 4'ê Nîsanê Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li avahiya HDP'ê ya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Sîbel Yigitalp, beşdarî çalakiyê bû û diyar kir ku jin dê li dijî tecrîdê têkoşîna xwe berdewam bikin. Li Hezexê jî 4'ê Nîsanê hat pîrozkirin.
Tevgera Jinên Azad (TJA) li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (HDP) ya Amedê bi minasebeta 4'ê Nîsanê 69'emîn salvegera Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyanî da çapemeniyê. Di daşuyaniyê de Parlamentera HDP'ê ya Amedê Sibel Yigitalp, endam û rêveberên HDP, DBP, TJA û Dayikên Aştiyê Amade bûn. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Sîbel Yigitalp, diyar kir ku jin dê li dijî tecrîdê têkoşîna xwe berdewam bikin. Li Hezexê jî 4'ê Nîsanê hat pîrozkirin. Yîgîtalp, diyar kir ku dema bi Ocalan re hevdîtin dihat kirin tu şer û pevçûn tune bû û wiha got: “Piştî desthilatdariya AKP'ê dît ku pêvajoya çareserî û aştiyê desthilatdariya wê xera dike, mase rakir û pêvajo ji nûve da destpêkirin. Şerekî pir mezin hat destpêkirin."
RADYO Û TV JI DESTÊ OCALAN GIRTIN
Yigîtalp bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û wiha got: "Tecrîda li ser Ocalan giran kirin. Îro radyo û TV'ya li odeya Ocalan jî jê girtin. Bi parêzer û malbatan re tu hevditin nayê kirin. Rapora ku CPT amade kiriye 2 sal şûnde bi raya giştî re tê parveirin. Em jin dê li dijî şer û tecrîdê tekoşîna xwe berdewam bikin. Em dê bernameyên 4'ê Nîsanê pêk bînin. Em bang li her kesî dikin ku tev li şahiyên me bibin. Piştî axaftinan tayikan tilîlî û dirûşmeya "Bijî Serok Apo" berz kirin.
LI HEZEXÊ BI COŞ 4'Ê NÎSANÊ PÎROZ KIRIN
Li navçeya Hezexê ya Şirnexê jî bi awayekî coş 4'ê Nîsanê Roja Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kirin. Pîrozbahi li avahiya HDP'ê ya Hezexê pêk hat. Welatiyên li avahiya HDP'ê ya Hezexê kom bûn, 4'ê Nîsanê Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kirin. Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Birlik, endam û rêveberên HDP û DBP'ê yên Hezexê û Dayikên Aştiyê amade bûn.
OCALAN MAMOSTEYÊ AŞTIYÊ YE
Bernameyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Endamê Meclisa HDP'ê Resul Sadak, diyar kir ku Ocalan nav û nasnameya gelê kurd li cîhanê parve kirin û wiha got: "Ocalan anî ziman ku Ocalan mamosteyê kurdan e û bêyî Ocalan çareserî ne pêkan e. "
Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Leyla Birlik jî anî ziman ku gelê kurd bi Ocalan ji nûve jiyan nas kirin û wiha got: "CPT rapora Îmraliyê 2 sal şûnde aşkere kir. Em wekî gelê Botonê bang li CPT dikin ku erk û peywira xwe pêk bîne. Em dibêjin karê CPT ne ewe ku ser qirêjiyên Tirkiye bincil bike. Piştî pastayê li ser "Rojbûna te pîroz be ey Serok" belav kirin.