STENBOL - Hevalên Zeynep Kayra ya bi naxweşîna penceşêra Tîroîdê xûya nebaş, banga hestiyariyê li raya giştî kirin û gotin: “Di şert û mercên girtîgehê de her ku diçe rewşa Kayra xerabtir dibe û jiyana wê di rîskê deye.”
Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa L a Bakirkoyê, bi navbeynkariya malbatên xwe di daxuyaniya dan de, ji bo hevala xwe Zeynep Kayra a bi nexweşîna pençeşêra Tîroîdê ku rewşa wê xerab dibe bang hestiyariyê li raya giştî kirin.
Girtiyan, diyar kirin ku Zeynep Kayran di 28’ê Îlona 2017’an de hat girtin û ev agahî dan: “Pirsgirêkên tenduristiya Kayra giranin. Ligel vê yekê jî hîna bê hincet di girtîgehê de tê girtin. Nexweşîna wê ya penceşêra tîroîd a xûya ne baş heye. Di sala 2016’an de carekê hat emeliyatkirin û derman kirin. Gava dermankirina wê didomiya hat girtin. Ji ber ku di girtîgehê de şert û mercên derman kirinê tuneye, her roja derbas dibe rewaş wê xerabtir dibe û jiyana wê dikeve rîskê.”
BANGA HESTIYARIYÊ LI RAYA GIŞTÎ KIRIN
Girtiyên jin, dan zanîn ku rayedarên girtîgehê Kayra dibin revîrê, lê tenê dermanên êş birinê didin wê û wiha bidawî kirin: “Ji ber ku nexweşxane kelepçeyê venake Kayra nayê derman kirin. Zeynep Kayra ji hevjînê xwe cûda bûye û dayîka 4 zarokane. Niha zarokên wê bi tena serê xwe di malê de dimînin. Ev rewş jî li ser wê stres çêdike û moralê wê xerab dike. Ev rewş dibe sedem ku nexweşiya wê pêş de biçe. Ji bo Kayra bê derman kirin divê bê berdan. Di vê çarçoveyê de em bang li raya giştî dikin ku bi hestiyar tevbigerin.”