Gelê Amedê bi xwe birînên xwe dipêçe

img
AMED - Li Amedê ku bandoreke giran ê erdhejê lê bû, hejmara miriyan derket 92’yan û ya birîndaran jî bû 874. Xizmetên bingehîn ên hewandin û xurekan ji hêla dewletê ve nayên dayîn û xelkê bajar bi derfetên xwe û bi saya rêxistinên civaka sivîl birînên xwe dipêçe. 
 
Li navçeya Bazarcix a Mereşê bi pileya 7,7’an û li Dîlokê jî bi pileya 7,6 erdhej çêbûn. Erdhejan, bandoreke giran li ser Amedê jî kir. Di encama erdhejan de li Amedê hejmara kesên jiyana xwe ji des dane bû 92 û ya birîndaran jî derket 874’an. Li seranserî bajar 23 avahî hilweşiyan û hejmara kesên di bin xerabeyên avahiyan de nayê zanîn. Xelkê bajar terkî qedera xwe hate kirin û gel bi derfetên xwe û bi rêya piştevaniyê pêdiviyên xwe pêşwazî dike. Xizmetên bingehîn ên hewandin û xurekan ji hêla dewletê ve nayên kirin û gel û rêxistinên civaka sivîl bi rêya piştevaniyê birînên xwe dipêçin. 
 
CIWAN SEFERBER BÛN
 
Bi taybet jî ciwanên bajar seferber bûne. Koma Barîkatê ya Amedsporê, Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê û Maseya Krîzê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hewl dide pirsgirêkên gel çareser bikin. Torên piştevaniyê ji hêlekê ve hewl didin ji bo mexdûrên erdhejê cihên hewînê peyda bikin û li hêla din jî hewl didin pêdiviyên weke şorbe, nan, av, xurek û hwd. pêşwazî bikin. 
 
’10 KOM LI QADÊ NE’
 
Kesên ku li Navenda Koordînasyona Erdhejê ya ku ji hêla Koma Barîkatê ya Amedsporê ve hatiye avakirin de bi dilxwazî dixebitin ji bo ajansa me wiha gotin: “Ji kêliyên ewil ên erdhejê re me navenda koordînasyonê ava kir. Febrîqeya tekstîlê ya SCM ku li Tekstîl Kentê ye, me weke navenda koordînasyonê diyar kir. Di roja ewil de me alîkarî da 5 hezar kesan û ji bo 2 hezar kesan betanî peyda kirin. Îro anku di roja duyemîn de jî em li qadê ne. Em weke 10 koman hewl didin xwe bigihînin her devera bajar. Armanca me ya îro ew e ku xwe bigihînin 10 hezar mexdûrên erdhejê û alîkariya xurek û cilûbergan bidin wan. Weke ciwanên Amedê em hewl didin birînên xwe, xwe bi xwe derman bikin. Em bi azweriyeke mezin dixebitin û vê alîkariyê bi îradeya xwe û piştevaniya karmendan dikin.” 
 
‘BI DERFETÊN XWE AVA KIR’ 
 
Serokê Şaxa Odeya Endezyarên Zîraetê (ZMO) ku yek ji pêkhateyên Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ye Abdulsamet Ucaman jî da zanîn ku ji kêliyên destpêkê ve maseya krîzê ava kirin û wiha got: “Me tavilê dest bi xebatan kir. Me ji kêliyên destpêkê ve li gel gelek sazî û dezgehên bajar re xwe organîze kir. Nêzî 180 adên kombûnê hatin avakirin. Her wiha cihên ku gel bikare bi şev lê bimînin hatin nirxandin. Li van qadan em taştê û şîvê didin. Tevahiya van qadan bi derfetên gel hatin avakirin.” 
 
‘EM KESÊN XWE DIGIHÎNIN ME ARASTE DIKIN’ 
 
Ucaman, got ku ew kesên xwe digihînin wan arasteyî qadên kombûnê dikin û ev tişt anî ziman: “Piştre jî em pêdiviyên wan ên xurek û pêdiviyên din pêşwazî dikin. Jixwe pir eşkere ye ku hejmara komên xebatên lêgerîn-rizgarkirinê pir kêm e. Me hewl da ekîpment û wesayîtên kar jî bişînin deverên hilweşiyayîn.” 
 
‘BILA BI AVAHIYÊN ME YÊN BAJAR Û NAVENDAN RE PEYWENDIYAN DEYNIN’ 
 
Rêxistina HDP’ê ya Amedê jî ji kêliyên destpêkê yên erdhejê ve maseya krîzê ava kir û li qadê alîkariyê dide gel. Maseya krîzê têkildarî rewşa heyî ev agahî bi ajansa me re parve kir: “Demekî kin piştî avakirina maseya krîzê, me hejmarên xwe yên ragihandinê parve kirin. Telefonên me qet bêdeng nebûn. Hem li herêmên erdhejê û hem jî welatiyan gelek zêde telefon kirin. Gelemperî jî digotin ku alîkarî pir kêm tê kirin an jî qet nayê kirin. Bi sedan kesan ji bo xwarin, av, betaniye û cil û bergan telefon kirin. Me jî hewl da di çarçoveya derfetên xwe de jê re bibin alîkar. Me torek ava kiriye ku bi taybet jî di mijara xwarinê de bi rêk û pêk dixebitin. Xelkê Amedê xwe bi xwe, bi îradeya xwe xwe li ser pêyan digire. Her kesê ku dixwaze alîkariyê bike û yên pêdiviya wan bi alîkariyê heye em arasteyî avahiyên me yên bajar û navçeyan ên herî nêz.” 
 

Sernavên din

09/02/2023
10:09 4 roj in xwe bi xwe birînên xwe dipêçin û cenazeyan derdixin!
09:58 WHO’yê ji bo erdhejê alîkarî da Tirkiye û Sûriyeyê
09:56 TIR'ên alîkariyê yên Êlih'ê bi rê ketin
09:46 Karayê li Meletiyê ji erdhejê rizgar bû: Du rojan tî û birçî man
09:46 Têkildarî serî rakirina li Girtîgeha Hatayê daxuyanî hate dayîn
09:35 Rêveberiya PADÊ: Tenê Rêveberiya Xweser dikare Şengalê biparêze
09:27 Ji dayikên Botanê ji bo mexdûrên erdhejê kampanyaya 'ji her malê teştek nan'
09:04 Hejmara miriyan derket 12 hezar û 873’an
09:00 ROJEVA 9'Ê SIBATÊ 2023'YAN
08:54 Roja çaremîn a erdhejê: Di seqemê de bi hezaran kes li benda rizgarkirinê ne BLOGA ZINDÎ
01:18 EMEP li Meletiyê ye: Divê gel piştevaniyê bike
01:06 Ciwanê ku bo mexdûrên erdhejê alîkarî dibir di qezayê de mir
00:55 Bi rojan piştre ji bin kavilan hatin rizgarkirin
00:33 Federasyona Mafên Mirovan a Sûriyeyê: Bi lezgînî alîkariyê bidin Sûriyeyê
00:18 Hikûmeta Herêma Kurdistanê kampanyaya alîkariyê da destpêkirin
08/02/2023
23:56 Li Rihayê hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dan gihişt 127 kesan
23:38 Piştî 3 rojan kavil derketin holê: Alîkarî bêyî walîtiyê qedexe ne!
23:16 Nûçegihanê me Mehmet Guleş hat binçavkirin
22:48 Li Girtîgeha Hatayê girtiyan serî rakir: 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
22:37 Parêzer Hesen xeleta xwe diyarî Abdullah Ocalan kir
22:05 Xizmên mexdûrên erdhejê dê karibin li ser e-Nabız’ê agahiyan wergirin
22:03 Pirsa ‘Hûn çima hatine vê derê?’ ji rojnamegeran kirin
21:54 Li Nûrdaxiyê ku trafîk xetimî ambulans nikarin tevbigerin
21:54 Bertekên li dijî tengkirina banda medyaya civakî: Sansûr e
21:10 Ji bin kavilê Hotêla Avşarê 6 kes hatin derxistin: Me deng da AKP’ê lê niha li ku ne?
21:07 Ji Amedê ji bo Semsûr û Bazarcixê alîkarî
20:59 NetBlock: Twîtter li Tirkiyeyê hate bisînorkirin
20:58 Şaredariya Silopiyayê aşxaneyek ji Bazarcixê re şand
20:46 Di çalakiya li ber NY’yê de, banga ji bo piştevaniya bi mexdûrên erdhejê re
20:45 2 jinên ku sê roj in di bin kavilan de hatin rizgarkirin
20:30 Hejmara qurbaniyên erdhejê bû 9 hezar û 57 kes
19:40 HDP’a Amedê bi hemû kadroyên xwe ve li cem mexdûrên erdhejê ye
19:10 Du kesên din ji Apartmana Akarê bi saxî hatin derxistin
17:45 Wezîrê Veguhestinê piştî bertekên gel ji herêmê reviya
17:43 3 qurbaniyên erdhejê li Geverê hatin veşartin
17:42 Ji belavkirina alîkariyê re şertê ‘kontrola polîsan’
17:41 Li Semsûrê piştî israra welatiyan 5 kes bi saxî ji bin kavilan hatin derxistin
17:38 ÎKK a TMMOB’a Amedê bangî hempîşeyên xwe kir
17:34 Derz li dîwarên Girtîgeha Kurkçulerê ketin
17:20 Bertek nîşanî astengkirina rojnamevanên li herêma erdhejê dan
17:19 Xizmê mexdûrên erdhejê: Tîm bi têrî nakin, çapemeniya îktîdarê derewan dike
17:19 Rojnamevanên ku dîmenên xerbeyan kişandin hatin binçavkirin
17:09 Li Mereşê 4 xizmên wî di bin kavilan de ne: Welatê min li her derê ye lê li vir xuya nake
17:07 Sancar: Pergala rant û nelirêtiyê bi ser mirovên me de hilweşiyaye
16:56 Cenazeyên ku nasnameya wan di 24 saetan de nehatin tespîtkirin dê bên definkirin
16:48 Di erdhejê de 10 bijîşkan jiyana xwe ji dest dan
16:48 Amedspor ji 3 hezar mexdûrên erdhejê re 24 saetan xizmetê dide
16:39 Cenazeyên 10 kesên ji heman malbatê li Wanê hatin definkirin
16:32 Xelkê herêma Serhedê ji bo piştevaniya bi herêmên erdhejê re seferber bû
16:22 Bozdag li ber Navenda Kar a Galerîayê bû: Hêdîbûn rêbazeke teknîkî ye!
15:32 ‘Bila Ocalan û her sê girtî ji ber erdhejê bi malbatên xwe re hevdîtin bikin’
15:30 Erdogan ku çû cihê erdhejê: Em ê 10 hezar TL belav bikin
15:09 Tifaqa Ked û Azadiyê: Divê ne OHAL lê seferberiya civakî bihata ragihandin
15:01 Li Semsûrê cenaze û birîndar li korîdorên nexweşxaneyê tên sekinandin
15:00 Erdogan: Di erdhejê de 8 hezar û 574 kes jiyana xwe ji dest dane
14:56 800 xebatkarên tenduristiyê ji bo biçin herêmên erdhejê serî li ÎTO’yê dan
14:55 Cenaze tên veşartin, lê haya dewletê jê tune ye
14:34 Sancar çû serdana birîndaran: Rewşeke gelek xeternak heye
14:16 Girtîgeha Mereşê hate valakirin
14:05 Biryara Rewşa Awarte berpêşî meclîsê hat kirin
14:05 Ji Şirnexê ji bo Semsûrê alîkarî
14:04 Rewşa dawî ya Mereş, Semsûr, Meletî û Dîlokê
13:57 Bacên erdhejê bi çeteya 5 kesan dan xwarin
13:56 Pisporê erdhejê Karabûlût: Berpirsyarê vê komkujiyê desthilat e
13:56 3 neviyên wî jiyana xwe ji dest dan: Me bi xwe cenaze derxistin
13:30 Li Amedê hejmara kesên di bin kavilan de mane nayê zanîn
13:19 Medyaya hawîz jî nekarî AKP’ê ji bin kavilan rizgar bike!
13:16 Platforma Piştevaniyê ya Amedê ji bo Semsûr û Mereşê seferberî da destpêkirin
12:49 'Em kavilan bi destê xwe dikolin û alîkariyê dixwazin lê dibêjin bisekinin’
12:40 Li navçeyên Hatayê cenaze li kuçeyê ne
12:39 Hejmara miriyan derket 7 hezar û 108’an
12:30 Alîkarî digihîje Semsûrê
12:21 Platforma Mafê Hewayê Paqij ji bo ‘karesata duyemîn a erdhejê’ hişyarî da
12:07 Li Sûriyeyê 2 hezar û 500’an zêdetir kes mirine
12:07 WHO’yê ji ber erdhejê ‘Rewşa Lezgîn a Asta 3’yemîn’ ragihand
12:06 Li Islahiyeyê tîmên rizgarkirinê kêm in, welatî li ber kavilan sekinandî ne
12:01 Wezaretê wargeha ku zerar dîtî weke ‘Tesîsên di xizmeta gel de’ nîşan daye
11:56 Welatiya ji Elbistanê xwe gihandî MA’yê: Tevahiya bajar hilweşiya, alîkarî di roja sêyan de hat
11:44 Bacên erdhejê yên gel ku ve çûn?
11:31 AFAD: Hejmara miriyan gihîşt 6 hezar û 957'an
11:22 Li Bazarcixê dem dema piştevaniyê
11:14 Li Semsûrê mexdûrên erdhejê meşiyan û walî protesto kirin
11:14 Serokê JMO’yê Onalan: Heke tevdîr bihatina girtin dê ewqas rûxîner nebûya
11:02 Ji bin kavilan peyama 'em sax in' hat şandin, lê tîmên rizgarkirinê tune ne!
10:42 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 6 hezar û 234 kesan
10:40 Ji DYA'yê tîmeke 161 kesî diçe herêma erdhejê
10:35 HDP’ê ji bo herêma erdhejê 30 TIR’ên alîkariya xurek şand
10:31 Islahiye ku nîviyê wê hilweşiyaye: Nan û av bi dest me nakeve!
10:12 Alîkariyên HDP’ê gihiştin Meletiyê
10:10 Li Rihayê mexdûrên erdhejê: Alîkarî nayê kirin, berpirs kî ne?
10:09 Li bendê ne ku xizmên wan ji bin kavilan bên derxistin: Kevir li ser kevirê nemaye
10:06 Mexdûra erdhejê yê Bazarcixî: Gelo dê ro kengî derkeve?
10:05 Li Botanê seferberiya alîkariyê
09:07 Roja sêyemîn a erdhejê: Hejmara miriyan zêde dibe
09:00 ROJEVA 8'Ê SIBATA 2023'YAN
08:52 Li Rihayê hejmara qurbaniyan derket 95’an
02:23 Piştî saetan ji bin kavilan hatin derxistin
01:38 Biryara OHAL’ê di Rojnameya Fermî de hate weşandin
01:29 Li Balafirgeha Edeneyê îzdîham çêbû
01:19 51 birîndar sewqî Stenbolê hatin kirin