AMED – Kongreya Civaka Demokratîk Cejna Paskalyayê pîroz kir.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi wesîleya pîrozbahiya Cejna Paskalyayê peyamek weşand û cejna Paskalyayê pîroz kir. Peyama KCD’ê wiha ye: “Erdnîgariya qedîm a Mezopotamyayê ku bi hezaran salan e ji ol, bawerî û çandên cuda re dergûşî kiriye û bûye welatên hezkirin û biratiya gelan. Azadkirina xaka Mezopotamyayê wê bibe temînata hemû gel, bawerî û çand bi biratî û bi hev re bijîn.
Îro Cejna Paskalyayê ku alema Xiristiyan bi coşeke mezin pîroz dike. Bi baweriya ku ev cejna wê biratî û wekheviya gelan xurtir bike, em Cejna Pascalyayê di serî de li hemû xiristiyanan, bi taybetî jî li gelê me yê suryanî bi dil û can pîroz dikin.”