DÎLOK – Xwînerên rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Welat wiha gotin: “Li gel tayînkirina qeyûm jî dê hevalên me yên rojnameger rastiyê ji me re ragihînin. Ne girîng e ew li ku weşanê dikin, em ê li her platformê wan bişopînin.”
Bi destê TMSF’ê qeyûm tayînî rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gun hat kirin. Piştî çapxane hat desteserkirin, rojnameya Welat jî ku bi kurdî weşanê dike ji ber çapxaneyê nedît, dawî li çapa kaxizê anî. Xwînerên rojnameyan ên li Dîlokê bertek nîşanî zextên li ser rojnameyan dan.
‘WELAT Û DEMOKRASÎ RASTIYÊ VEDIGOT IN’
Xwînerê Welat û Ozgurlukçu Demokrasî Alî Akal diyar kir ku li welatek ku bêhiqûqî û şer lê heye tayînkirina qeyûman a ser rojnameyê wam matmayî nekiriye û got: “Xebatkarên rojnameyan bi berxwedanek mezin rastiyê radigihînin. Her du rojnameyan jî heqîqetê ji gel re radigihand. Li vî welatî medya îktîdarê her tiştî xweşî nîşan dide. Ji berk u Welat û Demokrasî ne wek medya desthilatdariyê bû, hatin girtin. Wan rastiya jiyanê vedigot. Ji ber rastiyê vedigot qeyûm tayîn kirin. Ev zext ne cara ewil e. Rojname bi bombebarankirinê ranewestiye, dê bi qeyûman rawestînin.”
‘DÊ DÎSA RAGIHÎNIN’
Xwînerê rojnameya Welat Muslum Çulcu jî anî ziman ku ji ber desthilatdarî ji rastiyê ditirse qeyûm tayînî çapxane û rojnameyê kir û dê Welat û Ozgurlukçu Demokrasî dev ji rastiyê bernede. Çulcu diyar kir ku rojnameyan gelek astengî û demên dijwar derbas kirine dê tengasiya qeyûm jî terbas bikin û got: “Tayînkirina qeyûm qirkirina li ser çapemeniya kurd e. Çapemeniya azad bi qeyûman nikarin biçewisînin. Li gel tayînkirina qeyûm jî dê hevalên me yên rojnameger rastiyê ji me re ragihînin. Ne girîng e ew li ku weşanê dikin, em ê li her platformê wan bişopînin. Nikarin dest deynîn ser vîna rojnamegerên azad. Li gel hemû pêknîna û zextan jî dê dewam bikin.”
‘DEMA MIROV DIBÊJÊ ROJNAME, DEMOKRASÎ TÊ BÎRA MIROV’
Xwînerê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Mehmet Turkmenoglu jî wiha got: “Demokrasî dengê her civakê bû. Lê desthilatdariyê tehamûlî dengên cuda û rastiyê nekir. Her deverî dikin yek û yek deng. Nûçeyên me ku tenê em pê bawer bûn di Ozgurlukçu Demokrasî de dihatin weşandin. Dema mirov dibêje rojname, tenê Ozgurlukçu Demokrasî tê bîra mirov. Ez bang li xebatkarên Demokrasiyê dikim; bila riyekê bibînin û rojnameyê bigîhinin destê me.”