EDENE- Mehmet Emîn Vural ê di Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulera Edeneyê de, diyar kir ku di dema sewqa nexweşxaneyê hat kirin, gardiyan di ringê de gef li wî xwarin û xwestin bi destê DAIŞ’iyekê wî bidin kuştin.
Girtiyê bi navê Mehmet Emîn Vural ê di Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulera Edeneyê de, bi navbeynkariya malbata xwe bûyerên hatin serê wî ragihand û wiha got: “Di 28’ê Adarê de ez sewqî nexweşxaneyê kirim. Li gel min, yek DAIŞ û du jê girtiyên edlî li wesayîta ringê siwar kirin. Di ringê de rastî êrîşê hatim û ji mirinê filitîm. Di ringê de dest û piyên min kelepçe kirin. Gardiyenan gava DAIŞ’iyek anîn li kêleka min siwar kirin, jêre gotin ‘hedef eve.’ Kelepçeya wî ji destên wî kiribûn. Gava em di rê de diçûn, wî DAIŞ’iyî êrîşê min kir û xwest stûyê min bişkîne. Lê her du girtiyên edlî yên gel me, destûr nedan vê yekê. Gava em gehiştin nexweşxanê, gardiyenan ji DAIŞ’î re gotin ‘ka te karê wî neqedant?’ Wî jî got ‘Na min neqedant.’ Di girtîgeha Înkenderûnê de jî du caran xwestin min înfaz bikin. Jiyana min di xeteriyê deye. Ez banga hestiyariyê li raya giştî dikim.”
Derbarê mijarê de em li girtîgehê geriyan, lê bersiva telefona me nedan.