MÊRSÎN - Sibe esasê projeya Santrala Hêza Nukleerê ya Akkuyu tê danîn. Hawirparêzin bajêr bertek nîşanî vê yekê dan û gotin: “Heya pêvajoya darazê bi dawî nebe, divê dest bi projeyê nekin.”
Li navçeya Gulnar a Mêrsînê, sibe bi tevlîbûna Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vîladmîr Putîn esasê projeya Santrala Hêzê ya Nukleerê ya Akkuyû (NGS) bê danîn.
Berdevkê Demî yê Platforma Dij Nukleer (NKP) a Mêrsînê Parêzer Alpay Antmen, diyar kir ku berî dest bi avakirina projeyê bikin, divê Rapora Bandora Hawirdûr (ÇED) binirxîn in û wiha axivî: “Ji bo betal bûna projeye me doz vekir. Dadgehê rapora ÇED’ê ya bi xeta erênî nirxandin. Lê heya niha dosyeya dozê, di 14’emîn Daîreya Şuraya Dewletê asê ma. Heya pêvajoya darazê ne qede, divê esasê projeye ne danîn. Ligel vê yekê jî ger esas danin, gava AÎHM’ê biryar da, necarin ku carin projeya lê kirin xerab bikin.”
‘GELO DÊ GEMARA SANTRALA NUKLEERÊ BAVÊJIN KU DERÊ?’
Serokê Şaxa Odeya Endezyarên Hawirdûr a Mêrsînê Sînan Can jî, diyar kir ku santral li ser jiyana mirovan bandorek neyênî dike û wiha bilêv kir: “Hemû derdor gemarî dibe. Gelo dê gemara santrale bavêjin ku derê? Ev mijar jî me eleqedar dike. Rapora ÇED’ê kêm bû. Ev proje dê mirov û hawirdûr ber bi felaketê ve bibe. Proje dê zirarek mezin bide axê. Ji ber vê yekê dê hilberîna zeviyan kêm bibe. Dê zirarek mezin bidin deryayê. Dê tenduristiya mirovan bikeve xeteriyê. Divê demildest dest ji vê biryarê berdin û planên rast ên enerjiyê hilberînin.”
‘EV RROJE DIJ BERJEWENDIYÊN GELE’
Aycan Ozkan ê ji Mêrsînê jî, diyar kir ku qezayek biçûk jî di santralê de pêk were, dê bandora xwe li ser derdûrê bike û wiha got: “Ev dê zirarên mezin bide hawirdûr. Desthilatdarî bi awayekê bê hiqûqî dest bi xebatên çêkirina santral nukleer dike. Rûsya û Tirkiye li ser santrala nukleere bazarek veşartî kirin. Ev bazara hatî kirin, ne ji bo berjewendiyên gele, ji bo berjewendiyên emperyalîzmê ne. Divê em li dijî vê yekê derbikevin û têbikoşin.”
'JI BO PÊŞEROJÊ, EM SANTRALA NUKLEER NAXWAZIN'
Welatî Kamil Mor jî, bertek nîşanî çêkirina santralê dan û wiha axivî: “Li Çernobîl û Fukuşîma trajediyên pir mezin hatin jiyîn. Santrala nukleer dibe sedema pençeşêrê. Welatên pêşketî avakirina santralên nukleer rawestandine. Lê bi israr li welatê me santralan ava dikin. Divê em vê yekê qebûl nekin.”