RIHA - Parlamentera HDP'ê Dîlek Ocalan bi minasebeta 69'emîn salvegera Rojbûna Rêberê PKK lideri Abdullah Ocalan, bang li her kesî kir ku tev li Meşa Amara bibin û li Amara tecrîdê bînin rojevê. Ocalan, bal kişand ser rapora CPT ya 2 sal şûnde aşkere kir jî û wiha got: "CPT li şûna îşkence asteng bike bûye organizasyona sûc.
Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û aşkerekirina rapora CPT ya 2 sal şûnde nirxand. Dîlek Ocalan anî ziman ku tecrida li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan her ku diçe giran dibe û bi vî rengî berdewam dike û wiha got: "Tecrîda ku tê meşandin êdî sûcê mirovahiyê derbas kiriye. Ev yek nayê qebûlkirin. Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan, berxwedana xwe ya li Îmraliyê bi berxwedana gel re kir yek û ev berxwedan pêş xist. Tecrîd û îşkenceya fîzîkî ya li ser Ocalan tê meşandin, di şexsê Birêz Ocalan de, kîn û nifrina li dijî gelê kurd nîşan dide. Ji ber ku Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan ne şexsek e. Ew kesek ku kare hevsengiya hemû Rojhilata Navîn biguhere ye. Xwedî hêze ku hemu lîstik û planên qirêj yên pergala statukoparêzî, netew-dewletiyê û hêzen emperyalist pûç bike ye. Ji ber ku lîstikên wan xera dike û vê hewldana xerakirina lîstikan berdewam dike bi destên dewletên navneteweyî tecrîd tê krankirin."
‘JI BO FIKRÊN OCALAN BELAV NEBIN TECRÎDÊ KÛR DIKIN'
Wekîla HDP'ê Dîlek Ocalan anî ziman ku Ocalan ne tenê Rêberê gelê kurd, her wiha rêberê hemû gelê bindest û Rojhilata Navîn yên rastî zilmê tê ye û wiha got: "Di demên cuda de kampanyayên "Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan vîna min e." Ocalan serokê min e" dan destpêkirin. Ji 7 salî heta 70 salî her kes beşdarî kampanya bûn û li kampanya xwedî derketin. Hemû kes fikr û bîrdoziya Ocalan ji nêzîk ve dişopînin. Kesê ku bi milyonan kesan ew wekî vîna xwe qebûl kiriye û niha di bin tecrîdê de bê girtin ne rast e. Bi tecrîdê dixwazin Ocalan fikrên wî ji civakê qut bikin."
Ocalan, anî ziman ku piştî pêvajoya Newroza 2013'an pêvajoyek nû hat destpêkirin û heviyên civakê ji nûve zindî kirin û wiha got: "Lê piştî AKP'ê ev pêvajo bi dawî kir, ev ked tev vala çû. AKP'ê şaşiya herî dîrokî kir. Tevî ku Birêz Ocalan carek din agirbest îlan kir jî deriyê hevdîtin û muzakereyan hat girtin. Li ser gelê kurd hemû pratîkên sûc hatin meşandin. Tirkiye ji er xerakirina bajaran û şewitandina mirovan li Ewropa hat darizandin. Ev darizandin dê berdewam bike. Wekî ku ev qas sûcê ku li Bakurê Kurdistanê têra Tirkiye nakir, niha li Rojava û Efrînê jî sûcê mirovahiyê dike."
‘CPT, DI KONTROLA AKP'Ê DE RAPOR AŞKERE KIR'
Dîlek Ocalan bal kişand ser rapora CPT û anî ziman ku CPT di bin kontrol û daxwaza AKP'ê de ev rapor aşkere kiriye û wiha got: "CPT 2 sal berê li Îmraliyê lêkolîn kir, lê niha raporê aşkere dike. Li vir sûcê mirovahiyê hatiye kirin. Divê em vê yekê ji CPT’ê bipirsin. CPT di bin kontorl û daxwaza Tirkiye de ye. Niha li gorî daxwazên dewletê tev digere. Her çend wekî heyetê bi dehan caran serî li wan dan jî agahi nedan. Niha polîtîkaya dirû dimeşînin. CPT li şuna biçe li Îmraliyê lêkolîn bike û rapor amade bike, diçe bi AKP’ê de hevdîtin dike û li gorî daxwaz û fermana wan tev digere. CPT li gorî rêgez û hiqûqa navneteweyi sûc kiriye. Divê CPT ji nuve biçe Îmraliyê û rewşa Ocalan bi raya giştî re parve bike. Rol û rewşa Ocalan ya di nava gelê Kurd û Rojhilata Navîn de baş tê zanîn. CPT li şûna sûc û îşkenceyê asteng bike bûye organizasyona sûc. Niha bûye saziya ku pêşengiyê ji sûc re dike. Ji ber ku rastî di rapora xwe de parve nekiriye."
DIVÊ GEL BIMEŞIN AMARA
Ocalan li dijî van politîkayên ku li ser Ocalan tê meşandin bang li her kesî kir û xwest li dijî van polîtikayên tecrîdê her kes bi minasebeta 4'ê Nîsanê Roja Rojbuna Ocalan tev li Meşa Amara ya Rojbûna Ocalan bibin. Ocalan anî ziman ku her çend ji ber OHAL'ê astengî bên derxistin jî ew dê bimeşin Amara û meşa Amara berdewam bikin. Dilek Ocalan 4'ê Nisanê ji niha de li hemû gelê kurd û gelê aştî, demokrasî û azadiyê diparêze pîroz kir.
MA / Haci Yusuf Topaloglu