MANÎSA – Li navçeya Şehzadeler a Manîsayê malbata Çitaci ya di avahiyek bi kirê de diman, ji aliyê xwediyê malê û komekê ve bi îdiaya “Derdorê aciz dikin” avêtin araziyek vala. Saziyên dewletê ku li hember malbata Çitaci bê eleqe man û HDP û DBP’ê piştevaniya malbatê kir.
Malbata Çitaci li taxa Akpinar a Şehzadeler a Manîsayê rûdinên û di xêniyek bi kirê de dimînin. Zarokek malbatê yê astengdar ê mêjî jî heye. Xwediyê malê û komek pê re malbatê bi îdiaya zarokên wan astengdar “derdorê aciz kirine” ji malê derxistin û avêtin kolanê. Xwediyê malê û koma pê re kelûpelên malbatê li kamyonetekê bar kirin û birin li araziyek vala yê nêzî taxa Turgut Ozal danîn. Li ser tiştên bi serê malbata Çitaci ve qewimîn, rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelen (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (BDP) û welatî ketin nav tevgerê û piştevaniya malbatê kirin. Partiyan ji bo demekê malbatê li malekê bicih kir.
‘BERÊ JÎ MALA ME XERA KIRIN Û ME JI MALÊ AVÊTIN’
Haydar û Gulîzar Çitacî yên hevjînên hev 30 sal berê ji Mûşê bi awayekî koçî Manîsayê kirin. Malbat li dijî pêkanîna li ser wan pêk hat matmayî man. Haydar Çitaci (67) got ku dema ew li navçeya Akhîsarê rûdiniştin 2 sal berê bi îdiaya “Mal qaçax e” ji aliyê şaredariya AKP’ê ya Akhîsarê ve hat xerakirin. Çitacî destnîşan kir ku piştî mala wan xera kirin ew li taxa Şehzadeler bicih bûn û berê jî bi heman hincetan ji malê hatin avêtin. Çitaci da zanîn ji vê mala herî dawî jê hatin avêtin di bin şertên zor de mal dîtine û got: “Kurê min Gurkan ê astengdar her tim dihat acizkirin. Wî jî bi hestên xwe diparast tevdigeriya. Kurê min kesek bêdeng e. Rewşa kurê min ê astengdar kirin hincet û me ji malê avêtin. Qewirandina ma ya ji malê ne mirovahiye.”
Gulîzar Çitacî (65) jî anî ziman ku ji ber ew li derve man nexweş ketiye û tenê şaredarî bi xwarin dayînê re sînor maye.
Rayedarên HDP’ê û DBP’ê diyar kirin ku ew li saziyên peywendîdar geriyan e û lê bersiva erênî negirtine û dê niha malbat bi derfetên wlatiyan li malakê bimînin.