AMED - Rojnameger Evîn Buldan salek berê di 2'ê Nîsana 2017'an de ji ber krîza dil di demek bê wext de jiyana xwe ji dest da. Bi minasebeta 1'emîn salvegera koçbûna Evîn Buldan, dayika wê Nesibe Buldan diyar kir ku keça wê digot "Ez dê heta dawiya emrê xwe têkoşîna tevgera azadiyê bimeşînim."
Rojnameger û Edîtora Rojnameya Azadiya Welat Evîn Buldan salek berê îro di 2'ê Nîsana 2017'an de hêj di 27 saliya xwe de krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Salek berê Buldan ji ber krîza dil di demek bê wext de koç kir. Buldan ji Qampa Mexmûrê ya başûrê Kurdistanê ku bi hezaran welatiyên bakurê Kurdistanê ji ber zext û zordariyên Tirkiye lê bi cih bûn, di 2011’an de berê xwe da Amedê û li Azadiya Welat dest rojnamegeriya kurdî kir.
Buldan ji 2011’an heta nîsana 2017’an li Azadiya Welat gelek rûpelên rojnameyê çêkir. Kedeke mezin da rojnamegeriya kurdî. Piştî ku Azadiya Welat bi KHK’ê hat girtin di rojnameya Rojeva Medya de meşa xwe rojnamegeriyê domand. Lê çi heyf Buldan roja 2’ê nîsana 2017’an di 27 saliya xwe de bêyî ku xeyalên xwe yên rojnamegeriyê bibe serî qeyrana dil derbas kir û li ber çavên hevalên xwe yên rojnameger jiyana xwe ji dest da û xemginiyeke mezin bi wan da jiyîn.
GELEK ZOR Û ZAHMETÎ DÎT
Buldan di nav malbateke welatparêz û êvîndarê Tevgera Azadiyê de mezin bû. Malbat ji ber evîndariya xwe ya Tevgera Azadiyê gelek bedel dan û herî dawî di salên 1990’î de ji ber zor û zextên Tirkiye neçar man ku av û axa terk bikin û koçberî başûrê Kurdistanê bikin. Malbat piştî derbasî başûrê Kurdistanê bûn, jî rastî gelek zor û zehmetiyan tê û bi salan li wargehên cuda yên penaberan geriyan. Herî dawî li wargeha Mexmûrê bi cih bûn. Buldan di vê pêvajoyê de zarok e û şahidiya gelek zor û zehmetiyan kir. Buldan piştî ku di zarokatiya xwe de gelek rojên tî û birçî derbas kir, bi sedan kul û derdan û êş û azaran bi malbata xwe re li wergeha Mexmûrê bi cih bûn. Zarokatiya xwe li vir derbas kir. Li qampê dest bi dibistana seretayî kir. Dibistana navîn û lîseyê jî li qampê temam kir. Piştî temamkirina lîseyê derbasî Hewlerê bû û Beşa Ragihandinê ya Zanîngehê xwend.
TEV LI XEBATÊN CIWANAN BÛ
Buldan evîndariya malbata xwe ya Tevgera Azadiyê berdewam kir û di salên xwe yên dibistanê de tev li xebatên cîwanan bû. Li gorî derfetên xwe ked da
Tevgera Azadiyê. Herî dawî evîndariya xwe ya Tevgera Azadiyê bi rojnamegeriyê kurdî domand. Ji bo ragihandina geşedanên li Kurdistan û cihanê diqewimin bi awayekî azad ji gelê xwe re ragihîne li rojnameya Azadiya Welat dest bi rojnamegeriyê dike û heta kêliya dawîn a jiyana xwe jî rojnamegeriyê kir.
Dayika Buldan Nesîbe Buldan der barê keça xwe de axivî û diyar kir ku evîndarê Tevgera Azadiyê bûye û wiha got: “Evîn ji şehadeta kekê xwe Yilmaz a nav Tevgera Azadiyê gelek bi bandor bûbû û her tim şahadeta kekê xwe meraq dikir. Evîn her tim digot heta emrê min hebe ez ê ji bo Tevgera Azadiyê bixebitim. Ji bo vê yekê heta şehîd bû jî li ser karê xwe cidî cidî radiwestiya û karê xwe saxlemî berdewam kir. Piştî karê xwe qedand bi 10 deqeyan şehîd bû.”
LI DIJÎ HIŞMENDIYA BAVIKSALARÎ ŞER KIR
Dayika Buldan di berdewamê de qala nêzikbûna Buldan a zihniyeta bavêksalerî kir û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Her tim digot ku nikare di malê de rûnê û jiyana xwe bike bin qontrola mêrekî. Her tim dianî ziman ku xebitandina ji bo Tevgera Azadiyê ji her xebatê çêtir e. Ji bo vê yekê me tu caran nedihişt ku kêamsiyên wê çêbibin. Taybetmendiyên Evînê rastî jî gelek cuda bûn.”
Bavê Buldan Nîyazî Buldan jî der barê keça xwe de axivî û diyar kir ku keça wî girêdayî gel û doz xwe bûye û wiha got: “Evîn gelek kesek bi kêrhatî bû ew jî hem bi milet hem ji gelê xwe ve girêdayî bû. Dema şerê xwerêveberiya li bakurê Kurdistanê dest pê kir li wargehê ba me bû. Ji me re got ku hevalên wê hemû li bakûrê Kurdistanê ne û ew êdî naqedîne û çû bakûrê Kurdistanê. Tişta ku jê dihat dikir. Bê guman û tirs karê xwe ji dil dikir.”
MA - Kadrî Esen