AMED - Li Kilîsê, Miduriyeta Herêmê ya Weqfan tabelaya “Mizgefta Kurdan” rakir û li şûna wê “Mizgefta Tirkan” daliqand. Piştî ev yek bû mijara niqaş û bertek zêde bûn, ev guhertina tabelayê înkar kirin. Dîroknas Huseyin Siyabend Aytemur, diyar kir ku înkara vê yekê ne rast e û li şûna înkar dikin divê ji Kurdan lêborînê bixwazin.
Li Kuçeya Kuçuk Çarşi ya Taxa Bolukê ya Kilîsê, tabeleya “Mizgefta Kurdan” ku mizgeft di sedsala 17’an de ji aliyê Kurd Huseyîn Axa ve hatibû çikirin, bêyî hayê kesî jê hebe gav bi gav hat rakirin. Lê navê Mizgefta Kurdan ku yek ji warên turîstîk ê bajêr e, di qeydên fermî de hîn jî bi heman navî derbas dibe. Lê Miduriyeta Herêmê ya Weqfan li ber tabelaya “Mizgefta Kurdan” a li derbaseya mizgeftê daliqandîbû, tabelaya li ser “Mizgefta Tirkan” nivîsandî jî daliqand. Piştî demekê tabelaya “Mizgefta Kurdan” rakir. Piştî ku Parlementerê HDP’ê yê Wanê Adem Geverî ev mijar anî rojeva Meclîsê, derket holê. Geverî, pêşniyazpirs berpêşî Alîgirê Serkwezîr Hakan Çavûşoglû kir û pirsî ku ji kengî ve navê mizgeftê wekî “Mizgefta Tirkan” hatiye guherandin. Di bersiva ku Miduriyeta Giştî ya Weqfan da de, hat diyarkirin ku di qeydan de navê mizgeftê “Mizgefta Kurdan” e.
Di malpera înternetê ya Walîtiya Hatayê de jî, di beşa danasîna mizgeftên dîrokê de hîn jî navê mizgeftê wekî “Mizgefta Kurdan” cih digire û der barê wê de tê gotin ku, ji vê mizgefta ku navê wê wek, “Mizgefta Tirkan” hatiye guherandin tenê minareya wê maye.
Piştî nûçeya vê yekê hat çêkirin û di cemaweriye de bû mijara niqaşê, TRT Kurdî û medya hawiz, li gel Wekilê AKP'ê yê Amedê Abdurrahman Kurt parastin ku nûçeya hatiye çêkirin ne rast e. Têkildarî vê yekê Dîroknas Huseyin Siyabend Aytemur, diyar kir ku înkara vê yekê ne rast e û li şûna înkar dikin divê ji Kurdan lêborînê bixwazin. Aytemur, anî ziman ku bi nûçeyên berovajî dixwazin hişekî din ava bikin û rastiyê berovajî bikin. Aytemur, da zanîn ku li şûna bi awayekî mutewazî şayiyê rast bikinû lêborînê bixwazin, rastiyan tev li hev dikin û wiha got: "Ji aliyê kêve dibe bila bibe îadekirina navê Mizgefta Kurdan divê nebe amûra siyasî û berjewendiyê. Mizgefta Kurdan, di deftera Hurufatê de li ser no. 113, s.77, li gorî îro li taxa Boluk kolana Sûka biçûk hatiye avakirin. Li gorî arşiv û belgeyên Osmanî, di belgeya dîroka 4 Rebiyulevvel 1173/ 26 cotmeh 1759 de, li Kilisê ji aliyê Kurt Huseyin Aga û Medrese û Mescid-i Şerif û Vakfa Medrese-i Cedid Huseyin aga ve hatiye avakirin.
ÎNKARKIRIN NE RAST E
Aytemur, anî ziman ku piştî nav guhertin û bû mijara niqaşan dîsa xwestin hişkekî çêkin û wekî tiştekî wisa tune be înkar kirin. Aytemûr, destnîşan kir ku li şûna rastiyê bêjin û lêborînê ji kurdan bixwazin dijberi vê yekê înkar dikin û înkarkirina vê yekê ne raste û wiha got: "Lêborîn karekî mezinantiyê ye. Diyalog rûqalibûna kurd û tirkan e. Ev mafekî bingehîn e. Miroven ku heq û hiqûqa wan hatiye înkarkirin, divê mafê wan dîsa bê dayîn. li şûna wêde dikin divê ev şaşî bê rastkirin.
MA / Lezgîn Akdenîz