ÎZMÎR – Dayikên Aştiyê yên Îzmîrê diyar kirin ku piştî bi fikrên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin nasîn gelek tişt di jiyana wan de guherand. Dayika Aştiyê Nufuse Ataç wiha got: “Ji bo em Serokê xwe bibînin û tiştên digot dubera dubare bixwînin, bi dizî me rojnameyan distend.”
Piştî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê hat kirin, jinên kurd hatin gel hev û bi navê Dayikên Aştiyê xwe birêxistin kirin.
Dayikên Aştiyê yên zarokên wan di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dan û zarokên wan di girtîgehan de her tim di refên pêş ên têkoşîna gelê kurd de cih girtin. Dayikên anîn ziman ku ew azadiya kurdan di azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de dibînin û ji ber vî awayî li gelek bajaran Meclîsa Dayikên Aştiyê ava kirin. Dayik di bin vî navî de têkoşîna xwe ya azadî, demokrasî û aştiyê didomînin.
Dayikên Aştiyê yên Îzmîrê hestên xwe yên têkildarî rojbûna Ocalan a di 4’ê Nîsanê de parve kirin.
‘BI SAYA SEROK PIŞTA ME RAST BÛ’
Hanîfe Gumuş (62) li navçeya Konakê rûdinê diyar kir ku têkoşînê ji tevgera kurd fêr bûye û got: “Min ji xwe re digot heke rojek televîzyonên kurdî vebibin û em li stranan guhdar bikin dê bi saya serok bibe. Îro dema em lê dinêrin bi saya Serok kurd li her derê tên nasîn û bûne xwedî statû. Serok hêz û wêrekiyê da jina kurd. Pişta jinan ku xûz bûbû, bi saya Serok her roja ku çû rast bû û îro ber bi azadiyê ve dimeşin.”
Gumuş bal kişand tecrîda ser Ocalan û got: “Heke ku aştî û demokrasiyê dixwazin, bila tecrîda li ser Serok rakin û tecrîdê bibînin, dê wê demê bibînin ka aştî çawa tê cîhanê.”
‘JI BO EM SEROK NAS BIKIN ME BI DIZÎ ROJNAME DISTEND’
Dayika Aştiyê Nufuse Ataç jî destnîşan kir ku ew Ocalan wek “Rêberê Aştiyê” pênase dike û wiha got: “Dema min ewil Serok di televîzyonê de dît, pir bi kelecan bûbûm. Her kes heyranê dîtina wî bû. Axaftina wî pir me kêfxweş dikir. Ji bo em Serokê xwe bibînin û tiştên digot dubera dubare bixwînin, bi dizî me rojnameyan distend. Çunkî hêz dida me. Em pir jê hez dikin û kes nikare hezkirina wî ji dilê me bibe. Piştî min Serok nas kir, navê zarokê xwe guherand kir Hogir û Welat. Em wî ne li Îmraliyê li cem xwe dixwazin. Serokatî ji bo hemû gelan li ber xwe dide. Îro jî divê her kes ji bo azadiya wî li ber xwe bide. Aştî li Îmraliyê ye. Tenê Serok dikare xwîn û mirinê rawestîne.”
‘ME JI SEROKATÎ FÊM KIR KU KURD TÊK NAÇIN’
Dayika bi navê Sultan Yagmekan a ku kurekî wê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest daye û kurek wê di girtîgehê de ye jî destnîşan kir ku dema ciwanên diçûn gundê wan digotin “Em Apocî ne” nizanibûne “Apocîtî” çi ye û wiha got: “Pişt re me pir meraq dikir ku Apo kî ye? Dema me wî di televîzyonê de em pir kêfxwe bûn. Em bi saya Serokatiya xwe ji bin koletiyê derketin û me azadiyê nasî. Me ji Serokatî fêm kir ku kurd tu demê têk naçin. Çawa 21’ê Adarê ji bo me cejn e, 4’ê Nîsanê jî ji bo me cejn e. Em ê heta dawiya dilopa xwîna canê xwe li ser riya Serokê xwe têbikoşin. Çi dibe bila bibe em ê 4 Nîsanê ya li Amara ya jî li cihekî din pîroz bikin.”
MA / Zuhal Atlan – Rûken Demîr