HATAY - Tirkiye, bi hewayî û bejahî êrîşî bajarê Efrînê yê herî bi huzûr ê Sûriyeyê kir. Niha jî malbat û komên selefî yên ji Gutaya Rojhilat tehliye kirin, li bajar bi cih dikin. Hat diyar kirin ku dûrê jî dê ji bajarên Îdlîb û Kampa Atme bi hezaran kes li bajêr bi cih bikin.
Di şerê Sûriyeyê yê navxwe yî de Efrîn mîna “Bajarê bi huzûr” dihat pênaskirin. Efrînê ji bo bi sedhezaran koçber malûvanî kir. 7 salin gelê Efrînê xwe bi xwe bi rêve dibe. Lê Tirkiyeyê bi hewayî û bejahî bi hevkariya komên OSO êrîşî Efrînê kir û Efrîn dagir kir. Tirkiye niha hewl dide malbatên hevakarên xwe OSO’yan li Efrînê bi cih bike. Tirkiye ku dê walî tayînê Efrînê bike, malbat û komên selefi yên ji Gutaya Rojhailat tehliye kirin, kom bi kom li Efrînê bi cih dike. Piştî Gutaya Rojhilat, dê kom û malbatên selefi yên bajarên Îdlîb û Kampa Atme li Efrînê bi cih bike.
DESTPÊKÊ OSO DURE YÊN DI KAMPAN DE
Efrîniyekê nexweş navê xwe bide, bûyerên li bajêr rû didin wiha vegot: “Gomlekê DAIŞ’ê ji xwe kirin û komlekê OSO li xwe kirin. OSO weke hêza bejahî ya Tirkiyeyê hat bikar anîn. Niha li Efrînê gelek OSO’cî hene. Sivîl pir hindikin. Piştî kontrola mayînan, ên ji Gutaya Rojhilat tehliye kirin li bajêr bi cih dikin. Niha nêzî 50’î hezar kes li Îdlîbê radiwestin. Dê wan jî bînin Efrînê. Tirkiye dê wan li avahiyên plan kirî bi cih bike. Ji xwe niha saziyên û Kizilay li vê derê ne. Piştî tehliyeyên li îdlîb û herêmên din bi dawî bûn, dê dûre kesên di Kampa Atme de jî bînin Efrînê bi cih bikin. Gava bi cih kirina van qediya dê kampên li Tirkiyeyê jî bên vale kirin li Efrînê bên bi cih kirin. Lê destpêk a malbatên OSO’ye. Tirkiye mîna Ezaz û herêmên dîn dê waliyan tayînê herêma Efrînê bike.”