* Parlamentera HDP'ê Dîlek Ocalan bi minasebeta 69'emîn salvegera Rojbûna Rêberê PKK lideri Abdullah Ocalan, bang li her kesî kir ku tev li Meşa Amara bibin û li Amara tecrîdê bînin rojevê. Ocalan, bal kişand ser rapora CPT ya 2 sal şûnde aşkere kir jî û wiha got: "CPT li şûna îşkence asteng bike bûye organizasyona sûc.
* Tirkiyeyê, bi hewayî û bejahî êrîşî bajarê Efrînê yê herî bi huzûr ê Sûriyeyê kir. Niha jî malbat û komên selefî yên ji Gutaya Rojhilat tehliye kirin, li bajar bi cih dikin. Hat diyar kirin ku dûrê jî dê ji bajarên Îdlîb û Kampa Atme bi hezaran kes li bajêr bi cih bikin.
* Nûnerê Herêma Çukurova yê DÎSK'ê Huseyîn Yaşar Gundogdu, diyar kir ku daneyên TUÎK'ê yên betaliyê rastiyê nîşan nade û wiha got: "Mirov tenê li rewşa Edeneyê binere dikare rewşa tevahiya Tirkiye ya betaliyê texmîn bike. Rêya xelaskirina betaliyê di guhertina îktidarê re derbas dibe.
* Hevserokê Şaxa SES'e ya Îzmirê Dr. Fatih Surenkok, diyar kir ku bi pergala Nexweşxaneyên Bajar re bêtir ked erzan dibe û wiha got: "Bi pêşxistina pergala Nexweşxaneyên Bajar re îktîdar nexweşan wekî muşterî û rayedarên tenduristiyê jî wekî bazirganan dibîne."
* 2'emîn rûniştina doza 138 endam û rêveberên HDP’ê yên ji doz a Manisayê tên darizandin dê di 4'ê Nîsanê de bê dîtin. Beriya danişîna dozê parêzerê siyasetmedarên kurd Mazlum Demîrbag, diyar kir ku ji bo dawî li siyaseta HDP’ê bînin bi destê darazê operasyon pêş xistin.
* Meclîsa Jinan a Tirkiye piştî li Stenbolê hat avakirin, armanc dikin ku li dijî tundî û desthilatdariya mêr xwe li 81 bajarên Tirkiye bi rêxistin bikin. Endamên Meclîsê diyar kirin ku dê di her qadê jiyanê de tekoşînê pêş bixin.
* Edîtorê SiyasîHaer Halît Elçî, tifaqa AKP-MHP wekî “Tifaqa AKP-MHP-Ergenekon" pênase kir û diyar kir ku ev ji bo hemû gelên Tirkiye tîfaqek gelek talûke ye. Elçî, anî ziman ku heta hêza şoreşger ku HDP wê temsîl dike pêş nekeve ev faşîzm têk naçe.
* Dayikên Aştiyê yên Îzmîrê diyar kirin ku piştî bi fikrên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin nasîn gelek tişt di jiyana wan de guherand. Dayika Aştiyê Nufuse Ataç wiha got: “Ji bo em Serokê xwe bibînin û tiştên digot dubera dubare bixwînin, bi dizî me rojnameyan distend.”
* Li Kilîsê, Miduriyeta Herêmê ya Weqfan tabelaya “Mizgefta Kurdan” rakir û li şûna wê “Mizgefta Tirkan” daliqand. Piştî ev yek bû mijara niqaş û bertek zêde bûn, ev guhertina tabelayê înkar kirin. Dîroknas Huseyin Siyabend Aytemur, diyar kir ku înkara vê yekê ne rast e û li şûna înkar dikin divê ji Kurdan lêborînê bixwazin.
* Rojnameger Evîn Buldan salek berê di 2'ê Nîsana 2017'an de ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da. Bi minasebeta 1'emîn salvegera koçbûna Evîn Buldan, dayika wê Nesibe Buldan diyar kir ku keça wê digot 'Ez dê heta dawiya emrê xwe têkoşîna tevgera azadiyê bimeşînim.
* Li Amedê dayika bi navê A.D. ji ber sile li keça xwe ya 13 salî N.D. da, der barê wê de lêpirsîn hat vekirin. Dozger bi daxwaza salek ceza doz li A.D. vekir. A.D. ger ku rastî ceza bê dê mafê xwe yê dayikbûnê winda bike.
* Hunermend Mizgîn bi navê “Lorîn” albumek nû derxist. Mizgîn di albuma nu de helbesta "Bihar" a Helbestvan Hafizê Şîrazî kiriye awaz û stran. Berhemên hunermendên kurd Mihemed Şexo û Abdulwahit Zaxoyî bi awazekî cuda pêşkêş dike.
* Dê li gelek cihan ji bo 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bername bên lidarxistin.