NAVENDA NÛÇEYAN - Balefirên şer ên TSK'ê gundên Alye Reş, Bestê û Maradu yên bajarokê Jarawe ya ser bi Qeladizê, herêma Xakurk, Lolan, Tewerte , Bêrte yên herêma Biradost û gundê Bukriska yê Binarê Qendîlê bombebaran kirin.
Li gorî nûçeya ku Ajansa RojNEWS derbas kir, di saetên êvarê de gelek balefirên şer ên TSK'ê gundên Alye Reş, Bestê û Maradu yên bajarokê Jarawe ya ser bi Qeladizê, herêma Xakurk, Lolan, Tewerte , Bêrte yên herêma Biradost û gundê Bukriska yê Binarê Qendîlê bombebaran kirin. Hat diyar kirin ku balafirên şer li ser herêma Kurejaro, Metîna û Zapê jî firiyan. Dema ku balafir li ser Qeladizê firiyan, welatî ji malên xwe derketin ji derve û tirs kete nava welatiyan. Heya niha ti agahî li ser ziyana ji ber bombebarana balafirên şer çêbûye bi dest neketiye.