NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskar Gûlrûx Îrayî ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye girtin, 57 rojin di greva birçîbûnê de ye û rewşa tenduristiya wê nebaşe.
Nivîskar Gûlrûx Îrayî li dijî nêzikatiyên rêveberên girtîha li hemberî jinan û rewşa nebaş a jinan di girtîgehê de 57 rojin dest bi greva birçîbûnê kiriye û her roja diçe rewşa tenduristiya wê xerabtir dibe. Îrayî ku 57 rojin greva birçîbûnê de ye, êdî hêza xwe ya meşînê winda kiriye, kîloyek zêde winda kiriye. Li hemberî vê jî rayedarên Girtîgeha Qerçekî Weramî ya girêdayî Tahranê zextên li ser Îrayî dewam dikin. Gûlrûx Îrayî pêş destpêkirina greva birçîbûnê ji Girtîgeha Ewîne birin ji bo Girtîgeha Qerçekî Weramî. Li vir jî rastî êşkence û destdirêjiyê hat. Îrayî bi armanca nîşandana nerazîbûna li hemberî ew zext û êşkenceya li ser wê û jinên din ên di girtîgehê de tên meşandin dest bi greva birçîbûnê kir. Şevê din bi dehan hezar welatiyên Îranê bi nivîsên bi navê ‘jiyana Gûlrûx rizgar bikin’ nerazîbûna xwe li hemberî rewşa nebaş a Gulrûx anîn ziman.