HATAY - Xirîstiyanên Ortodoks ên navçeya Samandag a Hatayê, Cejna Çîçek a salvegera Hz. Îsa ya ketina Qûdisê pîroz kirin.
Xirîstiyanên Ortodoks ên navçeya Samandagi ya Hatayê, bi boneya salvegera Hz. Îsa ya ketina Qûdisê Cejna Çîçekê pîroz kirin. Hz. Îsa berî li darexaçê bixin, cara dawî diçe Qûdisê û gel wî bi çiklên zeytûnê pêşwazî dikin. Ji ber vê yekê ev pêşwazî kirin mîna “Cejna Çiklê Zeytûnê” jî tê pîrozkirin. Cejna Çîçek li Dêra St. Îlyas Ortodoks hat pîrozkirin.
Gelek kes beşdarî ayîna pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de Încîl hat xwendin, dua hatin kirin û mûm hatin pêxistin. Zarokan jî bi bav û dayîkên xwe re kincên xwe yên cejnê li xwe kirin û beşdarî pîrozbahiya dêrê bûn.