ŞIRNEX - Rêxistina HDP û DBP'ê yên Sîlopî, bi minasebeta 4'ê Nîsanê salvegera Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bernameya pîrozbahiyê pêk anîn. Rêxistina DBP'ê ya Bajarê Êlihê jî bi heman armancê civîn pêk anî.
Endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partila Herêmên Demokratîk (DBP) yên navçeya Sîlopî, bi minasebeta 4'ê Nîsanê roja Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bernameya pîrozbahiyê pêk anîn. Pîrozbahi li avahiya DBP'ê ya Sîlopiya pêk hat. Di pîrozbahiyê de parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Birlik, endam û rêveberên HDP û DBP’ê, endamên meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek welatiyên din amade bûn.
Di bernameyê de weneyê Ocalan danîn ser masê û ser masê bi çîçek û findan xemilandin. Bîranînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Hevserokê HDP'ê ya Şirnexê Zekî Îrmez, bal kişand ser tecrîda liser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: “Rojbûna Ocalan li hemû mirovahiyê û gelê kurd pîroz be. Çareserî bêyî Ocalan pêk nayê. Ev pirsgirêk bi şer çareser nabe. Pirsgirêka kurd bi muzakereya bi Ocalan ancak çareser bibe.
BI DESTÊ CPT LI SER OCALAN ÎŞKENCE TÊ KIRIN
Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Birlik jî wiha got: "Li Îmraliyê bi awayekî rêk û pêk îşkenceya derûnî û fîzîkî li ser Ocalan tê meşandin. CPT çend roj berê rapor aşkere kir. Erk û peywira CPT rê li pêş îşkenceyê bigire. Le îro bi destê CPT'ê li ser Ocalan îşkence tê meşandin. Çareseriya pirsgirêka kurd ku di şexsê Ocalan de derdikevin holê, bi paradîgmaya nû ya Rêberê Gelê Kurd Ocalan pêkan e. Di nava vê paradîgmayê de jin zarok û civak azad dibe."
'OCALAN SEMBOLA AŞTIYê YA GELAN E’
Rêxistina DBPê ya Êlihê jî bi heman boneye civîn pêk anî. Civîn li avahiya bajarê pêk hat, Hevseroka HDP’ê ya bajêr Berîvan Helen Işik, Hevserokê DBP’ê yê bajêr Şukru Topkan û endamên Meclîs aHDP’ê Ramazan Holat û gelek endamên partiyê beşdar bûn.
Di civînê Hevseroka HDP’ê ya Êlihê Berîvan Helen Işik axivî û wiha got: “Em ê di 4’ê Nîsanê de şahiyekê pêk bînin û emê şandeyekê jî bişînin gundê Amara yê. Em ê haya 7’ê Nîsanê civînên gel pêk anîn.
Piştî axaftina şik Hevserokê DBP’ê yê Êlihê Şukru Topkan jî anî ziman ku gelê Êlihê amadekeriyên pîrozbahiyên roja ji dayîkbûna Ocalan dikin û wiha got: “Roja ji dayîkbûna Ocalan, di serî de ji bo gelê kurd û hemû gelên cîhanê sembola aştiyê ye. Ji ber vê yekê divê gelê kurd xwedî vê rojê derbikevin. Em bang li hemû Êlihiyan dikin ku bên beşdarî çalakiyên 4’ê Nîsanê bibin.”