Parêzerê Ocalan ê îtalî Angelelli: Pêwîste mirovahî vî mirovê hêja biparêze

  • rojane
  • 09:46 30 Çile 2023
  • |
img
AMED - Parêzerê ji Îtalyayê Mario Angelelli diyar kir ku ew komploya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wek “rûpelek reş” dinirxîne û got: “Divê mirovahî vî mirovê hêja biparêze. Ocalan mifteya gelan e ku bigihîjin aştiyê.”
 
Li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şandeyek navneteweyî ku ji 36 kesan pêk dihat û ji 7 welatên cuda bûn, bi navê “Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê” hatin Amedê, Stenbolê û Enqereyê. Endamên Delegasyonê ku dabeşî sê bajaran bûn, di navbera 25-27’ê çile de li gel nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî hevdîtinan kirin. 
 
Endamê Baroya Romayê parêzer Mario Antonio Angelelli ku di şandeya hat Amedê cih girt, têkildarî komployê û tecrîdê pirsên ajansa me bersivand. 
 
 Di pêvajoya komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê de hûn li Îtalyayê bûn û we parêzeriya Ocalan dikir. Hûn dixwazin derbarê wê pêvajoyê de çi bêjin? 
 
Bi dîtina min ew rûpelek reş e di dîroka me de. Ji ber ku bi pêvajoya komployê ji Rûsyayê hat Îtalyayê (Ocalan hat). Dema ku ew hat Îtalyayê, rewşeke awarte hebû. Ji ber ku gelê Îtalyayê Ocalan wekî nûnerê gelê kurd nas kir, yanî gelê Îtalyayê pirsgirêka kurd nas kir. Ji ber ku pêvajoya komployê hat girtin, awarte bû. Çapemenî û raya giştî ya Îtalyayê ji bo ku ev nûner azad bibe zext li wan dikir.
 
Wê dewrê tê bîra min. Ji ber ku Ocalan rêberê gelên biyanî bû, hatina Îtalyayê ji bo Ocalan girîng bû. Berî ku Ocalan were Îtalyayê kêm kesan ew nas dikirin, lê hatina wî gel guhert. Dema Ocalan hat Îtalyayê, kurdên li Ewropayê ji bo piştgiriyê herikîn Romayê. Gelê Îtalyayê dest bi lêgerînê kir ku ew kî ye, pirsgirêk çi ye. Televîzyon û radyo her roj derbarê wî de dipeyivîn.
 
 Gelo civaka navneteweyî çawa li meseleye dinêrî? 
 
Civaka navneteweyî ji bo derketina Abdullah Ocalan bêleqe bûn. Danîn aliyê Tirkiyeyê. Vê rewşê demokrasiya rojava, di mijarên daxwaza penabertiyê ramanê civaka navneteweyî nîşan dida. Ev pirsgirêkek bû. Ewilî Amerîka, paşê jî Rûsya… Ez wisa bi bawerim wê demê li ser Rûsyayê zextek hebû û dixwest pêşî li Ocalan bigire. Di vê pêvajoyê de dema Ocalan hat Îtalyayê, gelê Îtalyayê wek xwişk û bira li gelê kurd dinêrî. Serokwezîrê wê demê Massimo D’Alema bû. Tirkiyeyê digot divê Ocalan were radestkirin. Îtalya pozisyona xwe diparast. 
 
Ji ber ku mafê wî yê penaberiya siyasî li Îtalyayê hebû. Ocalan jî daxwaza penaberiyê kir. Roj di ser re derbas dibûn rayedarên Amerîkî û Îsraîlî diaxivîn û digotin ku ne mimkun e serlêdana penaberiyê bikin, jiyana Ocalan li Îtalyayê di xetereyê de ye û ew ê nikaribin ewlehiya wî bigirin. Pêvajoyeke dijwar bû û divê ev rewş baş bê fêmkirin. Hikûmeta Îtalyayê ji Ocalan re digot ‘tu di bin berpirsyariya me de yî’. Lê di nava 30 rojan de ev helwest bi dawî bû û hikûmetê pêşniyar kir ku Ocalan here welatekî din. Ji ber ku Îtalya ji bo bidestxistina ewlehiya wî zehmetî dikişand. Lê ev yek cihê pirsê ye, ji ber ku kurdên Îtalyayê dikarin mafê penaberiyê bistînin.
 
 Gelo di guhertina helwesta Îtalyayê de polîtîkaya kîjan welatan bi bandor bû? 
 
Ez difikirim ku ev biryarek xelet bû ku ji Îtalyayê derkeve. Lê ev yek ji aliyê hikûmeta Îtalyayê ve hat pêşniyarkirin. Divê ew tu carî ji Îtalyayê derneketa. Yewnanistan, Afrîka, Kenya… Wê demê Yewnanistanê ne cihekî ewle bû, ji ber ku wê demê dewleta Yewnanistan ne baş bû. Ew di vê pêvajoyê de şaş bû û hukûmeta Îtalî pêşniyarek xirab kir (ji bo ku ew ji welêt derkeve). Diviyabû mafê penaberiya siyasî bigirta û li Îtalya bimaya. Ez zextên pir xurt ên Tirkiyeyê fêm dikim. Ji ber vê rewşê hevkariya aborî ya Îtalya û Tirkiyeyê hate astengkirin. Wê demê Tirkiyê ji Îtalyayê re digot dijmin e. Ev zextek xurt e. Tirkiye û Îtalya jî wek NATO di heman rêxistina leşkerî de ne. Di heman demê de welatên wekî Amerîka û Almanyayê jî piştgirî dan vê zextê. Hem ji aliyê Tirkiye, hem jî ji aliyê Amerîka û hem jî ji Îsraîlê zext li Îtalyayê dihat kirin. Ez dipejirînim ku ev pêvajo pêvajoyek komployek hevgirtî bû. Ez difikirim ku ew ji Îtalyayê dernaketa. Çûyîna welatên wekî Yewnanistan û Afrîkayê ji bo azadiya wî metirsî çêkir. 
 
 Piştî ku Ocalan hat radestkirin, heta îro di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin. Ev rewşa ku sîstematîk bûye û hiqûqa gerdûnî jî nas nake, çawa dikare bê şikandin, divê çi bê kirin? 
 
Divê têkoşîn bidome, qala tecrîdê bê kirin, li dijî tecrîdê weke parêzerên saziyên Îtalya û Ewropayê xebat bên meşandin. Divê Abdullah Ocalan mafên xwe yên mirovî bi kar bîne. Pêwîste beşdarî pêvajoya azadî û aştiyê bibe. Ocalan nûnerê gelê kurd e û mifteya aştiyê ye. 
 
 Ocalan her çiqas di bin tecrîdeke giran de be jî paradîgmaya wî li hemû cîhanê belav dibe. Gelo ev rewş bala we dikişîne û hûn vê yekê bi çi ve gire didin? 
 
Pir girîng e ku Ocalan ku 24 sal in di girtîgehê de ye, nûnertiya fikrên wekheviya jin û mêr ji herêmeke kevnar a weke Mezopotamyayê dike. Min pirtûkên Ocalan jî xwendine. Ew îhtîmala cîhanek dadperwertir, aştiyane û dewlemendtir pêşkêş dike. Divê ku ew azad bibe, fikrên wî azad bibin. Lê belê Ocalan di nava şert û mercên ku bi parêzer û malbata xwe re nîne tê girtin. Ev ne azadiya ramanê ye. Em beriya her tiştî azadiya wî dixwazin. Lê azadiya ramanên wî di van şert û mercan de ne pêkan e. Ez difikirim ku fikrên wî ji bo gelên cîhanê girîng in. 
 
 Çima raya giştî ya navneteweyî kampanyayên ji bo Mandela bi rê ve bir, çima ji bo Ocalan nake û bêdeng dimîne?
 
Ji ber ku hikûmet ne gel in. Ji ber ku hikûmet li berjewendiyên aborî digerin. Zexta komên ku li berjewendiyên aborî dinêrin gelekî xurt e. Berjewendiyên van koman di nava kapîtalîzmê de girîng in. Yekem tişta ku difikirin berjwendî ye. Sedemên dewletan li gorî berjewendiyên van komên mezin in. Zehmet e ku meriv bersiva vê pirsê bide. Lê ew jî hêsan e. Ji ber ku hêz di destê wan kesan de ye ku li gorî berjewendiyên van koman tevdigerin. Ev berjewendî ne berjewendiyên gelan e.
 
 Divê li dijî vê bêdengiyê çi bê kirin?  
 
Min got ku girîng e têkoşîna li dijî zextên navneteweyî berdewam bike. Kampanyaya navneteweyî pir girîng e. Bi dîtina min girîng e ku civaka navneteweyî li dijî girtina 24 salan seferber bibe. Gelek kes difikirin ku Ocalan, Mandelayê nû ye. Divê ew jî wek Mandela beşdarî pêvajoya aştiyê bibe. Divê Ocalan bi xwe ji girtîgehê derkeve û fikrên wî bigihêje civakê.
 
Bi awayek şênber divê dîmplomasiyek çawa bê birêvebirin?
 
Dikare zext bên kirin. Ji ber ku îro pirsgirêka herî mezin ew e ku mirov vê rewşê ji bîr dike. Divê rewşa tecrîdê baş bizanibin. Pêwîste di vê mijarê de raya giştî were agahdarkirin û hişyarkirin. Hewcehî pê heye ku ew bikaribe biaxive, danûstendinê bike, peyaman ragihîne. Pêwîste mirovahî vî mirovê hêja biparêze. Ocalan mifteya gelan e ku bigihîjin aştiyê.
 
Mario Antonio Angelelli kî ye?
 
Yek ji parêzerên Baroya Romayê Mario Antonio Angelelli, beriya niha bi Ocalan re hevdîtin pêk anîbû û rola parêzeriya penaberiyê girtibû ser xwe. Di sala 2019’an de jî di nav wan îmzevanan de bû ku ji bo Ocalan erka xwe ya li hemberî Yekîtiya Ewropa (YE), saziyên Konseya Ewropayê (KE) û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê pêk bîne. Angelelli jî wek îmzeker di banga meşa li Ewropayê ya ji bo Komploya 15'ê Sibatê de cih girt. 
 
MA / Eylem Akdag - Rûken Polat
 

Sernavên din

02/06/2023
09:07 'Dê pêngavên bi 'aqilê dewletê' yên ji bo qelskirina siyaseta kurd bi ser nekevin'
09:06 Egîtîm Sen: Hêj wext heye bila YOK ji biryara xwe ya xelet vegere
09:04 Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê: Berxwedana Mexmûrê kir ku Iraq bi paş ve gavê biavêje
09:03 Rêxistinên mafan: Em ê dest ji têkoşînê bernedin
09:02 Bi gurçikekê dijî, destê wî felc bûye û di pişta wî de platîn heye
09:01 Eren Keskîn: Zimanê netewperest bi desthilatê da windakirin
09:01 Nexşandina keviran ya bi hezaran sal e berdewam dike
09:00 ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2023'YAN
01/06/2023
21:58 Li Lûzernê berxwedana xelkê Mexmûrê hat silavkirin
21:20 Ethem Sarisuluk hat bibîranîn
19:58 Kadîr Şeker hat girtin
17:30 Girtî Şahîn piştî 30 salan ji girtîgehê derket
16:44 Parlamenterên Partiya Çepên Kesk civiyan
16:38 ‘Tifaqa Milet ji 28’ê Gulanê ve bi dawî bû’
15:22 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
15:21 ‘Pîrozbahiya’ serkeftina Erdogan bû sedema kuştina zarokekî
15:17 Li dijî navenda Şengalê êriş hate kirin
15:00 Malbata Şenyaşar: Heta edalet pêk tê em ê têkoşîna xwe bidomînin
14:50 Eren Keskîn beraet bû
14:36 Meclis dê sibe bi torena sondxwarinê dest pê bike
14:01 Li Îranê di mehekê de 142 kes hatin bidarvekirin
13:52 Civîna MYK’a CHP’ê dest pê kir
13:48 Berxwedana gelê Mexmûrê di roja 13’an de didome
13:33 Dolar her ku diçe radibe!
13:22 Nahêlin girtî derkevin hewadariyê
13:03 Talabanî: Ji xeynî yekrêziyê rêyek din nîne
12:46 Rêvebera Komeleya Jinan a Rosayê beraet bû
11:56 Encamên teqez ên tûra duyemîn hatin ragihandin
11:52 Di doza parvekirina karîkatûrê Berkîn Elvan de biryara beraetê hate dayîn
11:40 Daxwaza betalkirina biryara girtina Aydogan hate redkirin
11:33 Berdevka HDP’ê Gunay: Em ê bi rexne-xwerexnekirinê ber bi kongreya mezin ve biçin
11:30 Li Îranê di nava mehekê de 107 kes hatin girtin
11:13 29 sal derbas bûn: Muhsîn Melîk ji bo gelê xwe canê xwe feda kir
11:04 Li Gebzeyê mînîbûsa karkeran qeza kir: 13 birîndar hene
11:03 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan
10:54 Li Munzurê kana madenê ya li dijî rêziknameyê
10:45 Dengê kuçeyên Wanê: Her ku AKP radibe, aborî têk diçe
10:28 Xizîne dê 215 milyar lîreyan deyndar bibe
10:16 Li Efrînê 53 kes hatin revandin, bi hezaran dar hatin birîn
09:49 Li Îzmîrê 6 ciwan hatin binçavkirin
09:44 Nexweşa penceşêrê û mexdûra erdhejê Rûşen banga alîkariyê dike
09:44 Siyasetzan Aytaç: Serkeftina Erdogan teqez nîne
09:29 Ciwanê ku polîsan îşkence lê kir: Xetere li ser jiyana min heye
09:06 Acar: Kesek tenê jî bimîne dê rastî di tariyê de nemîne
09:05 Bi heqdestê 3 mehan hewl didin 9 mehan debara xwe bikin
09:03 Ji bo Îmraliyê serlêdana li CPT'yê: Demildest em li benda helwesteke çareserkirinê ne
09:02 Serokê Baroya Îzmîrê: Li ber cibeya me ne qulpik ne jî bişkok hene, em natirsin
09:01 Rêbaza nû ya talankirina daristanên Şirnexê: Em ê darên fistiqan li şûna wan danîn
09:00 ROJEVA 1’Ê HEZÎRANA 2023’YAN
31/05/2023
20:14 HDP û Partiya Çepên Kesk dest bi pêvajoya nû kirin: Dê her tişt bi gel re bê kirin
19:47 Almanyayê biryar da ku 4 balyozxaneyên Rûsyayê bigire
17:23 Yildirim a hatibû binçavkirin hat girtin
16:30 Ji bo faîlên muzîkjen Şener cezayê muebbedê hate xwestin
16:11 Daxwaza rawestandina xebatên GOÇÎZDER’ê nehate qebûlkirin
16:10 Daxwaza girtina tetîkkêşê cînayeta Sîncar hate redkirin
15:32 Di Doza Pirsûsê de polîsên şahid bersivên ‘nayê bîra min’ dan
15:17 Li rex rêyê 2 cenaze hatin dîtin
15:10 Selahattîn Demîrtaş: Ez dev ji polîtîkaya çalak ber didim
14:11 Dogrûak li ser gora xwe hat bibîranîn
13:53 Têkoşîna Malbata Şenyaşar a Edaletê 800 roj li pêy xwe hiştin
13:52 Ji ber ku nexweşiya xwe bi kurdî vedigot nehiştin rojnamegerê girtî Bûlût tedawî bibe
13:40 Walî destûr neda ku têkildarî polîsê gef li rojnamevanan xwar lêpirsîn bê destpêkirin
13:33 4 meh in kevirên Birca Keçikê nehatine rakirin
12:53 Abbasî li Kerkukê ye
12:46 Serokatiya Ragihandinê têkildarî ‘kabîneya nû’ daxuyanî da
12:38 5’emîn Rojên Ma Musicê dest pê dikin
12:06 NY: Ji sedî 70’ê xelkê Sûriyeyê berhewceyî alîkariyê ye
11:50 Li gorî TUÎK’ê aborî mezin dibe
10:28 Lîreyê tirkan her ku diçe bêhtir bêqîmet dibe
10:18 Qedexeya hevdîtinê ya Abdullah Ocalan a bi parêzer û malbatê re
10:10 Berxwedana Mexmûrê di roja 12’an de dewam dike
09:01 ‘Rejîma Îranê li ber hilweşînê ye'
09:00 Dadgehê projeya bazirganiyê ya qeyûm red kir
09:00 ROJEVA 31'Ê GULANA 2023'YAN
08:22 Cenazeyê Emrah Arpak piştî 56 rojan radestî malbata wî hate kirin
30/05/2023
22:13 Kesên di binçavan de hatin windakirin hatin bibîranîn
21:08 Encamên hilbijartina parlamenteriyê di Rojnameya Fermî de hat weşandin
20:16 Li Gazîosmanpaşayê êrişî buroya CHP’ê kirin
18:17 Alî Çîçek li ser gora xwe hat bibîranîn
16:48 Çînê cara ewil astronoteke sivîl şand fezayê
16:23 TJA: Ev hilbijartin rewa nînin û dê têkoşîna xwe bi serkeftinê tacîdar bikin
16:09 Çemê Periyê rabû: Mal û gov di bin avê de man
15:53 Piştî civîna ‘heyama nû’ daxuyanî: Em ê encaman bi berfirehî binirxînin û berxwedana xwe bi pêş ve bibin
15:52 Komên paramîlîter li Efrînê 2 welatî revandin
15:52 Dînamîtên Înşaeta Gurbagê diteqîne ziyanê didin hawirdorê
15:35 Di doza Sakîne Kultur a hatibû qetilkirin de dê qeydên HTS’ê bên lêkolînkirin
15:10 Bi komî deng dabûn: Partiyên Tifaqa Cûmhûr û Milet îtîraz qebûl nekirin
15:09 Dabeşkirina kursiyan a li Meclisê diyar bû
14:58 Li Mûşê lehî rabû: Gelek sewal ber lehiyê ketin
14:57 7 sal û 6 meh ceza li Serokê Baroya Amedê yê berê hat birîn
14:27 Xelkê Mexmûrê 11 roj in li dijî dorpêçê li ber xwe dide
14:14 Malbata Şenyaşar: Têkoşîn nifteya edaletê ye
13:28 Rojnamevanên ku qetilkirina Jîna Emînî ragihandibûn derketin pêşberî dadger
13:26 Endamê Meclisa HDP’ê Aydin hate girtin
13:01 Rojnameger Boltan hate berdan
12:55 Li Iraqê hejmartina nifûsê hate taloqkirin
12:28 RTÛK’ê derheqê 6 kanalan de lêkolîna ‘hilbijartinê’ da destpêkirin
11:55 Baroyê der barê tundiya polîsan de daxwaza ‘lêpirsîneke bi bandor’ kir
11:17 Li Navenda Giştî ya HDP’ê civîna ‘heyama nû’ dest pê kir
11:11 Bazirganiya derve her ku diçe bêhtir li kêmiyê dide