ENQERE - Walîtiya Enqerê, şaxên Malêngel ên Batîkent, Seyran Umut û Pirtûkxaneya Ethem Sarisuluk bi hinceta “Bê destûr xebatên perwerde dayîn dikin” mor kir.
Walîtiya Enqerê, şaxên Malêngel ên Batîkent, Seyran Umut û Pirtûkxaneya Ethem Sarisuluk bi hinceta “Bê destûr xebatên perwerde dayîn dikin” mor kir. Li gorî agahiyên hatin bi dest xistin, di saetên serê sibê de rayedarên walîtiyê çûn avahiyên şaxên Malagel û pirtûkxaneyê wêne kêşan û lêgerîn pêk anîn. Dûre rayedarên walîtiyê bi hinceta “Bê destûr xebatên perwerdê dayîn dikin” Şaxên Malêngel ên Batîkent, Seyran Umut û Pirtûkxaneya Ethem Sarisuluk ên li taxa Tuzluçayirê mor kirin.
Endamê Lijneya Rêveberiya Navenda Malagel Nebiye Mertturk û çar endamên MalaGel, ji ber ku bertek nîşanî biryara mor kirinê dan, li ber şaxa Malagel a Seyran Umut ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.