ÎZMÎR - Rojnamegerên siberojê piştî rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ji aliyê qeyûm ve hat desteserkirin, bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ji ber vê rewşê ew dê nikaribin cih ji xwe re bibînin û gotin: "Medya dixin destê xwe û bi nûçeyên derew civakê kor dikin. Ger ku rojnameger ne azad be civak jî ne azad e. Azadiyê tune dikin."
Li Tirkiye di 20'ê Tîrmleha 2016'an de OHAL hat îlankirin. Piştî OHAL'ê bi KHK'yan bi dehan saziyên çapemeniyê hatin girtin. Radyo, televîzyon, rojname û ajansên nûçeyan hatin girtin. Li şûna wan rojname, televizyon û ajansên li ser înternetê pêş ket. OHAL nêzî 20 mehin didome. Di vê pêvajoya OHAL'ê de zext û astengiyên li ser çapemeniyê bi rêbazên cuda berdewam dikin. Piştî RTUK'ê înternet xist bin kontrola xwe û Koma Medyayê ya Dogan hat firotin, herî dawî di 28'ê Adarê de hikûmetê bi riya qeyûm Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gun desteser kir û rê li pêş weşanê girt. Bi girtina çapxaneyê re Rojnameya Welat jî nikare êdî çap bike. Xwendekarên Beşa Ragihandinê yên Zanîngeha Ege, bertek nîşanî vê yekê dan û diyar kirin ku rojnamegerên siberojê dê sibê nikaribin cihekî ji bo xwe bi dest bixin.
'DEST XISTINE QIRIKA ROJNAMEGERAN'
Xwendekara Beşa Ragihandinê ya Zanîngeha Ege Gulben Yildirim, diyar kir ku li welatê ku di şertên asayî de şert û mercên xebatên pir dijwar in, bi taybetnî piştî OHAL hat îlankirin şert û mercên xebatê bêtir dijwar bûn. Yildirim, anî ziman ku piştî dewlet û hikûmetê medya xist bin destê xwe êdî şert û mercên xebatê nemaye û wiha got: "Niha dest xistine xirika rojnamegeran. Naxwaze rewşenbirî û rojnamegerî pêş bikeve. Naxwazin ramana azad û civaka azad pêş bikeve. Ez naxwazim di bin siya tayyip Erdogan de rojnamegeriyê bikim. Dixwazin li şuna ronakbirî û rewşenbiriye rojnamegerên Tirkiye têxin nava rojên tari ava bikin.
'GELEK ROJNAMEGER WELAT TERK KIRIN'
Yildirim, destnîşan kir ku fikara wê ya rojnamegeriyek azad pêş bixin zêde dibe û wiha got: "Ji ber şertên rojnamegeriyek azad li welat nemaye, rojnameger koçî dervê welat dikin. Welat terk dikin. Ez jî dikarin biçin dervê welat. Lê ez dixwazin rojnamegeriya azad ne li derve welat, li hundirê welat bikim. Niha tenê pirsgirêka me tunebûna azadiyan e. Divê destnedayîna rojnamegeran hebe. "
‘AZADIYÊ TUNE DIKIN'
Xwendekarê Zanîngeha Ege Fakî Aydin jî diyar kir ku di salên 1990'an de xwestin medya têxin yek destî û wiha got: "Dixwazin medya bikin amûra propaganda devê dewletê. Medya ji erka xwe ya venertinê bêpar tê hiştin. Gel êdî baweriya xwe bi medya destê îktîdarê nîne. Ji ber ku medya jî êdî bûye dijminê civakê. Azadî tê tunekirin. Tunekirina rojnamegeriya azad, tunekirina azadiyê ye. Hilberîna nûçeyên derew, korkirina civakê ye. Xapandin e. Rojnameger ne azad be civak jî ne azad e."
'GER KU EZ DI MEDYA HAWIZ DE BIXEBITIM EZ DÊ ÎXANETÊ LI NIRXÊN XWE BIKIM'
Aydin, da zanîn ku ger zanîngehê xelas bike jî dê di medya hawiz ne kar neke û wiha got: "Ger ku ez di medya hawiz de bixebitim ez dê îxanetê li nirxên xwe bikim. Ji ber ku medya hawiz deng û vîna min nîşan nade. Min ji min biyanî dike. Nabe dengê kurdan, elewiyan û bindestan.
Rojnamegera siberojê Emek Kslsnç jî ani ziman ku piştî her tişt ket destê medya hawiz û mêrane êdî di siberojê de cih ji xwe re nabîne û wiha got: "Di ser medya re êrîş dikin. Împaratoriya tirsê ava dikin.
Xwendekara Zanîngehê Can Kipçak jî anî ziman ku bi vê nêzîkatiya li hemberî medya dixwazin li şûna pirdengîyê yekdengîyê ava bikin û ev yek li dijî demokrasiyê ye. Kipçak, destnîşan kir ku ev yek dê rojnaemgerî û nûçegîhaniya nûçeyên objektif û bê ali ji holê rake û de rê li pêş rojnamegeriya azad bigire.