ÎZMÎR – Yakûp Îrlanê ku di du salên dawî de gelek caran hat binçavkirin got: “Beriya rojên taybet ên ji bo kurdan, çenteyê xwe amade dikim û dibêjim ji xwe dê operasyon pêk bê.” Parêzerê wî Mazlûm Demîrbag jî got, ji roja ku çêbûye muameleya “gumanbariyê” pê tê kirin.
Li Îzmîrê di 15’ê Adarê beriya Newrozê de polîsan avêt ser gelek malan û gelek kes binçavkirin. Yek ji van kesan Yakûp Îrlan e. Îrlan ê hat binçavkirin çend roj berê hat berdan. Ji ber ku tim tê binçavkirin, wê Îrlan tevî parêzerê xwe gilî bike.
Îrlanê ku di sala çûyîn di 16’ê Adarê de hat binçavkirin, piştî gelek rojan hatibû berdan. Ji ber ku di bin çavan de bû Îrlan tev li pîrozbahiyên Newrozê nebûbû. Di heman salê de di salvegera Şoreşa Rojavayê beriya 19’ê Tîrmehê dîsa hatibû binçavkirin û 4 meh şûn de beriya salvegera damezrandina PKK’ê 27’ê Mijdarê dîsa di avêtina ser malê de hatibû binçavkirin û herî dawî jî beriya Newroza 2018’an careke din hat binçavkirin.
Ji ber operasyonan Îrlan ji karê xwe yê li cem mobîlyavan bû û dûre li devereke din dest bi kar kir. Dema dixebitî hat binçavkirin û dîsa neçar ma dev ji kar berde û vê carê di sektora molbilyayê de li cem kesekî din dest bi kar kir. Li vî cihê nû jî piştî demekê, beriya 27’ê Mijdarê hat binçavkirin û ji ber 7 rojan di bin çavan de ma ji kar hat derxistin. Beriya Newroza 2018’an ji ber ku hat binçavkirin û piştî hat berdan hosteyê wî got: “Hêviya me ji te nemabû, ji ber wê me kesek din girt.” Li ser vê Îrlan dîsa li karekî din geriya.
'ÇENTÊ MIN AMADE YE’
Îrlan, bi lêv kir ku tiştên tên serê wî, bi zanebûnî tên kirin. Îrlan destnîşan kir ku ev yek ji bo “çavtirsandinê” tê kirin. Îrlan, anî ziman ku ji ber vê rewşê tê xwestin di warê derûnî de malbata wî jî têxin bin zextan. Îrlan, diyar kir ku li ser îxbarên bêbinî bi awayekî kêfî tê binçavkirin. Îrlan, destnîşan kir ku ew û malbata wî tev de beriya rojên ji bo kurdan taybet tim li benda avêtina ser malê ne û got: “Beriya her rojên taybet malbata min êdî hîn bûye; ‘Yakûp wê te bibin. Çenteyê xwe amade bike.’ Ê min jî êdî firçeya min a diranan, cilên min ên bin tim amade ne. Dema cejeneke kurdan çê bibe, çalakiyek bê lidarxistin çenteyê min tim amade ye. Dibe ku ji nişkave bên. Êdî ev veguheriye rewşeke hînbûyî. Ji ber îxbarên bêbinî tim têm binçavkirin û ev 2 sal in nikarim tev li pîrozbahiyên Newrozê bibim.” Îrlan diyar kir ku ev yek bi zanebûnî tê kirin û ew ê giliyê berpirsiyaran bike.
'EM Ê GILÎ BIKIN’
Parêzerê wî Mazlûm Demîrbag jî, diyar kir ku muwekîlê wî di lîsteya binçavkirinê ya emniyetê de tim di serî de ye û got, ji roja ku çêbûye muameleya “gumanbariyê” pê tê kirin. Demîrbag, diyar kir ku emniyet nakeve pêyî rastî û lêkolîna îxbarên bêbinî û ew ê pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin. Demîrbag, diyar kir ku ev îxbarên bêbinî û operasyonên tên kirin hemû kêfî ne û ew ê giliyê berpirsiyaran bikin.