WAN –Waniyan bertek nîşanî destdanîna ser Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Matbaaya Gunê û ji ber nebûna matbaayê neçapkirina Rojnameya Welatê dan û gotin: “Ev rojname ji dema Mûsa Anter vê digihêjin me. Çi dikin bila bikin, lê dê dîsa jî bigihîjînin me.”
Piştî Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Matbaaya Gunê hatin desteserikirin û qeyûm tayînî wan hat kirin, tekane rojnameya rojane ya kurdî Welat jî ji ber nebûna çapxaneyê wekî fotokopî hat derxistin. Xwendevanên rojnameyê yên rojnameyê wekî fotokopî kirîn, diyar kirin ku wê rojname bi her awayî bigihîje ber destê wan û roj roja xwedîderketina li rojnameyan e.
‘WÊ EV ROJNAME BIGIHÎJE BER DESTÊ ME’
Xwendevanê rojnameyê Nevzat Orman, destnîşan kir ku êdî pêvajo hatiye asteke wisa ku mafê mirovan ê nûçewergirtinê jî tê binpêkirin. Orman got: “Îro derxistina rojnameyekê eger evqasî tesîrê li îktîdarê dike û bi ser de tên, divê em li ser vê yekê bifikirin. Di Dadgeha Îstiklalê de jî ev biryar nedihatin dayîn. Ev tişt bi nirxên miroviyî nayên pîvandin. Ji dema Mûsa Anter ve edet û kevneşopiyeke van rojnameyan heye. Bêguman wê ev rojname derkeve. Tu rejîm ne mayînde ye. Wê ev roj jî derbas bibin. Bi van tiştan nikarin vîna gel bişkînin.” kurdî pergalê ewqasî ditirsîne
Orman, diyar kir ku ew ê hejmara dawîn a Welatê ku bi awayekî fotokopî hat derxistin di arşîvên xwe de veşêrin.
'AZADIYA ÇAPEMENIYÊ TUNE YE’
Aboneyê rojnameyê Şehmus Koçak jî, bal kişand ser azadiya çapemeniyê ya ku tune ye û anî ziman ku ew ê tayînkirina qeyûm qebûl nekirin. Xwendevanê rojnameyê Fahrettîn Kaya jî got. “Me ji van rojnameyan hemû agahî û nûçe digirtin. Li cîhanê çi diqewime, çi naqewime, em ji van rojnameyan hîn dibûn. Di rojnameyên din de ev nûçe tune ne. Di rojnameyên me de rastî hebûn. Ji ber vê girtin. Eger li vî welatî demokrasi hebûne, wê rojname nehatana girtin û qeyûm nehatanan tayînkirin.”
'WÊ XWENDEVAN XWEDÎ LI ROJNAMEYA XWE DERKEVE’
Xwendevanê rojnameya Welatê Hamdullah Kumli bi bîr xist li ser çapemeniya kurd zext û zorî hene. Kumlî diyar kir ku bi salan e wan ev rojname dixwendin. Kumli destnîşan kir ku her çend rê li ber bigirin jî, ew ê xwedî li rojnameya xwe derkevin. Xwendevanê rojnameyê Agît Avşîn jî, destnîşan kir ku kevneşopiya Ozgurlukçu Demokrasî û Welatê di 40 salan de gelek caran hatiye girtin. Avşîn diyar kir ku lê belê wê dîsa jî rojname bigihîjin wan û bang li her kesî kir ku xwedî li rojnameyên xwe derkevin.
'BI AWAYEKÎ FOTOKOPÎ BELAVKIRINA WÊ WATEDAR E’
Abone û xwendevanê rojnameyan Bedrî Yamaç jî destnîşankirin ku ew destserkirina rojnameyên Welat û Ozgurlukçu Demokrasiyê şermezar dikin û got: “Ev di xwezaya faşîzmê de heye, em neheyirîn. Ji bo berdewamiya hebûna çapemeniya azad çi hewce be divê bê kirin. Divê xwendevan jî destekê bidin rojnameyên xwe. Bi awayekî fotokopî belavkirina Rojnameya Welatê zaf watedar e.”
'WÊ BI HER AWAYÎ BIGIHÎJE XWENDEVANÊN XWE’
Yamaç, destnîşan kir ku Roojnameya Welatê li Tirkiyeyê tekane rojnameya kurdî ya rojane ye. Yamaç, diyar kir ku ji aliyê weşanxaneyan ve neçapkirina vê rojnameyê cihê şermê ye û got: “Lê wê rojname bigihîje xwendevanên xwe. Heke bivê divê li ser înternetê û medyaya civakî bigihîje xwendevanan. Di çapemeniya kurdî de cihê wê nayê dagirtin. Di salên 90’î de dema hemû rojname hatin girtin, tenê Azadiya Welat derdiket. Bi rastî jî di warê nûçewergirtinê de me pir sûd ji Welatê digirt. Wê demê jî me ew dişopand. Di warê pêşvexistina zimanê kurdî de jî zaf girîng bû.”
MA / Mujdat Can - Mahmut Rudavans