AMED – Rojnamegeran tayînkirina qeyûma li ser Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gun û neçapkirina Rojnameya Welat nirxandin û gotin: “Tayînkirina qeyûm û girtina çapxaneyan di cîhanê de yekemîn car e. Di salên 90’î de jî ev zext hebûn, lê ne wek zextên niha bûn. Qanûn û hiqûq nemaye, desthilatdarî û Serokomar li gorî xwe çapemeniya yek deng ava dikin. Divê hemû rojnamegerên di bin zextan de xwe bikin yek.”
Hikumeta AKP’ê beriya hilbijartinên 2019’an zextên xwe li ser çapemeniya azad û muxalîf zêde kir û dixwaze hemû çapemeniyê bixe bin kontrola xwe. Yek ji van zextan jî ya herî dawî qeyûm tayînî ser Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gun kirin. Piştî qeyûma tayînkirinê çapxaneyên li Tirkiyeyê deriyên xwe li çapkirina Rojnameya Welat a tekane li Tirkiyeyê weşana bi kurdî dike girtin û çap nekirin. Ji ber ne çapkirinê rojname dawî li weşana xwe ya çapkirinê anî û dê ji niha şûn ve li ser înternetê weşana xwe bidomîne.
Bi tayînkirina qeyûm a ser rojname, çapxaneyê û çapnekirina rojnameya Welat, serdemek nû ya zextên li ser çapemeniyê dest pê kir. Rojnamegerên bi salan e li herêmê dixebitin li dijî van pêkanîn û zextên sosret ên li ser çapemeniyê bertek nîşan dan.
Nûnerê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) ê Amedê û di heman demê de nûçegihanê rojnameya Cumhuriyetê Mahmut Oral ê bi salan e rojnamegeriyê dike anî ziman ku tayînkirina qeyûmê ser rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gun re çapemeniya azad bi zextên nû re rû bi rû ma û tayînkirina qeyûm û neçapkirina rojnameya Welat wek sosret pênase kir. Oral bibîr xist ku ji ber çapxaneyan deriyê xwe li Welat girt û nehat çapkirin neçar ma ku bi awayê fotokopî rojname derbikeve û vê yekê jî wek mînakek yekemîn a di dîroka rojnamegeriyê de şîrove kir.
‘ŞERMA DÎROKÎ YE’
Oral diyar kir ku desthilardarî çapemeniya yek deng ava dike û got: “Tayînkirina qeyûm a ser rojnameyê li cîhanê yekemîn car e. Heta niha min pêkanînek wiha nedîtiye. Ev şerma dîrokî ye.” Oral da zanîn ku di serdemek ku avahiyên rojnameyan hatin bombebarankirin û xebatkarên wê hatin kuştin çapxane nehat girtin û rojnameyê weşana xwe dewam kir, lê îro bi tayînkirina qeyûm re hemû riyên weşangeriyê qedexe dikin. Oral got ku ew ê wek sendîkayê her tim bi hempîşeyên xwe re di nav piştevaniyê de bin û dê li dijî van zextan têkoşîna xwe dewam bikin.
‘EM Ê DEST JI PÊNÛSA XWE BERNEDIN’
Rojnameger Faruk Balikçi yê bi salan e li herêmê rojnamevaniyê dike jî destnîşan kir ku li ser rojnameyan û rojnamegeran jixwe zext hebûn, lê di rojên dawî de ev yek her ku diçe ev zext jî zêde bûn. Balikçi bal kişand ser tayînkirina qeyûm a ser rojname û çapxaneyê û wiha got: “Em wek rojnamegeran yekemîn car di dîrokê de dibînin ku qeyûm tayînî rojnameyan dikin. Heta niha di cîhanê de nebûme şahidê tayînkirina qeyûman. Ez ne bawerim ev yek li tu devera cîhanê hebe. Tayînkirina qeyûm û girtina çapxaneyê dozaja zextên li ser rojnamegeran dide nîşandan. Jixwe medya di bin kontrola desthilatdariyê de bû, bi kirîna Koma Medya Doganê re bi temamî medyayê kirin alîgirên xwe. Li aliyê din jî çapemeniya azad hebû. Niha jî hin bêtir bi ser çapameniya azad ve diçin. Dê ev yek heta ku biçe em nizanin. Em rojnameger heta ji destê me bê û zext li ser me dewam bikin jî em ê dest ji penûsa xwe bernedin. Pênûsa rojnamegeran nayê şikandin. Dê her tim rastiyê binivîsinin.”
‘BI TIRSÊ ZEXTAN ZÊDE BÛN E’
Balikçi da zanîn ji bilî rojnameya Welat ku bi kurdî weşanê dike li Tirkiyeyê wekî din tu rojnameyek din nîne û wiha domand: “Hem li ser weşangeriya kurdî û hem jî li ser zimanê kurdî zext zêde dibin. Ji ber ku împaratoriya tirsê li ser çapxaneyan hatiye avakirin, xwediyên çapxaneyan newêrin rojnameya Welat çap bikin. Bi tirsa ku ‘ez vê rojnameyê çap bikim, dê rojnameya min jî bigirin’ tevdigerin.”
‘DESTHILATDARÎ JI KOKÊ WEŞANÊ ZIWA DIKE’
Balikçi yê ku şahidiya rojnamegeriya salên 1990’an kir û hempîşeyê wî li kêleka wî hat kuştin, ferqa wê demê û niha wiha nirxand: “Di salên 90’î de rojname hatin bombebarankirin û xebatkar hatin kuştin. Lê wê demê bi temamî rojname nedihat girtin. Desthilatdariyên wê demê, qedexeya weşanê datanîn ser rojnameyan. Lê desthilatdariya îro rojnameyan ji kokê ziwa dike. Rojnameyekê bi temamî ji holê radike û tune dike. Wê demê jî zext li ser rojnamegeran jî hebû û niha jî heman zext dewam dikin.”
Balikçi banga hevgirtina rojnamegeran kir û got ku di vê pêvajoya dijwar de ji bilî ku rojnameger hevbigirin û piştevaniya hev bikin tu şansê wan nîne.
‘DIXWAZIN BI QEYÛMAN XWE SERDEST BIKIN’
Nûçegihanê Televîzyona Kurdsat Newsê yê Amedê Ferat Memhmetoglu jî diyar kir ku tayînkirina qeyûman li ser daxwaza hikumeta AKP’ê û Serokomar Erdogan tê kirin û wiha got: “Ev polîtîkayek wan a ku serdest bimînin. Çunkî van biryarên xwe bicih neynin, ne mimkûn e serdest bimînin. Tayînkirina qeyûmên li ser rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û desteserkirina Çapxaneya Gun û ne çapkirina rojnameya Welat dewama, bi KHK’yan a girtina ajans, rojname, televîzyon, radyo, malperan e û her wiha betalkirina frekansên televîzyonên Başûrê Kurdistanê ye. Tenê ne çapemeniya kurd di hedefa wan de ye, hemû çapemeniya çepgir û muxalîf di hedefa wan de ye.”
‘DIVÊ EM JI BO ZEXTÊN NÛ AMADE BIN’
Mehmetoglu anî ziman ku êrîş, desteserkirin û zextên li ser Welat û Ozgurlukçu Demokrasî ji bo kurdan tiştek xerîb nîne û dewam kir: “Divê em ji bo zextên siberojê amade bin. Ji niha ve qanûn derxistin û bi riya RTÛK’ê dê rojnamegeriya înternetê jî bê şopandin, dê bê qedexekirin. Wê beriya hilbijartinê bi taybetî ji bo ragihandina kurdan û çapemeniya muxalîf were astengkirin. Çunkî bingeha wê hatiye amadekirin. Li Tirkiyeyê hiqûq nemaye. Êdî tu nikarî mafê yê çapkirinê û rojnamevaniyê jî biparêzî.”
‘QANÛN Û HIQÛQ NEMAYE’
Mehmetoglu bal kişand ser qanûnên çapxaneyan ên li Tirkiyeyê û got: “Li gorî qanûnên Tirkiyeyê, çapxaneyek nikare bêje ‘ez nikarim rojnameyek û pirtûkekê çap bikim.’ Zagonên wan hene, lê zagonên xwe binpê dikin. Lê ji ber ku qanûn û hiqûq nemaye her tişt li gorî daxwaza Serokomar Erdogan tê sererastkirin. Ji bo ku raya giştî bi van tiştan nehise bingeha her tiştî amade kirin e û her tiştî qedexe dikin.”
‘HEMÛ MAFÊ KURDAN QEDEXE DIKIN’
Mehmetoglu bibîr xist ku demek dirêj e li Tirkiyeyê çapemeniyek yek deng heye û ev nirxandin kir: “Sosreta televîzyona Haberturk a li Efrînê li holê ye ku bi kîjan şêweyê weşangeriyê dike. Yên ku qeyûman tayînî ser rojnameyê bikin û çapxaneyan tehdîd bikin, dê di siberojê de hesabên medya civakî yên rojnamegeran jî asteng û qedexe bikin. Yên ku di 2015 û 2016’an de înternetê li bajarên bakurê Kurdistanê asteng kirin, dê siberojê jî ji înternetê bigire heta mafê temaşekirin û ragihandinê jî dê li ser kurdan qedexe bikin.”
‘DIVÊ XELKÊ ME LI TELEVÎZYONÊN TIRKAN TEMAŞE NEKE’
Mehmetoglu derbirî ku pêwîste hemû rojnameger û saziyên ragihandina kurdan xwe bikin yek û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Lazim e li dijî zextan helwesta xwe bikin yek. Divê xelkê me li Bakurê Kurdistanê rojnameyên çapemeniya aligîr nestînin û nexwînin. Her wiha divê li televîzyonên medya alîgir jî neyên temaşekirin. Ev yek jî mafê wan e ku berteka xwe wiha bidin nîşandan. Hemin hûn çapemeniya kurdan qedexe dikin û nûçeyên derew çêdikin, mafê kurdan jî heye ku li we temaşe nekin.”
MA / Bîlal Guldem