STENBOL – Aborînas Îzzettîn Onder, diyar kir ku li Tirkiye krîza aborî heye û wiha got: "Îktîdara AKP'ê dixwaze krîza aborî bi siyasetê veşêre. Li aliyekî operasyonên leşkerî, li aliyekî srûd û gotinên nû ser krîzê bin cil dike. Ev rewş dibibe wekî kesekî di trêna bi lez diçe de tiştekî nebîne. Wekî kesê di çama trênê de li derve binere û yek din jî têkeve baholê wî û alavê wî bidize.
Lîrayê Tirk li hemberî Dolar û Euro her ku diçe qîmeta xwe winda dike. Bazirganiya îtalatê zêde dibe û îmalat kêm dibe. Her ku diçe deynê Tirkiye ye welatê derve zêde dibe. Ceyran, Benzîn, goşt û gelek tiştên din zem dibe. Lê dîsa Serokêk AKP'ê Tayyip Erdogan, diparêze ku pirsgirêka wan a aborî tune ye. Aborînas Prof. Dr. Îzzettin Onder, diyar kir ku gelek daneyên ku Tirkiye ketiye nava krîza aborî heye, lê îktîdara AKP'ê bi siyasetê ser vê yekê vedişêre.
Onder, anî ziman ku 1 Dolar bûye 4 TL û 1 Euro bûye 5 TL û rêjeya faîzê her ku diçe zêde dibe. Onder, anî ziman ku dema dowîz li hemberî TL zêde bibe hilberîn kêm dibe û êdî kirîna mal jî kêm dibe û wiha got: "Qîmeta malê Tirkiye li hemberî malê derve kêm dibe. Her ku dowîz zêde dibe qîmeta malê Tirkiye namîne. Dema firma hilberinê dikin dikevin bin deynan. Ji ber ku dikevin bin deynan êdî xebatên xwe radiwestînin. Ev yek bi xwe re faizek zêde tîne. Mixabin ev yek bi xwe re di qada kedê de neheqî û kedxwariyekê jî tîne."
‘RÊBER ÎMF YE'
Onder anî ziman ku îktîdara AKP’ê di polîtîkayên aboriyê de IMF ji xwe re kiriye rêber û wiha got: “Her çend Tirkiye ÎMF ji bo xwe rêber nîşan bide jî berpirsiyarê vê yekê dîsa îktîdara AKP'ê ye. Tirkiye ne mecbûr e li gorî polîtîkayên aborî yên IMF tev bigere. IMF ji bo xwe qada aboriyê ya sermayeyen li derve maye û nikaribe li derve razemeniyê bike ya bi kara zêde ava kiriye. Felsefeya bernameya 2000'an ev e. Hem dixwaze pereyên ji derve hatin qîmeta xwe winda neke û hem jî dixwaze faîza wê jî zêde be. Ev rewş her çend bi awayekî şeklî Tirkiye dewlemend xuya bike jî di cewher û naveroka wê de Tirkiye di qada aborî de di qrîzê de ye. Ev rewş nişan dide ku di qada aborî de dihile. Di qada aborî de hilandinek cîddî heye. Nîşana vê yekê ya herî şênber betalî ye. Ji ber vê yekê nikarin rê li pêş enflasyonê bigirin. Ji ber vê yekê pereyan ji derve deyn dikin. Ji ber vê yekê qîmeta TL li hemberî dowîzan kêm dibe. Deynê derve zêde dibe. Ji ber vê yekê xwezî AKP'ê polîtîkayên IMF’ê red kiribûna. "
Onder, anî ziman ku wekî nexweşiyek hêdî hêdî pêş bikeve ye û wiha got: "Welat bi nexweşiyek wisa di demek kurt de têk naçe. Hêdî hêdî têk diçe. Lê welat ferk nake çawa têk diçe. Bi çavkaniyên derve xwe li ser piyan dihêle. Her ku diçe dibe deyndarê welatên derve.
ÊDÎ DOLAR KÊM NABE
Onder, anî ziman ku piştî vê saetê û şûnde Dolar êdî kêm nabe û wiha lê zêde kir: “Şertê sereke divê êdî hikûmet her tiştî rast bi raya giştî re parve bike. Dolar bû 4 TL. Tirkiye li gorî aboriya cîhanê neçar e asta dolar li hemberî TL bilind bike. An dê faîzê zêde bike an dê dolar zêde bike. Ji ber ku nikare faizê zêde bike vê carê dolar zêde dike. Dolar êdî danakeve bin sînrê 3.75 yan"
BI SIYASETÊ SER KRÎZÊ DIGIRE
Onder, anî ziman ku îktîdara AKP'ê hewl dide ku ser qrîza aborî bi riya siyasetê bigire û ji raya gişti veşêre û wiha bi dawî kir: "Ji bo ser vê yekê bigire operasyonên siyasî û leşkerî pêk tîne. Hilbijartina pêşwext û srudên neteweyî dixe meriyetê. AKP bê navber projeyan pêş dixe. Îktîdara AKP'ê dixwaze qrîza aborî bi siyasetê veşêre. Li aliyekî operasyonên leşkerî, li aliyekî srûd û gotinên nû ser qrîzê bin cil dike. Ev rewş dibibe wekî kesekî di trêna bi lez diçe de tiştekî nebîne. Wekî kesê di çama trênê de li derve binere û yek din jî têkeve baholê wî û alavê wî bidize. Êdî canavar rûyê xwe nîşanî me da.
Cîgire Serokwezîr Mehmet Şimşek di Zîrveya Aborî ya Uludagê de bal kişand ser pirsgirêka aborî. Li Tirkiye êdî rê li pêş enflasyonê nayê girtin. Di sala 2000'an de bi bernameyê enflasyon asê kirin. Lê derbas nekirin. Ez bawer nakim ku ev yek fam kiribin. Beriya ku ber bi hilbijartina Serokatiyê ve biçin ez bawer nakim ku enflasyonê asteng bikin. Ji ber ku êdî canavar rûyê xwe yê rastî nîşan daye û Ji sedî 10 zêde bû. Niha aboriya me bê berhem e. Li vir hatinek pir bê hevsengî heye.
MA / Muhammet Dogru