STENBOL - Nivîskar Aydin Engîn bertek nîşanî dest danîna ser rojnameya Ozgurlukçu Demokrasrî da û got: “Min 3 pêvajoyên rewşa awarte dîtin, lê min serdemek wiha nedît. Bi hemû derfetên di destên me de divê em medyaya azad biparêzin.”
Nivîskarê Rojnameya Cumhuriyetê Aydin Engîn, derbarê dest danîn ser Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî, Çapxaneya Gun û firotin Koma Medya Dogan de axivî û nixandin kir. Engîn, diyar kir ku êrîşên li ser medyaya tevgera siyaseta kurd pir zêdene û wiha got: “Herî dawî qeyûm tayînê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî kirin û xwestin medyay kurd bi dawî bikin.”
‘ÊN BIRYARDAR DÊ RÊYEKÊ DIBÎNIN’
Engîn, anî ziman ku ligel hemû êrîşan jî heya roja îro medyaya kurd bi navên cûda rêya xwe berdewam kir û wiha bilêv kir: “Bi dest danîna ser Ozgurlukçû Demokrasî xwestin van rêyan qût bikin. Bi girtina televîzyonan xwestin medyaya dîtbar ji holê rabikin. Niha jî dixwazin medyaya nivîskar ji holê rabikin. Ez difirim ku yên berxwedêr û biryardar dê bi rêyek cûda cardin dest bi meşa xwe bikin.”
'JI HERÊMÊ AGAHÎ GIRTIN TÊ ASTENGKIRIN'
Engîn, da zanîn ku ji herêmê agahî girtin tê astengkirin û wiha pê de çû: “Hewl didin azadiya mafê agahî girtinê yê mirovên herêmê sînordar bikin. Ji îro û şûn de dê hewl bidin bi nûçeyên derew mirovan bixapînin. Naxwazin mirovên herêmê agahiyan bigirin. Lê ev têkoşînek siyasiye. Divê em bi hemû derfetên di destên xwe de, medyaya azad biparêzin û hembêz bikin.”
'MEDYAYEK TEKPARÊZ AVA BÛ’
Engîn, derbarê firotina Koma Medya Dogan de jî axivî û wiha domand: “Heya niha gelek partî, şîrket, saziyên fînasê, hikûmet, dewlet û rojname hatine kirin, lê keseke mîna desthilatdariya AKP’ê serî li rêbazên wiha qirêj nedan. Em fêrî kirîna rojnameyan bûbûn. Li her dervera cîhê ev wihaye. Lê AKP, di demên dawî de berî 3 hilbijartinan, pêngavek mezin avêt. Li şûna rojnameyan bikire, rojnameger û xebatkarên televîzyonan kirîn. Demîroren nêzî hikûmeta AKP’ê ye. Li gorî min ne Demîroren, AKP û Erdogan Medyaya Dogan kirî. Niha tenê dengên mûxalîf ên nivîskî rojnameyên Cumhuriyet, Bîrgûn û Evrenselê mane. Ji xwe dest danîn ser Ozgurlukçû Demokrasî. Li cîhanê medyaya yekparêz a mînaka wê tuneyî ava kirin.”
'PÊVAJO DÊ GIRANTIR BIBE'
Engîn, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ji bo medyayê dê pêvajo girantir bibe. Ev 48 salin vî karî dikim. Min 3 pêvajoyên rewşa awarte dîtin, lê min serdemek wiha nedît. Dewlet bi darê zorê mafê me yê agahî girtinê ji destê me digire. Di qada çapemeniyê de em nû nû rastî pêngavên êrîşan tên. Di serdema pêş me de dê ev êrîş zêdetir bibin. Hîna hemû medya deste ser nekirine. Ger vê yekê bi ser bixin, dê bi medyaya di destê xwe de hewl dibin bi nûçeyên derew gel bixapînin. Ji bo dengên xwe ber alî bikin, tişta ji wan were dê bikin.”
MA / Bîlal Seçkîn