Konferansa Komara Demokratîk: Pergaleke din pêkan e

  • rojane
  • 09:02 27 Çile 2023
  • |
img
ENQERE - Endamê MYK'a HDP'ê Emîr Alî Turkmen diyar kir ku dê di Konferansa Komara Demokratîk de pirsgirêka demokrasiyê ya sedsalî ya Tirkiyeyê bê nîqaşkirin û got: "Pergaleke din pêkan e." 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), dê "Konferansa Komara Demokratîk" li dar bixe. Konferans dê di navbera 4-5'ê Sibatê de li Stenbolê bê lidarxistin. Tevî pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê dê nûnerên muxalefeta civakî, rewşenbîr, hunermend, bawermend, rêxistinên jinan, ekolojîst, astengdar û rêxistinên ciwanan jî tevlî konferansê bibin. Di konferansê de dê avakirina Komara Demokratîk bê nîqaşkirin. 
 
Endamê Desteya Rêveber a Navendî (MYK) ya HDP'ê Emîr Alî Turkmen têkildarî konferansê axivî. Turkmen diyar kir ku dê di Konferansa Komara Demokratîk de pirsgirêka demokrasiyê ya sedsalî ya Tirkiyeyê bê nîqaşkirin û got: "Pergaleke din pêkan e." 
 
Emîr Alî Turkmen
 
DI KONFERANSÊ DE DÊ ÇI BÊ NÎQAŞKIRIN?
 
Turkmen diyar kir ku di konferanseke du rojî de nîqaşkirina hemû sernavan ne pêlan e, lê ev konferans dê konferansa destpêkê be û got: "Me gelek mijar daxilî nava rojevê nekirin. Di rojên pêş de dê li qadên cuda nîqaşkirina Komara Demokratîk bidome û em ê ji bo vê panelan li dar bixin. Em di pêvajoyeke wisa de ku şer, kedxwarî, xizanî, bihabûn veguherîne pirsgirêkên kronîk, dixwazin ji bo pêşxistina daxwazên ji bo têkoşîna aştiyê û avakirina xeteke têkoşînê ya li ser esasê fikra Komara Demokratîk biaxivin. Em dixwazin di sedsala duyemîn a komarê de pêvajoya avakirina Komara Demokratîk û daxwazên ji bo hevwelatîbûnê nîqaş bikin." 
 
Turkmen da zanîn ku tevahiya derdorên civakî pirsa "çima komar û demokrasî nayên cem hev" dikin û got: "Em dixwazin vê yekê nîqaş bikin. Ev dê bibe rûniştinek ku bê partiya me HDP çawa nêzî Komara Demokratîk dibe û divê zemîna wê û defetên wê li ser kîjan asasê bin. Bi bangawazî û hewldana HDP'ê me Tifaqa Ked û Azadiyê ava kir. Di roja duduyan a konferansê de dê fikirên cuda yên vê tifaqê bên nîqaşkirin. Di her du rûniştinên dawî de jî em ê tişta ku derdorên Tirkiyeyê li ser diaxivin an jî daxwazên xwe çawa îfade dikin nîqaş bikin. Daxwazên civakî yên kurdên li Tirkiyeyê çi ne? Di Komara Demokratîk de beranberiya van daxwazan çi ye? Koma Demokratîk ji bo jinan tê çi wateyê û daxwazên jinan çi ne? Komara Demokratîk çi qasî dikare ekolojiyê xurt bike? Em ê li bersiva prisên 'Ciwan doza çi dikin?' bigerin ku li Tirkiyeyê her kes wan wekî nifşê 'x' û nifşê 'z' nîqaş dike, lê ew bi xwe naaxivin."  
 
KOMAR Û DEMOKRASÎ
 
Turkmen destnîşan kir ku gava ew li 10 salên HDP'ê mêze dikin, dînamîkên jiyaneke nû an jî çandeke nû tê xuyakirin û got: "Li Tirkiyeyê di pêvajoyeke wisa de ku her tişt bûye monopol, em dizanin ku beramberiyeke civakî ya mafê pirçandîtî, jiyana hevpar, axaftin û nivîsandina bi zimanê xwe heye. Em navê vê wekî jiyana nû bi formul dikin. Yek ji stûnên girîng ên avakirina jiyana nû jî, berfirehkirina têkoşîna rêya sêyem e ku HDP di warê polîtîk de wê diceribîne û gihandina wê ya derdorên civakî yên cuda ye. Lewma di vî warî de hilbijartin pir girîng in. Em ê van torên xwe yên têkoşînê berfireh bikin û di heyama bê de ji bo parlementoyeke nû, destûreke bingehîn a nû tevbigerin. Em ew kevneşopî ne ku dibêjin ev bi Komara Demokratîkl pêkan in. Ev kevneşopî ji bo vê têdikoşe." 
 
Turkmen axaftina xwe wiha domand: "Ber bi sedsala duduyan a komarê ve rêveberiya kêfî bêhiqîqîtî, neesasgirtina destûra bingehîn, şer, tahde, cihêkarî û rageşiyê gir dike û rêveberiya otorîter didomîne. Guherandina vê rejîmê, ancax bi avakirna demokrasiyeke xurt û xwecihî û muzakereyî pêkan e. Ber bi sedsala duduyan a avakirinê ve, armanca me ya 2023'yan demokratîkbûyîna komarê, avakirina Komara Demokratîk e. Rêya guherîn û veguherîna demokratîk, bi yekbûn û xurtkirina muxalefeta civakî û siyasî pêkan e." 
 
ABDULLAH OCALAN Û KOMARA DEMOKRATÎK
 
Turkmen bilêv kir ku têgeha "KOmara Demokratîk" derî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê nirxandin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji Şoreşa Fransayê heya niha nîqaşên der barê komarê de, di heman demê de ji aliyê gelek feylezofan ve bi navên cuda hatiye nîqaşkirin. Di dîroka nêzîk a Tirkiyeyê de jî birêz Abdullah Ocalan di warê Komara Demokratîk de teza xwe bi civakê re parve kiriye. Tenê ne gelên vê erdnîgariyê, gelên cîhanê yên li erdnîgariyên cuda jî dizanin ku Ocalan di warê jinûveavakirina civakê de fikireke girîng e. Ev fikir li akademiyên Ewropayê jî tê nîqaşkirin. Bêyî vê pergaleke polîtîk pêkan e yan na, nizanim. Lê ez wisa difikirim ku hemû zemînên polîtîk girîng in. Bi xwendina wan re jinûve nîqaşkirina fikira komarê pêdiviyek e." 
 
MA / Firat Can Arslan
 

Sernavên din

01/02/2023
19:42 Li Îngilîstanê greva herî mezin a 10 salên dawî: 500 hezar kes tev lê bûn
16:26 Ji ber berfê bajarên bakurê Kurdistanê hatin hişyarkirin
16:08 Ji HDP’ê Bernameya Aboriya Demokratîk
15:51 Sê welatan konsolosxaneyên xwe yên li Tirkiyeyê girtin
15:39 Temellî: Guhertina vê pergalê pêkan e
15:09 Doza Nobedariya Gerînendetiya Ozgur Gundemê taloq bû
14:57 Danişîna doza rojnamevan Eser hate taloqkirin
14:40 81 baroyan li dijî gefan piştgirî dan Serokê Baroya Amedê
14:20 Ji Geverê banga bo Meşa Gemlîkê: Werin em tev li meşa çareseriyê bibin
14:11 Dê ji Îzmîrê ber bi Gemlikê ve meş were lidarxistin
14:10 Cezayê miftiyê bûye sedema mirina 6 zarokan bi hinceta ‘rewşa baş’ daxistin
13:57 Doza kovara Modernîteya Demokratîk taloq bû
13:00 Sir û seqem jî nikare têkoşîna Malbata Şenyaşar rawestîne
12:59 Li Geverê kesek hate binçavkirin
12:43 Rojnamevan Rojîn Altay hat berdan
12:36 Bîlançoya meha çile ya şerê li Başûr
12:29 Freedom House li ser rojnameger Safiye Alagaş nivîsand
11:46 Nobeta Edaletê: Tecrîda Îmraliyê li gorî kîjan qanûnê tê pêkanîn?
11:45 Temûr: Nabe ku alîkariya mirovî were cezakirin
11:36 Riha di bin mijê de ma
11:31 Derheqê Yilmaz ê li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin de lêpirsin hate destpêkirin
11:18 Komên paramîlîter li Efrînê kargeha hişbirê vekirin
11:03 Delegasyona Jinê ya Navnetewî li dijî tecrîdê serdana AK'yê kir
10:56 ‘Divê hêzên tiliya wan di êrişên li dijî elewiyan de hene bên eşkerekirin’
10:20 Dema ku mijar dibe polîs û leşkerên ku sûc dikin bêceza tên hiştin
10:19 Di doza tecawizkirina zaroka 10 salî de zext li malbata zarok tê kirin
10:09 Rojnamevan Balekanî: Gengaze ku çalakiyên li Îran û Rojhilat veguherin şoreşê
10:04 Ma Muzîkê konsera roja yekemîn û duyemîn diyarî Egîdê Cimo û Mahmut Kizil kir
09:37 Gotin 'Hûn nikarin roja me tarî' bikin û komployê pûç kirin!
09:04 Dê Meşa Gemlîkê li Edeneyê bi girseyî bê pêşwazîkirin
09:01 Banga ji bo beşdariya Meşa Gemlîkê: Em li dijî tecrîdê derkevin
09:00 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2023'YAN
31/01/2023
21:02 Di êrişa li Pakistanê de hejmara miriyan zêde dibe
20:06 Bi dehan malbat vegeriyan Şengalê
18:24 Îmzeyên ji bo PKK'ê radestî KE'yê hatin kirin
16:17 Doza qezaya Dêrikê: Divê her kesê bi qisûr werin darizandin
16:01 Bavê ku keça xwe kuşt hate girtin
16:01 Dema binçavkirinê ya rojnameger Altay cara 3’yemîn hate dirêjkirin
15:48 Temellî: Paradîgmaya Abdullah Ocalan rêya derketina ji krîzê ye
15:18 Derbarê rojnamevan Kartal de doza ‘dişibê’ hat vekirin
15:00 Li Çemçoyê bombeyên qedexekirî hatin bikaranîn
14:26 Li Girtîgeha Espiyeyê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem hate destpêkirin
14:14 Ji jinên girtî yên Rojhilat name: Cezayên darvekirinan rawestînin
14:14 KODAR’ê ji bo mexdûrên erdheja Xoyê banga alîkariyê kir
14:07 Danişîna doza rojnamevan Çelîk û Yayla hate taloqkirin
14:06 Buldan: Li hemberî hemleyên HDP’ê hûn dê mat bibin
13:57 Heta 15 salan cezayê hefsê ji hiqûqzan Gumuş re hat xwestin
13:17 Peywirdarên ku li deriyê sînor tundî li jinekê kirin ji kar hatin dûrxistin
13:05 Danişîna doza rojnamevan Gultekîn hat taloqkirin
12:57 Ji ber mija zêde ya li Şirnexê welatiyan zehmetî kişandin
12:47 Danişîna doza rojnamevan Çoban hat taloqkirin
12:45 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:41 Berxwedana gel a li Îranê didome
12:12 Bazirganiya derve lê kêmiyê da û TUÎK’ê nekarî veşêre: Ji sedî 137 zêde bû
12:02 Malbata Şenyaşar: Mazlûm tên darizandin
12:01 Doza ‘Qanûna Sansurê’ ya ewil derbarê rojnamevan Aygul de hat vekirin
11:44 Nobeta Edaletê di roja 29’an de ye: Deriyên Îmraliyê vekin
11:26 Bi sedemê jiberçûyîna madeyê kîmyewî 2 karkeran jiyana xwe ji dest da
11:19 Di doza polîsê bersûc de emniyetê delîl ji holê rakir
11:16 Li Hezexê mirina bi guman a jinekê
11:05 Li Kantona Şehbayê ku ambargo lê didome pirsgirêka derman û germkirinê heye
11:04 Piştî 30 salan vegeriya Rojava: Ez bi felsefeya Ocalan li ser pêya mam
10:54 Li Deriyê Sînor ê Xabûrê tundî li jinekê hate kirin
10:42 Ji bo girtiyan ‘terîfeya xanî’ di Rojnameya Fermî de hate weşandin
10:17 2 sal cezayê hefsê li rojnamevana bi bavê Jîna Emînî re axivî birîn
09:34 Dayika Aktaş ê li Îmraliyê: Kurê min mirî ye sax e em nizanin
09:03 Der barê jinên şidetê protesto kirin de lêpirsîn hat destpêkirin
09:02 Parêzer Erîşen: Rewşa girtîgehan xirab e, dibe ku mirin zêde bibin
09:01 ‘Bi protokoleke veşarî tê birêvebirin, li cîhanê mînakeke wekî wê tune ye'
09:00 ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:50 Koma Ma’yê li Amedê konsereke bicoş lidarxist
30/01/2023
21:12 Li Pakîstanê teqîn: Herî kêm 44 kes mirin
20:33 Agir bi kampa Kebertoyê ket
17:01 Gokkan: Ez red dikim ku li dadgeheke bêalîtiya xwe winda kiriye parastinê bikim
16:12 Danişîna doza êrişa li dijî saziyên elewiyan hat lidarxistin
16:11 Binpêkirinên li Girtîgeha Panosê ji Bozdag pirsî
15:38 ‘Tifaqa Milet’ ji bo nedîtina kurdan tifaq e!
15:38 Parêzerên doza Weqfa Hîranûrê: Divê ku dadgeh ji dozê vekişe
14:31 Beştaş: Em ê di 14’ê Gulanê de bersiva kompasê bidin
14:24 Serhildana li Rojhilat û Îranê 135 roj li pey xwe hişt
13:50 Di erdheja Xoyê de 7 kes mirin û zêdetirî 800 kes jî birîndar bûne
13:45 Xeta têkoşîna HDK’ê ya serdema nû: Li dijî feraseta yekperest, piranîparêziya civakî
13:30 Li Colemêrgê rêya 39 gund û mezrayan hat girtin
13:16 Blinken: Operasyona leşkerî ya li ser rojavayê Kurdistanê wê nebe berjewendiyên tu kesî
13:04 Dadgehê hêceta cezakirinê spart xala 283’yemîn a TCK’ê
12:59 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar: Dê hesaba vê zilmê were pirsîn
12:54 Ji DYA’yê bo welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê: Dibe ku êrişên bersivdayînê pêk werin
12:16 Nobeta Edaletê ya ji bo Îmraliyê: Bayê aştiyê ji Îmraliyê re derbas dibe
10:39 ‘Tecrîd bi berxwedanê dikare bê rakirin’
10:12 Dadgehê ji bo projeya veguherîna bajêr a Kaynartepeyê got: Li dijî qanûnê ye
09:46 Parêzerê Ocalan ê îtalî Angelelli: Pêwîste mirovahî vî mirovê hêja biparêze
09:26 Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Blinken hate Rojhilata Navîn
09:04 Rojnamevan Qelenî: Wê li Rojhilat û Îranê gel li dijî rejîmê her li ser pêyan be
09:02 Hevjîna girtiyê nexweş: Bila Wezîrê Dadê soza xwe bi cih bîne
09:01 Komplogeran winda kirin, paradîgmaya Ocalan gerdûnî bû
09:00 ROJEVA 30'Ê ÇILEYA 2023'YAN
29/01/2023
23:47 Dema binçavkirina rojnamevan Altay hate dirêjkirin
23:37 HDP’a Amedê li Sûrê bi gel re civiya
22:41 Li Şêrawa mayîn teqiya: Zarokekî jiyana xwe ji dest da
21:09 Sancar: Dara HDP’ê wê Komara Demokratîk ava bike