DÊRSIM - Walîtiya Dêrsimê, diyar kir ku li çoltera navenda bajarê pevçûn rû da û leşkerek birîndar bû. Lê çavkaniyên herêmê gotin bûyerek wiha ne mijara gotinê ye.
Walîtiya Dêrsimê, ragihand ku li çoltera navenda Dêrsimê di saetên nîvro de pevçûn rû da û got: “Di pevçûnê de 3 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan û leşkerek jî birîndar bû. Lêşkerê birîndar bi helîkopterê ji herêmê hat girtin û sewqî nexweşxaneya Xerpetê hat kirin.” Çavkaniyên herêmê jî, diyar kirin ku li herêma behsa wê tê kirin bûyerek wiha ne mijara gotinê ye û gotin: “Di saetên serê sibê de tevgerek leşkerî ya zêde hebû. Ger pevçûn rû dabûya dê hemû rê bigirtina, lê îro hemû rêyên Dêrsimê vekirîbûn.”
Li aliyê din tevgera hewayî ya li navenda Dêrsimê berdewam dike.