Abdullah Ocalan: Komara demokratîk nifteya çareserkirina hemû pirsgirêkan e

  • rojane
  • 10:16 26 Çile 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan diyar kir ku pêşeroja Tirkiyeyê di komara demokratîk de ye û wiha got: “Komara demokratîk nifteya çareserkirina hemû pirsgirêkan e.” 
 
Komara Tirkiyeyê ku li ser xerabeyên Osmaniyan hate avakirin, ji 29’ê cotmeha 1923’yan roja hatiye damezirandin heta roja me karektera xwe ya olîgarşîk parast. Bi vê karektera xwe dest bi sedsaleke nû dike. Ji bo yekitiya kurd-tirkan di Şerê Rizgariyê di çarçoveya Mîsak-i Mîllî de derfet çêbûn û hinek gav hatin avêtin. Bi vê boneyê di Makeqanûna ewil (Makeqanûna 1921’an) a Meclisa Milet a Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) de hêmayên demokratîk ên komara demokratîk bi eşkereyî hatin destnîşankirin. Di 10’ê sibata sala 1922’yan de jî Qanûna Xweseriya Kurd hate qebûlkirin. 
 
Piştî ku ingilîzan şertê “An komar an jî Mûsil-Kerkûk” danîn pêşiya wan, Komara Tirkiyeyê ji bo Kurdistanê serî li rêya înkar û tunekirinê da. Di vê çarçoveyê de komar bi lez û bez ber bi dîktatoriya yekpartîtiyê ve çû. Li hemberî Şêx Seîd di 15’ê sibata 1925’an de komployeke dîrokî hate kirin û konsepta tunekirina kurdan kete meriyetê. Bi vê yekê re şensê avakirina komara demokratîk jî ji holê hate rakirin. Ji ber polîtîkayên qirkirina kurdan, Komara Tirkiyeyê di tevahiya dîroka xwe de nekarî demokratîk bibe. Heman komar, sedsala xwe ya nû di bin hegemonyaya AKP’ê de pêşwazî dike. 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ev 24 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Abdullah Ocalan, di girtîgehê de teza Komara Demokratîk pêş xist û ev pêşniyar di sedsala duyemîn a komarê de tê nîqaşkirin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku ji bo Tirkiye di sedsala xwe ya nû de demokratîk bibe têdikoşe, nivîskar, rewşenbîr, akademîsyen û siyasetmedar jî di nav de bi giştî zêdetirî 500 kes dê di 4-5’ê sibatê de li Stenbolê “Konferansa Komara Demokratîk” li dar bixin. 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku digot; “Pêşeroja Tirkiyeyê di Komara Demokratîk de ye”, her cara ku firsend didît diyar kir ku rêya çareserkirina hemû pirsgirêkan avakirina Komara Demokratîk e. 
 
‘DOZA MIN DOZA DEMOKRATÎKBÛNÊ YE’
 
Abdullah Ocaln ku digot ji sala 1990’an ve li Tirkiyeyê pêşketinên ji bo komara demokratîk çêdibin, di hevdîtina bi parêzeran a di sala 1999’an de wiha digot: “Pêvajoya pergala demokratîk a li Tirkiyeyê dest pê kiriye. Yên asteng dikin jî hene. Pergala demokratîk li Tirkiyeyê di meriyetê de ye. Çand jî li ber vê dikeve. Sazî, enîstîtû û hwd., divê mirov van tiştan biçûk nebîne. Karîger nakin. Doza min doza demokratîkkirina komarê ye. Heke doza demokratîkbûn an jî nedemokratîkbûna komarê bibe, wê demê dê rola xwe bilîze. Dê zehmetî nekarin pêşî li ber pergala demokratîk bigirin. Pêvajoya piştî salên 90’î ya komarê, pêvajoya demokratîkbûnê ye. Ev yek, pêşketineke bi ser îradeyan re ye. Pêvajoyeke bi ser şexsan re ye ku tenê bi vî awayî dikare ber bi çareseriyê ve biçe. Divê kurd bi îfadeyeke azad li komarê bên zêdekirin. Bernameya hemwelatîtiya azad ji bîr kir. Di komara demokratîk de ya esas, yekitî ye. Komara demokratîk, mîsogerî ye. Wê demê dê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd derfetek çêbibe.” 
 
‘DIVÊ KURD BIBIN HÊZA BINGEHÎN A DEMOKRATÎKBÛNÊ’ 
 
Abdullah Ocalan, diyar kir ku divê kurd welatên ku lê dijîn ber bi demokratîkbûnê ve bibin û di hevdîtina 12’ê tebaxa 1999’an de wiha got: “Kurd, divê li her welatê lê dijîn bibin hêza bingehîn a demokratîkbûnê. Siyasîbûn, lêzêdekirina gelên herêmê ya li komara demokratîk e. Di komara demokratîk de yekitî lê divê kesek bikare çanda xwe heta dawiyê bikare bijî. Dema em qala siyasîbûnê dikin, em ne qala cudabûnê lê qala yekitiya demokratîk dikin.” 
 
NIFTEYA ÇARESERIYA HEMÛ PIRSGIRÊKAN
 
Di hevdîtina 21’ê cotmeha sala 1999’an de Abdullah Ocalan ji parêzerên xwe re wiha dibêje: “Pêşeroja Tirkiyeyê di komara demokratîk de ye.” Di hevdîtina 29’ê mijdara sala 1999’an de jî vê nirxandinê dike: “Komara demokratîk, nifteya çareserkirina hemû pirsgirêkan e. Di çarçoveya îdeolojîk û dogmatîk ên salên 70’an de mimkin nebû ku em jî vê rastiyê bibînin. Lê piştî salên 90’î ev zanebûn pêş ket. Di salên 70’an de ev zanebûn di kesekî de nebû. Heke ji min re bibêjin tu dixwazî bibî çi, bicihanîna pêdiviyên hemwelatiyên komara demokratîk dê bo min bûbûya karê sereke. Hemwelatiyekî wiha ez weke mirovê herî binirx dibînim. Ez, peywir û berpirsyariya xwe bi vî awayî dinirxînim. Li gorî min jiyan jî bi vî awayî binirx dibe. Wisa hîs dikim ku ez xwedî wê hêzê me ku pêwîstiyên ve fêm bikin û bi cih bînim.” 
 
HEWLDANA RIZGARKIRINA SEDSALÊ 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di hevdîtina bi parêzeran re ya di 13’ê kanûna 1999’an de jî bal kişand ser “Hemwelatiya komara demokratîk” û wiha got: “Gelê herêmê ji bo demokrasiyê hêza bingehîn e. Em jî mîsogeriya demokrasî û yekitiya azad in. Kurdê berê êdî çû û kurdê nû tê. Ocalan, têgeha hemwelatiya demokratîk hem ji hêla teorîk ve hem jî ji hêla pratîkî ve têxe meriyetê. Guherîn, qanûna xwezayê ye. Tenê di gerdûnê de guherîn heye, yan din diçe. Qanûna xwezayê ev e. Rêbaz, zanistîtî ye. Materyalîzma qebe nîne. Demokrasî ji kapîtalîzmê zêdetir karê sosyalîzmê ye. Cewhera hizra min a sosyalîzmê jî ev e. Sosyalîzm ji ewilî demokrasiyê bi xwe re tîne. Tu kesî dev ji sosyalîzmê bernedaye. Sedsala 21’emîn sedsala serkeftina demokrasiyê ye. Çareseriya demokratîk, çareseriya gerdûnî ye. Lê li Tirkiyeyê gelê kurd cara ewil e şensê momenta wê bi dest xist. Tirkiye amade ye. Me jî 30 salan şer kir û amade ne. Dê ev çawa pêk bê? Divê mirov hizra xwe baş li ser bike. Hewcehî bi tifaqan heye. Her mal û şaredariyê bikin dibistan. Rêxistiniyên pir mezin û tifaqên perwerdeyê bikin. Hûn dê pênc sal piştre berhema wê jê bigirin. Hewcehî bi afirandina netew-dewletê nîne. Êdî dewletên xwe dispêrin neteweyan li paş ve dimînin. Hewldana me ya ji bo aştiyê ne hewldaneke sereyî ye. Ji bo rizgarkirina sedsalê ye. Ev ne teslimiyet lê hemwelatîtiya li ser bingeha demokrasiyê ya rewa ye.” 
 
MAFÊ TAYÎNKIRINA QEDERA XWE 
 
Abdullah Ocalan dibêje ku tayînkirina qedera xwe ya gel, nûveyeke bingehîn ê Komara Demokratîk e û wiha domand: “Xebatên ji bo zanekirina mirovan di hêla demokrasiyê de, bicihanîna pêdiviyên komara demokratîk e. Ev nayê wateya dabeşkeriya siyasî. Divê ji 7 salî heta 70’ê salî em xwe birêxistin bikin û alîkariyê bidin Komara Demokratîk. Ev yek ferman û pêdiviyeke Komara Demokratîk e. Em ê li ser vê bingehê xwedî li Komara Demokratîk derkevin. Em ê bi nasnameya xwe ya demokratîk tev li vê bibin.” 
 
ÎDEALA MIN KOMARA DEMOKRATÎK E
 
Di hevdîtina 19’ê kanûna 2000’an de Abdullah Ocalan dibêje ku “Komara Demokratîk îdeala min e” û vê nirxandinê dike: “Heke min bidarve bikin jî dê hedefa min bibe Komara Demokratîk. Komara Demokratîk tê wê wateyê ku dibêjim ez jî heme. Hewl bidin kevir bi kevir ava bikin. Lê dema hûn ava dikin li neqşan hişyar bin. Ji bo wê mejî û dil hewce dike. Her zayînek di nava êşan de dibe. Rê vebûye lê xetere hene.” 
 
‘RÊYA SÊYEMÎN RÊYA DEMOKRATÎK E’
 
Rêberê PKK’ê di hevdîtina 13’ê çileya 2010’an de dibêje ku li Tirkiyeyê faşîzmeke sazîbûyî heye û van tiştan tîne ziman: “Şert û mercên vê girtîgeha ku niha lê têm ragirtin jî berhemeke vê faşîzma sazûmanbûyî ye. Nîşan dide ku ew faşîzm hêjta didome. Ev faşîzma sazûmanbûyî ev sed sal in neguherî ye û heta roja me hat. Ev feraset, xeteke hişk a neteweperestî û nîjadperestiyê ye. Em ne neteweperestiya MHP û CHP’ê û ne jî hegemonyaya îslamîst a AKP’ê qebûl dikin. Em her duyan jî red dikin û rast nabînin. Li Tirkiyeyê hêj niha jî hêza hegemonîk a ku senteza neteweperestî û nîjadperestiya hişk û tirk-îslamê diparêze heye. Ez rêya sêyemîn weke rêya rast dibînim. Ev rêya sêyemîn jî mîna min her carê gotibû, rêya deokrasiyê ye. Konfederalîzma demokratîk, komara demokratîk, welatê demokratîk û neteweya demokratîk e.” 
 
MA / Ozgur Paksoy
 

Sernavên din

01/02/2023
19:42 Li Îngilîstanê greva herî mezin a 10 salên dawî: 500 hezar kes tev lê bûn
16:26 Ji ber berfê bajarên bakurê Kurdistanê hatin hişyarkirin
16:08 Ji HDP’ê Bernameya Aboriya Demokratîk
15:51 Sê welatan konsolosxaneyên xwe yên li Tirkiyeyê girtin
15:39 Temellî: Guhertina vê pergalê pêkan e
15:09 Doza Nobedariya Gerînendetiya Ozgur Gundemê taloq bû
14:57 Danişîna doza rojnamevan Eser hate taloqkirin
14:40 81 baroyan li dijî gefan piştgirî dan Serokê Baroya Amedê
14:20 Ji Geverê banga bo Meşa Gemlîkê: Werin em tev li meşa çareseriyê bibin
14:11 Dê ji Îzmîrê ber bi Gemlikê ve meş were lidarxistin
14:10 Cezayê miftiyê bûye sedema mirina 6 zarokan bi hinceta ‘rewşa baş’ daxistin
13:57 Doza kovara Modernîteya Demokratîk taloq bû
13:00 Sir û seqem jî nikare têkoşîna Malbata Şenyaşar rawestîne
12:59 Li Geverê kesek hate binçavkirin
12:43 Rojnamevan Rojîn Altay hat berdan
12:36 Bîlançoya meha çile ya şerê li Başûr
12:29 Freedom House li ser rojnameger Safiye Alagaş nivîsand
11:46 Nobeta Edaletê: Tecrîda Îmraliyê li gorî kîjan qanûnê tê pêkanîn?
11:45 Temûr: Nabe ku alîkariya mirovî were cezakirin
11:36 Riha di bin mijê de ma
11:31 Derheqê Yilmaz ê li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin de lêpirsin hate destpêkirin
11:18 Komên paramîlîter li Efrînê kargeha hişbirê vekirin
11:03 Delegasyona Jinê ya Navnetewî li dijî tecrîdê serdana AK'yê kir
10:56 ‘Divê hêzên tiliya wan di êrişên li dijî elewiyan de hene bên eşkerekirin’
10:20 Dema ku mijar dibe polîs û leşkerên ku sûc dikin bêceza tên hiştin
10:19 Di doza tecawizkirina zaroka 10 salî de zext li malbata zarok tê kirin
10:09 Rojnamevan Balekanî: Gengaze ku çalakiyên li Îran û Rojhilat veguherin şoreşê
10:04 Ma Muzîkê konsera roja yekemîn û duyemîn diyarî Egîdê Cimo û Mahmut Kizil kir
09:37 Gotin 'Hûn nikarin roja me tarî' bikin û komployê pûç kirin!
09:04 Dê Meşa Gemlîkê li Edeneyê bi girseyî bê pêşwazîkirin
09:01 Banga ji bo beşdariya Meşa Gemlîkê: Em li dijî tecrîdê derkevin
09:00 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2023'YAN
31/01/2023
21:02 Di êrişa li Pakistanê de hejmara miriyan zêde dibe
20:06 Bi dehan malbat vegeriyan Şengalê
18:24 Îmzeyên ji bo PKK'ê radestî KE'yê hatin kirin
16:17 Doza qezaya Dêrikê: Divê her kesê bi qisûr werin darizandin
16:01 Bavê ku keça xwe kuşt hate girtin
16:01 Dema binçavkirinê ya rojnameger Altay cara 3’yemîn hate dirêjkirin
15:48 Temellî: Paradîgmaya Abdullah Ocalan rêya derketina ji krîzê ye
15:18 Derbarê rojnamevan Kartal de doza ‘dişibê’ hat vekirin
15:00 Li Çemçoyê bombeyên qedexekirî hatin bikaranîn
14:26 Li Girtîgeha Espiyeyê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem hate destpêkirin
14:14 Ji jinên girtî yên Rojhilat name: Cezayên darvekirinan rawestînin
14:14 KODAR’ê ji bo mexdûrên erdheja Xoyê banga alîkariyê kir
14:07 Danişîna doza rojnamevan Çelîk û Yayla hate taloqkirin
14:06 Buldan: Li hemberî hemleyên HDP’ê hûn dê mat bibin
13:57 Heta 15 salan cezayê hefsê ji hiqûqzan Gumuş re hat xwestin
13:17 Peywirdarên ku li deriyê sînor tundî li jinekê kirin ji kar hatin dûrxistin
13:05 Danişîna doza rojnamevan Gultekîn hat taloqkirin
12:57 Ji ber mija zêde ya li Şirnexê welatiyan zehmetî kişandin
12:47 Danişîna doza rojnamevan Çoban hat taloqkirin
12:45 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:41 Berxwedana gel a li Îranê didome
12:12 Bazirganiya derve lê kêmiyê da û TUÎK’ê nekarî veşêre: Ji sedî 137 zêde bû
12:02 Malbata Şenyaşar: Mazlûm tên darizandin
12:01 Doza ‘Qanûna Sansurê’ ya ewil derbarê rojnamevan Aygul de hat vekirin
11:44 Nobeta Edaletê di roja 29’an de ye: Deriyên Îmraliyê vekin
11:26 Bi sedemê jiberçûyîna madeyê kîmyewî 2 karkeran jiyana xwe ji dest da
11:19 Di doza polîsê bersûc de emniyetê delîl ji holê rakir
11:16 Li Hezexê mirina bi guman a jinekê
11:05 Li Kantona Şehbayê ku ambargo lê didome pirsgirêka derman û germkirinê heye
11:04 Piştî 30 salan vegeriya Rojava: Ez bi felsefeya Ocalan li ser pêya mam
10:54 Li Deriyê Sînor ê Xabûrê tundî li jinekê hate kirin
10:42 Ji bo girtiyan ‘terîfeya xanî’ di Rojnameya Fermî de hate weşandin
10:17 2 sal cezayê hefsê li rojnamevana bi bavê Jîna Emînî re axivî birîn
09:34 Dayika Aktaş ê li Îmraliyê: Kurê min mirî ye sax e em nizanin
09:03 Der barê jinên şidetê protesto kirin de lêpirsîn hat destpêkirin
09:02 Parêzer Erîşen: Rewşa girtîgehan xirab e, dibe ku mirin zêde bibin
09:01 ‘Bi protokoleke veşarî tê birêvebirin, li cîhanê mînakeke wekî wê tune ye'
09:00 ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:50 Koma Ma’yê li Amedê konsereke bicoş lidarxist
30/01/2023
21:12 Li Pakîstanê teqîn: Herî kêm 44 kes mirin
20:33 Agir bi kampa Kebertoyê ket
17:01 Gokkan: Ez red dikim ku li dadgeheke bêalîtiya xwe winda kiriye parastinê bikim
16:12 Danişîna doza êrişa li dijî saziyên elewiyan hat lidarxistin
16:11 Binpêkirinên li Girtîgeha Panosê ji Bozdag pirsî
15:38 ‘Tifaqa Milet’ ji bo nedîtina kurdan tifaq e!
15:38 Parêzerên doza Weqfa Hîranûrê: Divê ku dadgeh ji dozê vekişe
14:31 Beştaş: Em ê di 14’ê Gulanê de bersiva kompasê bidin
14:24 Serhildana li Rojhilat û Îranê 135 roj li pey xwe hişt
13:50 Di erdheja Xoyê de 7 kes mirin û zêdetirî 800 kes jî birîndar bûne
13:45 Xeta têkoşîna HDK’ê ya serdema nû: Li dijî feraseta yekperest, piranîparêziya civakî
13:30 Li Colemêrgê rêya 39 gund û mezrayan hat girtin
13:16 Blinken: Operasyona leşkerî ya li ser rojavayê Kurdistanê wê nebe berjewendiyên tu kesî
13:04 Dadgehê hêceta cezakirinê spart xala 283’yemîn a TCK’ê
12:59 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar: Dê hesaba vê zilmê were pirsîn
12:54 Ji DYA’yê bo welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê: Dibe ku êrişên bersivdayînê pêk werin
12:16 Nobeta Edaletê ya ji bo Îmraliyê: Bayê aştiyê ji Îmraliyê re derbas dibe
10:39 ‘Tecrîd bi berxwedanê dikare bê rakirin’
10:12 Dadgehê ji bo projeya veguherîna bajêr a Kaynartepeyê got: Li dijî qanûnê ye
09:46 Parêzerê Ocalan ê îtalî Angelelli: Pêwîste mirovahî vî mirovê hêja biparêze
09:26 Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Blinken hate Rojhilata Navîn
09:04 Rojnamevan Qelenî: Wê li Rojhilat û Îranê gel li dijî rejîmê her li ser pêyan be
09:02 Hevjîna girtiyê nexweş: Bila Wezîrê Dadê soza xwe bi cih bîne
09:01 Komplogeran winda kirin, paradîgmaya Ocalan gerdûnî bû
09:00 ROJEVA 30'Ê ÇILEYA 2023'YAN
29/01/2023
23:47 Dema binçavkirina rojnamevan Altay hate dirêjkirin
23:37 HDP’a Amedê li Sûrê bi gel re civiya
22:41 Li Şêrawa mayîn teqiya: Zarokekî jiyana xwe ji dest da
21:09 Sancar: Dara HDP’ê wê Komara Demokratîk ava bike