MÊRDÎN – Li Dêrikê notirvan Şerîf T. ê berî sê rojan li navçeya Dêrika Mêrdînê Berfîn G. revand li Amedê hat binçavkirin.
Li navçeya Dêrika Mêrdînê di 28’ê Adarê de notirvanê taxê Şerîf T. bi 3 kesên bi çekdar re Berfîn G a 21 salî revandin. Bavê Berfîn Mehmet G. der barê mijarê de agahî da û wiha got: “Keça min hat dîtin û Şerîf T. ê keça min revand jî li Amedê hatin binçavkirin. Dozger û Midûryeta Polîsan der barê mijarê de heya niha tu agahî nedane me. Xizmên min der barê bûyerê de ez agahdar kirim.”