Taniş û Denîz hatin bibîranîn

  • rojane
  • 15:30 25 Çile 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Serokê HADEP’ê Serdar Taniş û rêveberê partiyê Ebubekir Denîz ku hatin windakirin bi girseyî hatin bibîranîn. Di bîranînê de parlamenter Huseyîn Kaçmaz axivî û got: “Îro bi sedan Serdar û Ebubekîr li qadan in, li ber xwe didin.” 
 
Serokê HADEP'ê yê Navçeya Silopiyayê Serdar Taniş û rêveberê partiyê Ebubekîr Denîz ên ku di sala 2001'ê de çûn Fermandariya Cendermeyan a Navçeya Silopiyayê û piştre careke din agahî ji wan nehat girtin li navçeya Silopiya ya Şirnexê ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve di salvegera 22’emîn de hatin bîranîn. Parlamenterên HDP’ê yê Şirnexê Huseyin Kaçmaz, Nuran Îmir, malbatên Taniş û Denîz, rêveberên HDP’ê yên navend û navçeyên Şirnexê, DBP, aktîvîstên TJA’yê, Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li bîranînê bûn. Beriya bîranînê li ber rêxistina HDP’ê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em şopdarê rêya we ne” hat vekirin.
 
‘EM GAV PAŞVE NAVÊJIN’
 
Hevseroka HDP’ê ya Silopiyayê Asuman Kulter daxuyanî xwend. Kulter diyar kir ku ew ê her têkoşîna xwe bidomînin û wiha got: “Di nava 22 salên de em wek rêhevalên Serdar û Ebûbekiran ji têkoşîna bi rûmet a ku ji me re hiştine yek gav jî paşve neavêtine, em bûne bi mîlyonan kesên ku vê têkoşîna bi rûmet hembêz kirine.Em bûne bi milyonan Serdar û bi milyonan Ebubekir. Dadgeriya ku aqûbeta hevalên me yên girtî eşkere nake û kujeran bêcezakirinê diparêzin. Divê herkes bizane ku; Mîna rêhevalên xwe yên beriya 22 salan di binçavan de hatin windakirin, em ê tu carî dest ji têkoşîna demokrasî, aştî û azadiyê bernedin û gavekê jî paşve navêjin.” 
 
‘ŞEHÎDÊ KURDISTANÊ YE’ 
 
Piştre bavê Serdar Taniş, Şuayip Taniş axivî û got: “Ji wê rojê heta niha tu der neman ku em neçûnê. Lê em aqûbeta wan hîn nebûn. Ne tenê Serdar û Ebubekîr bi hezaran kes winda ne. Em dixwazin ku aşkere bikin. Îro ji bo me rojeke reş e. Ew şehîdên Kurdistanê ne.”
 
‘EM HEMÛ SERDAR Û EBÛBEKIR IN’
 
Piştre parlamenter Huseyîn Kaçmaz axivî. Kaçmaz jî destnîşan kir ku kujer 22 sal in ji aliyê dewletê ve tên parastin û wiha axivî: “22 sal in faîlên wan nediyarin. Goreke wan tune ye ku malbatên wan biçin serdana wan. Em dizanim ku van kesan ne tenê Serdar û Ebûbekîr qetil kirin. Bi sedan kes wisa qetil kirin. Lê em şopdarên têkoşîna wan in. Îro bi sedan Serdar û Ebubekîr li qadan in û li ber xwe didin. Ew kesên ku bi torosan digeriyan, mirovên me qetil kirin. Ev malbatên me bi salan in hewl didin ku hestiyeke windakiriyên xwe bibînin. Lê kujer weke her carê tên parastin. Lê îro xuyaye bi milyonan kes cihê Serdaran, Ebubekîran cihê xwe girtiye. Heke ku rastbûna heta niha kujer aşkere bikirina. Lê kesên ku ev komkujî kirin hatin parastin nehatin darizandin. Her kes kujeran nas dike. Bi kuştinan xwestin ku çoka me deynin lê me çok nedanî û em ji bo doza xwe têdikoşin.” 
 
Piştre sînevizyona ku jiyana Taniş û Deniz vedigot hat nîşandan. Rêxistina HDP'ê ya Silopiya bi minesebeta salvegera qetilkirina Taniş û Denîz, li ser navê wan Eywana Konferansê ya Serdar Taniş û Ebubekir Denîz vekir. 
 

Sernavên din

01/02/2023
19:49 Li Silêmaniyê teqîn: Kesekî jiyana xwe ji dest da
19:42 Li Îngilîstanê greva herî mezin a 10 salên dawî: 500 hezar kes tev lê bûn
16:26 Ji ber berfê bajarên bakurê Kurdistanê hatin hişyarkirin
16:08 Ji HDP’ê Bernameya Aboriya Demokratîk
15:51 Sê welatan konsolosxaneyên xwe yên li Tirkiyeyê girtin
15:39 Temellî: Guhertina vê pergalê pêkan e
15:09 Doza Nobedariya Gerînendetiya Ozgur Gundemê taloq bû
14:57 Danişîna doza rojnamevan Eser hate taloqkirin
14:40 81 baroyan li dijî gefan piştgirî dan Serokê Baroya Amedê
14:20 Ji Geverê banga bo Meşa Gemlîkê: Werin em tev li meşa çareseriyê bibin
14:11 Dê ji Îzmîrê ber bi Gemlikê ve meş were lidarxistin
14:10 Cezayê miftiyê bûye sedema mirina 6 zarokan bi hinceta ‘rewşa baş’ daxistin
13:57 Doza kovara Modernîteya Demokratîk taloq bû
13:00 Sir û seqem jî nikare têkoşîna Malbata Şenyaşar rawestîne
12:59 Li Geverê kesek hate binçavkirin
12:43 Rojnamevan Rojîn Altay hat berdan
12:36 Bîlançoya meha çile ya şerê li Başûr
12:29 Freedom House li ser rojnameger Safiye Alagaş nivîsand
11:46 Nobeta Edaletê: Tecrîda Îmraliyê li gorî kîjan qanûnê tê pêkanîn?
11:45 Temûr: Nabe ku alîkariya mirovî were cezakirin
11:36 Riha di bin mijê de ma
11:31 Derheqê Yilmaz ê li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin de lêpirsin hate destpêkirin
11:18 Komên paramîlîter li Efrînê kargeha hişbirê vekirin
11:03 Delegasyona Jinê ya Navnetewî li dijî tecrîdê serdana AK'yê kir
10:56 ‘Divê hêzên tiliya wan di êrişên li dijî elewiyan de hene bên eşkerekirin’
10:20 Dema ku mijar dibe polîs û leşkerên ku sûc dikin bêceza tên hiştin
10:19 Di doza tecawizkirina zaroka 10 salî de zext li malbata zarok tê kirin
10:09 Rojnamevan Balekanî: Gengaze ku çalakiyên li Îran û Rojhilat veguherin şoreşê
10:04 Ma Muzîkê konsera roja yekemîn û duyemîn diyarî Egîdê Cimo û Mahmut Kizil kir
09:37 Gotin 'Hûn nikarin roja me tarî' bikin û komployê pûç kirin!
09:04 Dê Meşa Gemlîkê li Edeneyê bi girseyî bê pêşwazîkirin
09:01 Banga ji bo beşdariya Meşa Gemlîkê: Em li dijî tecrîdê derkevin
09:00 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2023'YAN
31/01/2023
21:02 Di êrişa li Pakistanê de hejmara miriyan zêde dibe
20:06 Bi dehan malbat vegeriyan Şengalê
18:24 Îmzeyên ji bo PKK'ê radestî KE'yê hatin kirin
16:17 Doza qezaya Dêrikê: Divê her kesê bi qisûr werin darizandin
16:01 Bavê ku keça xwe kuşt hate girtin
16:01 Dema binçavkirinê ya rojnameger Altay cara 3’yemîn hate dirêjkirin
15:48 Temellî: Paradîgmaya Abdullah Ocalan rêya derketina ji krîzê ye
15:18 Derbarê rojnamevan Kartal de doza ‘dişibê’ hat vekirin
15:00 Li Çemçoyê bombeyên qedexekirî hatin bikaranîn
14:26 Li Girtîgeha Espiyeyê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem hate destpêkirin
14:14 Ji jinên girtî yên Rojhilat name: Cezayên darvekirinan rawestînin
14:14 KODAR’ê ji bo mexdûrên erdheja Xoyê banga alîkariyê kir
14:07 Danişîna doza rojnamevan Çelîk û Yayla hate taloqkirin
14:06 Buldan: Li hemberî hemleyên HDP’ê hûn dê mat bibin
13:57 Heta 15 salan cezayê hefsê ji hiqûqzan Gumuş re hat xwestin
13:17 Peywirdarên ku li deriyê sînor tundî li jinekê kirin ji kar hatin dûrxistin
13:05 Danişîna doza rojnamevan Gultekîn hat taloqkirin
12:57 Ji ber mija zêde ya li Şirnexê welatiyan zehmetî kişandin
12:47 Danişîna doza rojnamevan Çoban hat taloqkirin
12:45 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:41 Berxwedana gel a li Îranê didome
12:12 Bazirganiya derve lê kêmiyê da û TUÎK’ê nekarî veşêre: Ji sedî 137 zêde bû
12:02 Malbata Şenyaşar: Mazlûm tên darizandin
12:01 Doza ‘Qanûna Sansurê’ ya ewil derbarê rojnamevan Aygul de hat vekirin
11:44 Nobeta Edaletê di roja 29’an de ye: Deriyên Îmraliyê vekin
11:26 Bi sedemê jiberçûyîna madeyê kîmyewî 2 karkeran jiyana xwe ji dest da
11:19 Di doza polîsê bersûc de emniyetê delîl ji holê rakir
11:16 Li Hezexê mirina bi guman a jinekê
11:05 Li Kantona Şehbayê ku ambargo lê didome pirsgirêka derman û germkirinê heye
11:04 Piştî 30 salan vegeriya Rojava: Ez bi felsefeya Ocalan li ser pêya mam
10:54 Li Deriyê Sînor ê Xabûrê tundî li jinekê hate kirin
10:42 Ji bo girtiyan ‘terîfeya xanî’ di Rojnameya Fermî de hate weşandin
10:17 2 sal cezayê hefsê li rojnamevana bi bavê Jîna Emînî re axivî birîn
09:34 Dayika Aktaş ê li Îmraliyê: Kurê min mirî ye sax e em nizanin
09:03 Der barê jinên şidetê protesto kirin de lêpirsîn hat destpêkirin
09:02 Parêzer Erîşen: Rewşa girtîgehan xirab e, dibe ku mirin zêde bibin
09:01 ‘Bi protokoleke veşarî tê birêvebirin, li cîhanê mînakeke wekî wê tune ye'
09:00 ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:50 Koma Ma’yê li Amedê konsereke bicoş lidarxist
30/01/2023
21:12 Li Pakîstanê teqîn: Herî kêm 44 kes mirin
20:33 Agir bi kampa Kebertoyê ket
17:01 Gokkan: Ez red dikim ku li dadgeheke bêalîtiya xwe winda kiriye parastinê bikim
16:12 Danişîna doza êrişa li dijî saziyên elewiyan hat lidarxistin
16:11 Binpêkirinên li Girtîgeha Panosê ji Bozdag pirsî
15:38 ‘Tifaqa Milet’ ji bo nedîtina kurdan tifaq e!
15:38 Parêzerên doza Weqfa Hîranûrê: Divê ku dadgeh ji dozê vekişe
14:31 Beştaş: Em ê di 14’ê Gulanê de bersiva kompasê bidin
14:24 Serhildana li Rojhilat û Îranê 135 roj li pey xwe hişt
13:50 Di erdheja Xoyê de 7 kes mirin û zêdetirî 800 kes jî birîndar bûne
13:45 Xeta têkoşîna HDK’ê ya serdema nû: Li dijî feraseta yekperest, piranîparêziya civakî
13:30 Li Colemêrgê rêya 39 gund û mezrayan hat girtin
13:16 Blinken: Operasyona leşkerî ya li ser rojavayê Kurdistanê wê nebe berjewendiyên tu kesî
13:04 Dadgehê hêceta cezakirinê spart xala 283’yemîn a TCK’ê
12:59 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar: Dê hesaba vê zilmê were pirsîn
12:54 Ji DYA’yê bo welatiyên xwe yên li Tirkiyeyê: Dibe ku êrişên bersivdayînê pêk werin
12:16 Nobeta Edaletê ya ji bo Îmraliyê: Bayê aştiyê ji Îmraliyê re derbas dibe
10:39 ‘Tecrîd bi berxwedanê dikare bê rakirin’
10:12 Dadgehê ji bo projeya veguherîna bajêr a Kaynartepeyê got: Li dijî qanûnê ye
09:46 Parêzerê Ocalan ê îtalî Angelelli: Pêwîste mirovahî vî mirovê hêja biparêze
09:26 Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Blinken hate Rojhilata Navîn
09:04 Rojnamevan Qelenî: Wê li Rojhilat û Îranê gel li dijî rejîmê her li ser pêyan be
09:02 Hevjîna girtiyê nexweş: Bila Wezîrê Dadê soza xwe bi cih bîne
09:01 Komplogeran winda kirin, paradîgmaya Ocalan gerdûnî bû
09:00 ROJEVA 30'Ê ÇILEYA 2023'YAN
29/01/2023
23:47 Dema binçavkirina rojnamevan Altay hate dirêjkirin
23:37 HDP’a Amedê li Sûrê bi gel re civiya
22:41 Li Şêrawa mayîn teqiya: Zarokekî jiyana xwe ji dest da