NAVENDA NÛÇEYAN - 199 akademîsyenên zanîngehên cîhanê yên weke Harvard, Cambrîdge û Yale bertek nîşanî binçavkirina 13 Xwendekarên Zanîngehê yên Serokê Giştî yê AKP’ê kirin hedef, dan.
199 akademîsyenên zanîngehên cûda yên cîhanê yên weke Harvard, Cambrîdge û Yale bertek nîşanî binçavkirina 13 Xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiya (BU) a Stenbolê yên liqûma operasyona Efrîn şermezar kirin, dan. Prof. Alîce Crary, Prof. Nancy Fraser, Prof. Amy Allen û Prof. Dr. Rahel Jaeggî jî di navê de 199 akademîsyenan nameyên îmze kirin, ji Konsolosxane Tirkiyeyê ya New Yorkê, Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan, Serokwezîr Bînalî Yildirim, Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul, Serokê Lijneya Perwerdehiya Bilind (YOK) Yekta Sarac, Wezareta Neteweya Perwerdê Îsmet Yilmaza û Rektorê Zanîngeha Bogazîçî Mehmet Ozkan re şandin.
Naveroka nameyên ji bo piştgiriya xwendekarên BU hatin nivîsandin wihaye:
“Em bi awayekê pir hişk li dijî binçavkirin û tacîz kirinên xwedekarên Zanîngeha Bogazîçî derdikevin. Girtînên dinava kompûsê de, bi serdegirtina polîsan a mal û warên xwendekaran nayên qebûl kirin. Recep Tayyîp Erdogan kenê xwe li xwendekaran kiriye û ji wan re gotiye ‘terorîst.’ Erdogan soz da ku van xwendekaran ne de xwendin. Berê jî me dîtibû Erdogan wiha êrîş dike û ev dibe sedema girtina bi hezaran akademîsyen, rojnameger, hunermend û parazvanên mafê mirovan. Em bang li hikûmeta Tirkiyeyê dikin ku demildest xwendekarê binçavkirî berdin. Em bang li hikûmeta siyasî ya Tirkiyeyê dikin ku hemû xwendekarên ji ber romanên wan girtin berdin. Em piştgiriya xwe ya bi van xwendekarên ku bi cesaretek mezin mûxalîftî kirin, diyar dikin. Em soz didin ku heya ji me were emê di qadên gelemperî û taybet de piştgiriyê bidin van xwendevanan.”