AMED – Serokê HAK-PAR’ê yê Amedê Nevzat Karakeçî bi boneya beşdarî Newroza Amedê bû, di nav partiye de rê li ber nîqaşa vekir û piştî vê yekê ji peywîra xwe îstîfa kir.
Serokê Rêxistina Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) yê Amedê Nevzat Karakeçî ji partîya xwe îstîfa kir. Karakeçî sedema îstîfakirina xwe tevlîbuna Newrozê nîşan da. Beşdariya Karakeçî ya Newrozê di nav HAK-PAR’ê de rê li ber nîqaşan vekiribû. Karakeçî yê di 4’ê adarê de hat hilbijartin tenê 25 rojan peywîra xwe birêve bir. Piştî axaftina Karakeçî ya li Newrozê di nav navenda giştî ya partiye de nîqaşên îxrackirin dest pê kirin û ji bo bertek nîşanî heqaretên di medya civakî de li dijî wî dest pê kirin bide, biryar girt ku dev ji peywîra xwe berde.
Karekçî di axaftina xwe ya Newrozê de li ser “yekîtiya neteweyî” sekinîbû û ev tişt gotibû: “Êdî bes e. Em ji vir in û li vir in. Em bi rihê yekîtiya neteweyî li dijî kesên zilmê dikin bisekinin.”
‘PARVEKIRINAN ACIZÎ DA MIN’
Karakeçî têkildarî îstîfakirina xwe ji ajansa me re axivî û got: “Em wek partiyê vexwendîbûn Newrozê. Li ser vê yekê ez li wek Serokê Bajêr bi înisiyatîfa xwe beşdarî bernameyê bûm. Dema ez beşdar bûm tu bertek nîn bû. Lê piştî pîrozbahiya Newrozê, li ser medya civakî parvekirinên li dijî ehlaqê li ser min hatin parvekirin. Wek pêwîstiya nezaket ez li bendê bûm ku partiya min daxuyaniyê bide. Dema partiyê bertek nîşan neda, ez hîsa ku ew jî di heman fikre de ne kir. Ji be wê min li ser daxwaza xwe îstîfa kir.”
‘MIN RASTIYA GEL VEGOT’
Karakeçî li pey axaftinên xwe yên Newrozê sekini û got: “Min li wir rastiya gel vegot. Her tim min digot divê di navbera partiyên kurd de riya diyalogê hebe û ji hev agahdar bin. Min vê tiştê li wir got. Li gorî min beşdariya min a Newrozê tişta herî rast bû.”
LÊPIRSÎN LÊ NEHATIYE VEKIRIN
Karakeçî got ku ji aliyê partiya wî ve tu lêpirsîn lê nehatiye vekirin û heta niha tiştek fermî jê re nehatiye ragihandin.