REQQA - Girtîgehên ku li Reqqayê bi destê DAIŞ'ê hatine vekirin, di operasyona şervanên QSD'ê de hatin bidestxistin. Ev girtîgeh wekî îşkencexaneya DAIŞ'ê tên zanîn.
Operasyona "Cenga Mezin" a Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li Reqqayê daye destpêkirin, 126 roj e dewam dike. Şerê li gelek taxan belav bûye, li taxên Nehda, El Berid û Kurdan, li Stada Siyah, Nexweşxaneya Watanî û Qada El Neîmê kûr bûye. Di çarçoveya operasyonê de bi hezaran sivîl hatin rizgarkirin, şervana girtîgeha aydê DAIŞ'ê bi dest xist.
MALA HUCREYÊ YA DAIŞ'Ê YE
Girtîgeha li Taxa Nehdayê li di jêrzemîna avahiyeke 4 qatî de ye. Girtîgeh dora wê bi hesinan hatiye girtin, ji 4 odeyan pêk tê. Di her odeykê de hucreyek heye. Hucre qasî metroyekî dirêj in û wekî qutiyên sêgoşe hatine çêkirin. Di girtîgehê de serşo û daşir jî heye, ev yekane girtîgeha DAIŞ'ê ya li Reqqayê hatiye bidestxistin e.
PERGALA DENG Û DÎMENÊ
Li gel beşên derve, di beşên hundur, ode, hol û hucreyan de kamera û hoparlor hatine bicihkirin. Di heman demê de amûrên guhdarkirina deng jî bi cih kirine, kesên di girtîgehê de tên guhdarkirin. Amûrên ku hatine girêdan, bi kompîtûrekî ve jî girêdane û bi vî şeklî girtîgeh guhdar kirine.
BI QEYD Û BENDAN ÎŞKENCE
Qeyd û bendên di girtîgehê de, şopên îşkenceya DAIŞ'ê dihewînin. Tê gotin ku girtî bi van qeydan hatine îşkencekirin. Di goşeyê çepê yê girtîgehê de cihekî hewastandinê hatiye avakirin, di nava vê de bi hesinan cihek hatiye çêkirin û bi van hesinan ve cihên kelepçeyan jî çêkirine. Ev girtîgeh wekî îşkencexaneya DAIŞ'ê tê zanîn.
JIN JÎ HATINE GIRTIN
Di hin beşên girtîgehê de biryarên ku DAIŞ'ê girtine hatine nivîsandin û dardakirin. Li ser dîwaran nivîsên aydê DAIŞ'ê hene, kesên li wir mane, li ser dîwaran xêz kirine û diyar e rojên xwe yên li wir jimartine. Girtîgeha ku tarîtî lê serwer e, nasnameyên hin kesan hatin dîtin. Tê texmînkirin ku gelek kesên ji bajarên Sûriyeyê li vir hatine girtin. Lê tişta herî balkêş a di nav van amûran de, nasnameya amyar (taşıt) a navneteweyî ya jinekî tê dîtin. Li ser nasnameyê bi zimanê îngîlîzî "Belgeya Amyar a Navneteweyî ya Komara Dewleta Sûriyeyê" hatiye nivîsandin, li ser navê Dhha Aloush a humusî ye. Nasname di sala 2015'an de hatiye derxisin û heta 2020'an dema bi kar anînê heye.
ŞERVANAN KONTROL KIR
Şervanên QSD'ê rojên borî ev girtîgehan ji DAIŞ'ê standin û şervanan ev der kontrol kirin. Berî ku operasyona li dijî girtîgehê bê destpêkirin, hatiye paqijkirin û girtiyên li vir hatine girtin jî tê gotin ku birine cihekî din.
MA / Nazim Daştan