STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê, di çalakiya 314’emîn a “Rûniştina F” de xwest girtiyê nexweşîna penceşêrê û epîlepsî Hasan Kaymaz bê berdan.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 314’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li dar xist. Çalakî li Qada Galatasarayê pêk hat û parêzvanê mafê mirovan vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşîna penceşêrê û epîlepsî Hasan Kaymaz û xwestin bê bêrdan.
‘JI SEDÎ 95 RAPORA WÎ YA ASTENG HEYE’
Endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Tuncay Yîgît di çalakiya vê heftê de daxuyanî da û wiha axivî: “Di girtîgehan de 402 jê giran, hezar 154 girtiyên nexweş hene. Li girtîgehan her ku diçe rewşa girtiyên nexweş xerabtir dibin. Rewşa girtiyê nexweşîna pençeşêr û epîlepsî Hasan Kaymaz ê di Girtîgeha Tîpa T a Xerpê de, pir nebaş bûye. Kaymaz 55 saliye. Ji sala 1987’an ve bi nexweşîna epîlepsî ketiye û di sala 2007’an de jî bi nexweşîna pençeşêrê ket. Di demarên derdora dilê Kaymaz de tumor rû dan û 2 caran hat meleliyatkirin. Kaymaz bi giştî 7 caran hatiye meleliyat kirin. Ji sedî 95 rapora astengdariyê ji bo wî hatiye dayîn.”
'RASTÎ ÊRÎŞÊN NIJATPERESTÎ HAT'
Yîgît, da zanîn ku di girtîgehê de Kaymaz rastî binpêkirinên mafan hat û wiha bilêv kir: “Gava Kaymaz emeliyat bûbû, li qawîşê rastî êrîşa 26 nijatperestan hat û dûrê cazayê hucreyê an wî. Niha di qawişeke 3 jê nexweşên pençeşêrê bi 5 kesan re dimîne û nikare jiyana xwe berdewam bike.”
Yîgît, xwest hemû girtiyên nexweş bi Kaymaz ve bên berdan û wiha bi dawî kir: “Em bang li rayedarên dewletê dikin ku erka xwe bînin cih.”
Piştî axaftina Yîgît, çalakî bi berz kirina dirûşmena re bi dawî bû.