AMED – Bi pêşengiya Baroya Amedê de bi beşdariya 32 baroyan “Komxebata Zarokan” tê lidardarxistin. Di komxebatê de binpêkirina mafê Zarokan û çareseriya wan tê nîqaşkirin.
Bi pêşengiya Baroya Amedê bi beşdariya 32 baroyên bajarên cuda yên Tirkiyeyê li Amedê “Komxebata Zarokan” a du rojan dest pê kir. Gelek nûnerên Komîsyonên Mafê Zarokan ên Baroyên cuda beşdarî komxebatê bûn. Berî Komxebat dest pê bike Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen axaftinek kurt kir û got ku hem li Tirkiyeyê û hem jî li cîhanê bi dijwarî binpêkirina mafê zarokan pêk tê.
Ozmen diyar kir ku ji ew wek navendên parastina mafên mirovan pirsgirêkên zarok dijîn nîqaş bikin hatine gel hev û got: “Li Tirkiyeyê ya zarok bi teqemeniyan jiyana xwe ji dest didin an jî dema derdikevin derveyî welat ji deryayan de jiyana xwe ji dest didin.” Ozmen bal kişand ser zewaca zarokatiyê û wiha domand: “Li Tirkiyeyê bi tevahî zewaca zarokatiyê nehatiye rakirin. Pirsgirêka zarokên karker di nav pirsgirêkên cidî yên Tirkiyeyê de cih digire. Bi taybetî niha li gelek bajaran zarokên Sûriyeyî bi erzanî tên xebitandin. Her wiha pirsgirêka zarokan di girtîgehan de heye. Em dixwazin ev bên girtin. Îstîsmarkirin zarokan bi dijwarî pêk tê. Divê tu kes li dijî vê yekê bêdeng nemîne.”
Piştî axaftina Ozmen, komxebat ji çapameniyê re girtî dewam kir. Dê di komxebatê de bi mijarên wek “Îstîsmarkirin û binpêkirina mafên zarokan”, “Zarokên karker”, “Pornografiya zarokan”, “Zewaca zarokatiyê”, “Zarokên di girtîgehan de”, “Nûçeyên li ser zarokan” û “Pirsgirêkên odeyên hevdîtina edlî û navendên şopandina zarokan” dê bên nîqaşkirin û axaftin. Her wiha dê di komxebatê de pêşniyariyên çareseriya ji bo zarokan jî bên pêşkêşkirin.