Prz. Tum: Bila TBB li dijî tecrîdê gavekê biavêje

  • rojane
  • 09:02 24 Çile 2023
  • |
img
RIHA - Parêzer Serdar Tum diyar kir ku li Girtîgeha Îmraliyê ecêbiyeke hiqûqî heye û bi lêv kir ku daxwaza wan ew e ku TBB serlêdana baroyê binirxîne û gavekê biavêje. 
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, 24 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê tecrîdkirin. Her wiha ji 25’ê adara 2021’an ve jî ji Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên li Girtîgeha Îmraliyê tên ragirtin tu xeber nayê girtin. Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ku li dijî tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan û girtiyên din hewldanên xwe didomîne, serî li Baroya Rihayê dabû. Baroya Rihayê jî serî li Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) û Wezareta Dadê dabûn. Ji serlêdanên baroyê re hêj tu bersiv nehatine dayîn.
 
Endamê Şaxa OHD’a Rihayê Serdar Tum, têkildarî hewldanên xwe yên li dijî tecrîdê û serlêdanên xwe ji ajansa me re axivî. 
 
ECEBIYA HIQÛQÎ
 
Tum, bi bîr xist ku di serdemên beriya niha de bi hincetên weke “koster xerabe ye” û “rewşa hewayê nebaş e” hevdîtin dihatin astengkirin û anî ziman ku ji ber mafê herî bingehîn ê girtiyekê yê “mafê sporê” cezayê dîsîplînê hate dayîn. Tum, qedexeya hevdîtina parêzeran weke “ecebiya hiqûqî” penase kir û wiha got: “Ji bo ku cezayê qedexekirina bidin hikumxwarekî divê ewilî hevdîtina wî bi parêzeran re hebe. Ev yek li dijî fiqreyên 5-7 û 8’emîn ên xala 59’emîn ên Qanûna Înfazê ku qedexeya hevdîtina parêzeran sererast dike ye. Divê ev yek jî wisa were zanîn. Qanûnê dikin hincet lê weke me got qedexeyên parêzer û malbatê ecêbiya hiqûqî ye.”
 
‘LI ÎMRALIYÊ ÎŞKENCE TÊ PÊKANÎN’
 
Tum, qala serlêdana xwe ya li baroyan kir û anî ziman ku baro saziyên hiqûqî yên ku serdestiya hiqûqê û mafên mirovan diparêzin, parêzeran diparêzin û armancên wan ên hevkar pêk tîninin. Tum, bi lêv kir ku ji ber qanûna parêzeriyê ji bo bi cih anîna hiqûqê wan serî li baroyan dane û bi bîr xist ku Baroya Rihayê serlêdana wan ber çav girtî ye û serî li Wezareta Dadê û TBB’ê daye. Tum, bang li Wezareta Dadê, TBB’ê û li hemû baroyan kir û wiha got: “Li Girtîgeha Îmraliyê maf û azadiya bingehîn ên girtiyan tune tên hesibandin û bi rengekî aşkere îşkence tê kirin. Em li dijî vê îşkenceyê hemû raya giştî ya demokratîk vedixwînin ku deng derxînin.”
 
‘BILA TBB BIKEVE NAV LIV Û TEVGERÊ’ 
 
Tum, diyar kir ku daxwaza wan ew e ku TBB serlêdana baroyê binirxîne û gavekê biavêje ye û wiha berdewam kir: “Em weke parêzer niha nikarin xebatên xwe yên pîşeya xwe pêk bînin. Yekitî ji bo parastina mafên parêzeran heye. Em li bendê ne ku ji bo mafên me bên parastin û bi muwekîlê me re hevdîtin pêk were gavên pêwîst bên avêtin.” 
 
Tum, bal kişand ku Abdullah Ocalan ne girtiyekî ji rêzê ye û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Destpêkirina hevdîtinên bi Birêz Ocalan re wê vê hawira kaotîk a li Tirkiyeyê sivik bike. Polîtîkayên azadîxwaz hatin terikandin û polîtîkayên 'ewlekariyê' hatin meşandin. Ew polîtîkayên 'ewlekariyê' dikarin bên terikandin û polîtîkayên azadîparêz dikarin ji nû ve bên meşandin. Bi vî awayî wê li Tirkiyeyê rê li ber maf û azadiyên bingehîn bê vekirin. Hevdîtina bi Ocalan re wê bibe wesîleyê rehetbûna atmosfera siyasî ya li Tirkiyeyê. Ocalan girtiyekî ji rêzê nîne û bi qasî mehkûman xwedî gelek maf û azadiyan e. Em daxwaza bicihanîna van maf û azadiyan dikin.”
 
MA / Mujdat Can
 
 

Sernavên din

29/01/2023
19:43 Hevberdevkên HDK’ê: Têkoşîna Rêya Sêyemîn êdî bivê nevê ye
17:08 Li Colemêrgê Şêx Ubeydûllah Nehrî hate bibîranîn
16:43 Atolyeya Wêjeyê bi dawî bû
16:36 Amedsporê li sehaya xwe Şanliurfaspor 1-0 têk bir
15:42 Li Zelandaya Nû lehî rabû: 4 kes mirin
15:01 Rejîma Îranê du sal cezayê hefsê da rojnameger Merûfyan
14:53 Hêzên paramîlîter li Efrînê welatiyek revandin
14:47 Talîban ezmûnên zanîngehê li jinan qedexe kir
14:41 Hevserokê Tevgera Azadî Ebdula hate berdan
12:40 Di erdeheja li Xoyê de bi sedan kes birîndar bûn
11:49 Li Şengalê li dijî tora sîxûran operasyon: Hevkariya MÎT û PDK’ê
11:27 Nobeta Malbata Şenyaşar di roja 692'yan de didome
11:16 Foza Yûsif: Tirkiyeyê li hinek herêman DAIŞ çalak kir
10:57 Koma Ma dê ji bo piştevaniya bi HDP’ê re bistre
10:55 Lijneya Giştî ya HDK’ê: Mirovahiya mezin li rêya xwe digere
10:25 Abdullah Ocalan: Em ê mîna berê nejîn
09:25 Rojnameger Rojîn Altay hate binçavkirin
09:24 Li şûna komirê kevir li xelkê Şirnexê hatin belavkirin!
09:04 Fatûreyên sala nû hatin: Me gaz dît biha bû, me petrol dît biha bû
09:03 Serhed bi hesrata berfê ye: Hişkesalî herêmê diqilqilîne
09:02 Ev aş ne bi pereyan, bi kunciyan digere
09:01 Canpolat ê ku gelek karker ji kar derxistibûn cardin tayînî şaredariyê hat kirin
09:00 ROJEVA 29'Ê ÇILEYA 2022'YAN
28/01/2023
21:00 Li Amedê konsera Kasim Taşdogan
20:54 Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê: Divê pergala Îmraliyê bê fesixkirin
18:29 Konferansa Jinan a HDK'ê: Dê sedsala 21'ê bibe sedsala jinê
17:08 HDP li Êlihê bi rêxistinên sivîl re civiya
16:56 Ok ê 74 salî hate girtin
16:48 Delegasyona Navneteweyî: Girava Îmraliyê wek model tê bikaranîn
16:30 Li Colemêrgê bertek hate nîşandan: Girtina Karaman nayê qebûlkirin
16:19 Panela tecrîd, jin û polîtîkayên şerê taybet: Tecrîd wê bi serkeftinê bi dawî bibe
16:08 Rûniştina F: Bila girtiyên nexweş Firat û Emrah Nebîoglû bên berdan
15:53 Ji bo Sevmîş ê bi nexweşiya Wilson ketiye banga berdana lezgîn
15:45 Bi awayekî girseyî serdana şîna Avci kirin
15:41 ‘Rêya aştî û edaletê di Roboskiyê re derbas dibe’
15:41 ÎHD’ê aqûbeta Taniş û Denîz ên HADEP’î pirsî
15:17 Birîndarek qezaya TIR’ê ya Dêrikê wefat kir
15:17 Demîr: Ji bo hilbijartinan kirdeya herî giring jin in
Bûldan: Em xwe amade bikin ku di 14'ê gulanê de têkoşîna jinê serbikeve
15:00 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Şayik û Tayboga pirsîn
14:53 Weşanxaneya Aramê 10 pirtûkên nû çap kirin
14:12 Xizmên windakiriyan aqûbeta Taniş, Denîz û Maltû pirsîn
13:28 Bîrol a HDP'î: Li dijî ferzkirina sîxurtiyê em ê serî netewînin
13:18 Şanoger piştgiriyê didin kampanya ‘Gelê me xezîneya me ye’
13:15 Ji aktîvîstên Rojhilat û Îranê banga çalakiyan: Em derkevin qadan
11:35 Lêgerîna tazî ya li dijî rojnamevanên jin hat redkirin
11:28 Malbata Şenyaşar: Daxwaza me daxwaza milyonan e
10:21 Fermandarê QSD'ê Çekjîn: Di navbera DAIŞ'ê û dewleta Tirk de koordîneyeke eşkere heye
10:17 ‘Biryara hilbijartina pêşwext a desthilatê nîşaneya ku ji ciwanan ditirse ye’
10:16 Akin Bîrdal: Tifaqa Ked û Azadiyê ji bo siberojek ronahî fersend e
09:18 Dozger fezlekeya polîsan bi îdianameyê ve zeliqandiye
09:12 Gilî û gazinên Amedê yên ji bo otobusan: Qeyûm xizmetê nake
09:11 Li Şirnexê Midûriyeta Perwerdehiyê 3 dersên hilbijartî li xwendekaran ferz dike
09:09 Hêzên li pişt komploya li dijî Ocalan
09:02 Delîlên der barê rojnamevan Verîm de tenê rojnamevaniya wî ye
09:02 Serlêdana girtiyê ku 2 saetan îşkence lê hat kirin hat redkirin
09:00 ROJEVA 28'Ê ÇILEYA 2022'YAN
27/01/2023
21:12 Cenazeyê endama YJA-STAR’ê Kûtlak jî radestî malbatê kirin
20:04 Parêzerê kiryar xwest qetilkirina Alturkê rewa bike!
18:43 Li Stenbolê sê jê zarok 4 kes bi awayekî mirî hatin dîtin
18:38 Polîsekî ji malbata xwe 3 kes kuştin
18:01 Serdanên Delegasyona Navneteweyî yên li Amedê bi dawî bûn
15:56 Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê çû serdana TBB û ÇHD’ê
15:45 Şandeyeke ji Iraqê ji bo pirsgirêka avê dê were Tirkiyeyê
15:40 HDP’a Colemêrgê: Gelê me dê alaya serkeftinê li ba bike
15:15 Di kongreya OHD’ê de berteka li dijî tecrîdê
14:58 Şandeya HDP’ê çû serdana Demîrtaş
14:30 Sûdanî bi Macrona re hevdîtin kir
14:22 Hevserokê Tevgera Azadî hate binçavkirin
14:16 Li dijî Balyozxaneya Azerbaycanê ya Tehranê êrişa çekdarî
14:10 Serhildanên gel ên li Îranê di roja 132’yemîn de ne
13:55 Lîstikvana Îranî mîhrîcana fîlman a li Tehranê boykot kir
13:36 Hevdîtinên Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê didomin
13:21 Derheqê Emîne Şenyaşar de 2 dozên nû hatin vekirin
12:58 Ji Delegasyonê banga bo Tirkiyeyê: Li Îmraliyê bila serweriya hiqûqê pêk were
12:56 Li Amedê ji bo nan zem hate kirin
12:55 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:01 Bi vegotina Abdullah Ocalan komploya navneteweyî
11:04 Nobeta Edaletê di roja 27’emîn de ye: Têkoşîna demokratîk wê bidome
10:19 Mihemedê Efrînî wê li NY'yê giliyê dewleta tirk bike
09:47 Malbatên girtiyên nexweş: Biryara Erdogan durûtî ye
09:02 Berê bê berdan înfaza wî şewitandin: Bi hiqûqa neyartiyê nêzî kurdan dibin
09:02 Lijneya Giştî ya 12'an a HDK'ê: Em ê birêxistinbûyînê mezintir bibin
09:02 Konferansa Komara Demokratîk: Pergaleke din pêkan e
09:01 Dewletê gef li şêniyan xwar: An hûn daran bibirin an jî em ê bi cerdevanan bidin birîn
09:01 Hê jî der barê polîsên ku îşkence li welatiyekî kirin îdianame nehatiye amadekirin
09:00 Tê xwestin ku 15 sal ceza li Hevserokê Giştî yê DBP'ê Bayindir bê birîn
09:00 ROJEVA 27'Ê ÇILEYA 2022'YAN
26/01/2023
23:04 Li Îzmîrê eleqeyeke mezin ji bo konsera Ma Musicê
19:18 Delegasyona Navneteweyî: Têkoşîna gelê kurd têkoşîna demokrasî û mafên mirovan e
17:29 Barzanî û Erdogan li Qesrê li hev kom bûn
17:02 Rêxistina HDP’a Erdexanê kongreya xwe li dar xist
16:58 HDP’ê kampanyaya ‘Xezîneya me gelê me ye’ da destpêkirin
16:30 Delegasyona Navnetewî ya li Dijî Tecrîdê serdana ÎHD’ê û HDP’ê kir
16:19 Di 25’ê çileyê de 14 caran çekên kîmyewî hatin bikaranîn
16:13 Alîkariya ewil a ji bo kampanyaya ‘Xizîneya me gelê me ye’: Ji xwendekar ewqas
15:28 Serhildana gel di roja 131’emîn de ye: Li dijî darvekirinan çalakî
15:23 Dayikên Aştiyê: Divê tavilê tecrîd were rakirin
14:57 Amedspor ji bo forvetê Yasîn Abdîoglû transfer kir
14:53 Derbarê serokên 12 baroyên bakurê Kurdistanê de lêpirsîn hat destpêkirin
14:31 Delegasyona Navneteweyî serdanên xwe didomîne