Li ber KE'yê çalakiya li dijî tecrîda li Îmraliyê

  • rojane
  • 18:07 23 Çile 2023
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Kurdên li Strasboûrgê li dijî tecrîda Îmraliyê hatin ba hev û dest bi çalakiyek ku wê 3 rojan bidome, kirin.
 
Li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, kurd û dostên wan li ber avahiya Parlamentoya Konseya Ewropayê (KE) ya li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê, çalakiyek ku wê 3 rojan bidome dan destpêkirin. Li ser banga KCDK-E’yê çalakger li ber avahiya parlamentoyê hatin ba hev û li vir bi berzkirina dirûşmeyan tecrîdê protesto kirin. Çalakgeran daxuyaniyek dan çapemeniyê û destnîşan kirin ku wê têkoşînê geş bikin.
 
Gelek nûnerên saziyan tevlî daxuyaniya çapemeniyê bûn. Destpêkê Hevseroka KCDK-E’yê Yuksel Koç axivî û wiha got: “Me ji bo Rêber Apo li vir çalakiyek 3 rojî da destpêkirin. Em nizanin ku CPT bi Rêbertî re hevdîtin kiriye yan nekiriye. Heta ku Rêber Apo bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê neke, wê çalakiyên me dewam bikin.”
 
Li ser navê Platforma Azadî Ji Bo Ocalan, Parêzer Omer Guneş axaftinek kir û got ku divê saziyên Ewropa, CPT, DMME, KE û NY ji bo rakirina vê tecrîdê, rolê xwe bilîzin.
 
Aktîvîsta TJK-E’yê Helen Dersimê jî diyar kir ku ew jinên kurd şopdarê paradîgmaya Abdullah Ocalan in û ji bo azadiya wî, wê dest ji têkoşînê bernedin û wiha got: “Li cîhanê ne tenê kurd, ji netewên din jî bi milyonan mirov Rêber Apo weke Rêberê xwe dibînin. Heta mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Serok Apo, em ê têkoşîna xwe geştir bikin.”
 
‘XWEDÎ LI ERKÊ XWE DERBIKEVIN’
 
Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs jî bang li KE û CPT’yê kir û wiha got: “Ev 22 meh in agahî ji birêz Ocalan nayê girtin. Tu peywendiyên bi malbat û parêzeran re nîne. Ev bi serê xwe êşkenceyek e. Tecrîda mûtlaq li dijî qanûn Tirkiyeyê û hiqûqa navneteweyî ye. Em ê tecrîda li ser birêz Ocalan bi tu awayî qebûl nekin. Divê saziyên Ewropayê xwedî li erkên xwe derbikevin. Ji bo bidawîkirina tecrîdê, divê zextê li Tirkiyeyê bikin.”
 
Ji HDP’ê Nûrsel Aydogan jî ev tişt diyar kirin: “CPT bi salan e diçe Îmraliyê, lê ji bo sererastkirina şert û mercan tiştekê nake. Em bang li CPT’ê dikin ku erk û berpirsyariyên xwe bi cih bîne.”
 
Endamê KNK’ê Dr. Kamûran Berwarî jî qala girîngiya Abdullah Ocalan a ji bo kurdan kir û xwest ku tecrîd bi dawî bibe.
 
Li ser navê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê (ADGB) jî Mehmet Cengîz anî ziman ku heta Abdullah Ocalan digihije azadiya xwe, em li vir in û em ê bi gelê kurd re têkoşîna xwe bidomînin.
 
Şaredarê berê yê Sêrtê Selîm Sadak jî bi bîr xist ku ji bo rakirina tecrîdê, di van demên dawîn de du kesan bedena xwe da ber agir û got: “Kurd ne tenê bi dawîbûna tecrîdê dixwazin, azadiya birêz Ocalan jî dixwazin. Divê tecrîd demildest bi dawî bibe.”
 
Çalakiya li ber KE’yê di roja 2’emîn de, wê federasyonên FED-GEL û FCDK-KAWA dewr bigrin.

Sernavên din

27/01/2023
15:45 Şandeyeke ji Iraqê ji bo pirsgirêka avê dê were Tirkiyeyê
15:40 HDP’a Colemêrgê: Gelê me dê alaya serkeftinê li ba bike
15:15 Di kongreya OHD’ê de berteka li dijî tecrîdê
14:58 Şandeya HDP’ê çû serdana Demîrtaş
14:30 Sûdanî bi Macrona re hevdîtin kir
14:22 Hevserokê Tevgera Azadî hate binçavkirin
14:16 Li dijî Balyozxaneya Azerbaycanê ya Tehranê êrişa çekdarî
14:10 Serhildanên gel ên li Îranê di roja 132’yemîn de ne
13:55 Lîstikvana Îranî mîhrîcana fîlman a li Tehranê boykot kir
13:36 Hevdîtinên Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê didomin
13:21 Derheqê Emîne Şenyaşar de 2 dozên nû hatin vekirin
12:58 Ji Delegasyonê banga bo Tirkiyeyê: Li Îmraliyê bila serweriya hiqûqê pêk were
12:56 Li Amedê ji bo nan zem hate kirin
12:55 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:01 Bi vegotina Abdullah Ocalan komploya navneteweyî
11:04 Nobeta Edaletê di roja 27’emîn de ye: Têkoşîna demokratîk wê bidome
10:19 Mihemedê Efrînî wê li NY'yê giliyê dewleta tirk bike
09:47 Malbatên girtiyên nexweş: Biryara Erdogan durûtî ye
09:02 Berê bê berdan înfaza wî şewitandin: Bi hiqûqa neyartiyê nêzî kurdan dibin
09:02 Lijneya Giştî ya 12'an a HDK'ê: Em ê birêxistinbûyînê mezintir bibin
09:02 Konferansa Komara Demokratîk: Pergaleke din pêkan e
09:01 Dewletê gef li şêniyan xwar: An hûn daran bibirin an jî em ê bi cerdevanan bidin birîn
09:01 Hê jî der barê polîsên ku îşkence li welatiyekî kirin îdianame nehatiye amadekirin
09:00 Tê xwestin ku 15 sal ceza li Hevserokê Giştî yê DBP'ê Bayindir bê birîn
09:00 ROJEVA 27'Ê ÇILEYA 2022'YAN
26/01/2023
23:04 Li Îzmîrê eleqeyeke mezin ji bo konsera Ma Musicê
19:18 Delegasyona Navneteweyî: Têkoşîna gelê kurd têkoşîna demokrasî û mafên mirovan e
17:29 Barzanî û Erdogan li Qesrê li hev kom bûn
17:02 Rêxistina HDP’a Erdexanê kongreya xwe li dar xist
16:58 HDP’ê kampanyaya ‘Xezîneya me gelê me ye’ da destpêkirin
16:30 Delegasyona Navnetewî ya li Dijî Tecrîdê serdana ÎHD’ê û HDP’ê kir
16:19 Di 25’ê çileyê de 14 caran çekên kîmyewî hatin bikaranîn
16:13 Alîkariya ewil a ji bo kampanyaya ‘Xizîneya me gelê me ye’: Ji xwendekar ewqas
15:28 Serhildana gel di roja 131’emîn de ye: Li dijî darvekirinan çalakî
15:23 Dayikên Aştiyê: Divê tavilê tecrîd were rakirin
14:57 Amedspor ji bo forvetê Yasîn Abdîoglû transfer kir
14:53 Derbarê serokên 12 baroyên bakurê Kurdistanê de lêpirsîn hat destpêkirin
14:31 Delegasyona Navneteweyî serdanên xwe didomîne
14:28 Dozger xwest Osman Şiban ê ji helîkopterê hatibû avêtin bê cezakirin
14:13 Kujerê Pakistan Demir dîsa neanîn danişînê
14:02 Xelkê herêmê naxwaze li Çemê Sarimê HES were çêkirin
13:49 Alîkariya xizîneyê ya HDP’ê di 5 rojan de çawa hate xespkirin?
13:47 Cenazeyên 3 endamên YJA-Starê hatin wergirtin
13:33 Delegasyona Navnetewî ya li Dijî Tecrîdê bi siyasetmedaran re civiya
13:07 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:04 Hevaşaredarên jin çûn serdana Emîne Şenyaşar
12:53 Di doza leşkeran de piştî 12 salan biryara keşfê hate dayîn
12:37 Hevşaredarê Colemêrgê Karaman ê ceza lê hat birîn, hat girtin
12:27 Bang li Wezareta Dadê kirin ku li dijî tecrîdê peywîra xwe pêk bîne
11:47 Meclisa Ciwanan a HDP’ê: Em ê faşîzma AKP’ê têk bibin û welatek azad ava bikin
11:44 KODAR: Divê têkoşîn ji bo Îran a demokratîk û Kurdistaneke xweser an jî federe pêş bikeve
11:41 AYM’ê daxwaza HDP’ê qebûl nekir
11:17 ‘Astengiya li ber berdana girtiyên nexweş Qanûna Înfazê ye’
11:03 Kekê parlamenterê MHP’ê yê berê û hevjîna xwe li malê mirî hatin dîtin
10:56 Koçyîgît: Îktîdar hewl dide tevahiya Tirkiyeyê veguherîne Girava Îmraliyê
10:27 Israra talankirina Çemê Zorava dewam dike
10:16 Li dijî tecrîdê bajar bi bajar di çalakiya greva birçîbûnê de ne
10:16 Abdullah Ocalan: Komara demokratîk nifteya çareserkirina hemû pirsgirêkan e
09:47 'Giştîname rê li ber rûxandinên Qanûna Înfazê nagire’
09:08 Rojnameger Kawe Fatehî: Divê kurd ji her derê piştgiriya serhildana Rojhilat bikin
09:04 Banga ji bo Konferansa Jinan ya HDK'ê: Em li dor 'jin jiyan azadiyê' kom bibin
09:03 Ji ber ku pere ji girtî re şand der barê wî de doz hat vekirin
09:02 Deriyê sînor heye, lê bazirganî tune ye
09:01 Keleha berxwedana jinan: Em ê dest ji Kobanê bernedin
09:00 ROJEVA 26'Ê ÇILEYA 2022'YAN
25/01/2023
20:40 Çalakiya ‘Azadî Ji Bo Abdullah Ocalan’ di meha 25’emîn de ye
18:36 Delegasyona Navneteweyî hevdîtin bi ÎHD û Baroya Stenbolê re kir
16:55 Pêkhateyên jinan ên Tifaqa Ked û Azadiyê hatin ba hev
16:10 Ji Baroya Agiriyê rapora Girtîgeha Panosê: Di odeya singêr de îşkence
15:57 Ji OHD, ÇHD û ÎHD’ê ‘Rapora binpêkirina mafê çalakiya li dijî tecrîdê’
15:30 Taniş û Denîz hatin bibîranîn
15:27 Baroya Wanê: Qedexekirina çalakî û xwepêşandana li dijî makeqanûnê ye
15:19 Dozger ji bo alîkariya xezîneya HDP’ê qut bibe, şahidê veşarî ku lê digeriya dît!
15:05 Delegasyona Li Dijî Tecrîdê serdana TTB’ê û TÎHV’ê kir
14:54 Têkildarî mirina bi guman a Muhbet C. biryara nepeniyê hate dayîn
14:51 Derbarê Yenî Yaşamê de lêpirsîn hat destpêkirin
14:48 Delegasyona Navneteweyî bi malbatên girtiyên li Îmraliyê re hevdîtin kir
14:27 Amadekariyên 12’emîn Lijneya Giştî ya HDK’ê xelas bûn
14:04 Doza Fîrdevs Babat: Dadgehê daxwaza faîl a veguhestina dozê hewaleyî Wezareta Dadê kir
13:40 Bernameya Konferansa Komara Demokratîk diyar bû
13:31 Çalakiya li ber Konseya Ewropayê berdewam dikin
13:15 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 688’an de didome
13:07 Şandeya navneteweyî serdana parêzerên Abdullah Ocalan kir
12:53 Li Erxeniyê komkujiya sewalan
11:52 Nobeta Edaletê: Çima li Îmraliyê hiqûqa şexsî di meriyetê de ye?
11:48 Doza rojnamevan Ayşegul Dogan hat taloqkirin
11:22 Agahînegirtina ji Îmraliyê 22 meh li pey xwe hişt
11:05 Komploya 15'ê Sibatê: Dê ji 2 baskan ber bi Gemlîkê ve meş bê lidarxistin
10:47 Li Egeyê tundiya zilam: Jinek hat qetilkirin
10:04 Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê li Tirkiyeyê ye
09:53 ‘Kobanê qibleya me ye, divê em ji hemû êrişan biparêzin’
09:52 AYM dê sibê têkildarî daxwaza HDP’ê bicive
09:32 ‘Tecrîd bêhiqûqîtî ye, Ocalan mifteya aştiyê ye'
09:24 Kobanêya hilweşiyayî ji nû ve hat avakirin
09:03 Mamosteya MED-DER'ê: Armanc ne jidil e ku encam jî jidil be
09:00 ROJEVA 25'Ê ÇILEYA 2022'YAN
24/01/2023
22:18 Li Colemêrgê mirineke bi guman
22:15 Çalakiya ji bo azadiya Abdullah Ocalan a li ber Konseya Ewropayê didome
21:34 Tifaqa Ked û Azadiyê dê bi namzetê hevpar beşdarî hilbijartinê bibe
17:55 Dozger ji 'rawestandina' xizmên girtiyan re ceza xwest