STENBOL – Malbatan diyar kirin ku li Girtîgeha Xarpêt a Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an 13 girtî nêzî mehekê ye di qawîşa yek kesî de tên hiştin û fikarên xwe anîn ziman.
Malbatan diyar kirin ku li Girtîgeha Xarpêt a Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an 13 girtî nêzî mehekê ye di qawîşa yek kesî de tên hiştin. Mafê girtiyan ên pirtûk, name û hevdîtinê tên desteser kirin û bi binpêkirinên mafan re rû bi rû dimînin. Girtiyan bi alîkariya malbatên xwe serî li ÎHD û TÎHV’ê dan. Malbatan xwestin binpêkirina mafan ên ku her roj zêde dibin bi dawî bibin û gotin ku ew ji jiyana girtiyan bi guman in.
'MEHEK E JI HEV AGAHÎ NAGIRIN’
Yek ji van girtiyan jî Nurullah Dogan ê ku 17 sal ceza lê hatiye birîn 4 sal e di girtîgehê de ye û beriya çend mehan ji Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê sewqî Xarpêtê kirine ye. Birayê Dogan, Bahattîn Dogan wiha got: “Piştî mehekê min bi birayê xwe re hevdîtina girtî kir. 13 girtî û hikûmxwar nêzî mehekê ye heya wan ji hev tune ye. Ji qawîşan asayî wan hildane û wan kirine qawîşa yek kesî. Bila rêveberiya girtîgehê ku zextên xwe zêde kiriye demildest dev ji van pêkanînên xwe berde. Rewşa girtiyan me dixe nav gumanan.”
‘HEMÛ MAF TÊN DESTESERKIRIN’
Dogan da zanîn ku hemû pêdiviyên wan rojane û heftane tên desteserkirin û ji ber birayê wî Nurullah nameyek şandiya Girtîgeha Tekîrdagê cezayê dîsîplînê yê 20 rojan lê hatiye birîn. Dogan anî ziman ku wan têkildarî binpêkirina mafê girtiyan wek malbatan serî li ÎHD û TÎHV’ê dane û pêvajoya girtî tê de derbas dibin dişopînin.