Li girtîgehên Behra Reş û Dumluyê mafên tenduristî û ewlehiyê tên binpêkirin

  • rojane
  • 15:54 23 Çile 2023
  • |
img
WAN - Navenda Mafên Mirovan a Baroya Wanê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên li girtîgehên Dumlu û Behra Reş eşkere kir. Navendê da zanîn ku mafên tenduristî, ewlehî, ragihandin û azadiyê yên girtiyan tên binpêkirin. 
 
Navenda Mafên Mirovan a Baroya Wanê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên li Girtîgeha Dumlu ya Erziromê û girtîgehên Herêma Behra Reş eşkere kir. Rapor, li Eywana Konferansan a Tahir Elçî ya Baroya Wanê bi daxuyaniyekê hate eşkerekirin. Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), TUHAYDER a Wanê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî di daxuyaniyê de amade bûn. 
 
Daxuyanî ji hêla parêzerê Navenda Mafên Mirovan Fettah Keleş ve hate xwendin. 
 
Keleş, da zanîn ku piştî serlêdanên girtiyan û malbatên wan çûne serdana girtîgehên Herêma Behra Reş û Girtîgeha Dumlu ya Erziromê û ev agahî parve kir: “Rapora me encama hevdîtinên bi girtiyan re ne. Armanca me ya ji raporê ew e ku binpêkirinên li girtîgehan qeyd bikin û ji bo bidawîkirina vê rewşê rayedaran bixin nava liv û tevgerê. Di çarçoveya xebatên amadekirina raporê de em çûn serdana Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê, Girtîgeha Tîpa L a Espiye ya Gîresûnê, Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzuyê, Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Dumlu ya Erziromê û Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Dumlu ya Erziromê.” 
 
GIRTÎGEHA TÎPA T A BAFRAYÊ
 
Bi domdarî Keleş bal kişand ser binpêkirinên li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê û wiha got: “Girtiyan da zanîn ku ji ber lêgerîna nava dev qebûl nekirine, sewqî nexweşxaneyan nayên kirin. Lewma hinek girtiyên nexweş ev nêzî 2 sal in nabin nexweşxaneyê. Êdî hatiye asteke wisa ku talûkeye mezin li ser tenduristiya girtiyên nexweş çêbûye û rewşa hinek girtiyan gelek giran e. Rêveberiya girtîgehê 3 meh berê lêgerîn kir û bi hinceta weke ‘li ser navê pirtûk û lênûskê nav tune ne’ ev pirtûk û lûnûsk li girtiyan nehatin vegerandin. Lêgerîn ji armanca xwe dûr tên kirin û her carê ode tên belavekirin, nameyên bi kurdî û rojnameyên muxalîf nayên dayîn, çalakiyên weke qurs, atolye, werzîş û hwd. hatine qedexekirin û fiyetên li qentînê biha ne.”
 
GIRTÎGEHA ESPIYEYÊ
 
Di berdewamê de Keleş bal kişand ser binpêkirinên li Girtîgeha Tîpa L a Espiye ya Gîresûnê û wiha domand: “Heman binpêkirin li vê girtîgehê jî hene. Her wiha Lijneya Çavdêriyê ya Rêveberiya Girtîgehê bi awayekî keyfî û derhiqûqî berdanên bi şertê kontrola edlî yên girtiyan taloq dike. Ji ber binpêkirinên li Girtîgeha Espiyeyê, ev nêzî 2 meh in girtî çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a ji bo 10 rojan li dar dixin.”
 
GIRTÎGEHA BEŞÎKDUZUYÊ
 
Keleş, bi domdarî got ku çalakiyên civakî yên li Girtîgeha Tîpa T a Beşîkduzu ya Trabzonê bi temamî hatine qedexekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di ketin û derketina girtîgehê de lêgerîna tazî li girtiyan tê ferzkirin. Daxwaznameyên ku girtî ji bo wezaretê dişînin ji hêla rêveberiya girtîgehê ve tên desteserkirin. Girtiyên diçin nexweşxaneyê bi awayekî kelemçekirî tên tedawîkirin. Ji ber binpêkirinan, girtî ji meha tîrmehê heta niha ji bo 5 rojan çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger li dar dixin.” 
 
GIRTÎGEHA DUMLUYÊ 
 
Têkildarî binpêkirinên li Girtîgehên Hejmar 1 û Hejmar 2 yên Dumlu ya Erziromê jî Keleş ev agahî dan: “Hikûmxwarên ku cezayê muebbetê lê hatiye birîn û girtî di hucreyên yekkesî de tên ragirtin. Girtî rojê tenê dikarin saetekê derkevin hewşê. Pacên odeyên ku girtî lê tên ragirtin bi têlan hatine girtin. Ji ber van têlan girtî nikarin hewayê paqij bigirin û ji tavê sûd bigirin. Statûya girtîgehê ne weke mesken lê ticaretxane nîşan dane lewma fatûreyên ceyranê pir zêde tên. Nameyên di nava girtîgehê de bi mehan piştre tên dayîn. Bi hinceta ku girtiyan ji bo bidawîkirina binpêkirinan li Girtîgeha Hejmar 1 a Dumluyê dest bi greva birçîbûnê kirin û ji bo rakirina têlên li ber baceyan dirûşm berz kirine, li 7 kesan ji bo 2 mehan 7 caran cezayê disiplînê yê agahînegirtinê hatiye birîn.”
 
Keleş, destnîşan kir ku li girtîgehên navborî bipêkirinên weke îşkenceyê û mafên tenduristî, tedawî, ewlehî, ragihandin, azadiya xweîfadekirinê tespît kirine û xwest ku ev binpêkirin tavilê bi dawî bibin. 
 

Sernavên din

29/01/2023
22:41 Li Şêrawa mayîn teqiya: Zarokekî jiyana xwe ji dest da
21:09 Sancar: Dara HDP’ê wê Komara Demokratîk ava bike
19:43 Hevberdevkên HDK’ê: Têkoşîna Rêya Sêyemîn êdî bivê nevê ye
17:08 Li Colemêrgê Şêx Ubeydûllah Nehrî hate bibîranîn
16:43 Atolyeya Wêjeyê bi dawî bû
16:36 Amedsporê li sehaya xwe Şanliurfaspor 1-0 têk bir
15:42 Li Zelandaya Nû lehî rabû: 4 kes mirin
15:01 Rejîma Îranê du sal cezayê hefsê da rojnameger Merûfyan
14:53 Hêzên paramîlîter li Efrînê welatiyek revandin
14:47 Talîban ezmûnên zanîngehê li jinan qedexe kir
14:41 Hevserokê Tevgera Azadî Ebdula hate berdan
12:40 Di erdeheja li Xoyê de bi sedan kes birîndar bûn
11:49 Li Şengalê li dijî tora sîxûran operasyon: Hevkariya MÎT û PDK’ê
11:27 Nobeta Malbata Şenyaşar di roja 692'yan de didome
11:16 Foza Yûsif: Tirkiyeyê li hinek herêman DAIŞ çalak kir
10:57 Koma Ma dê ji bo piştevaniya bi HDP’ê re bistre
10:55 Lijneya Giştî ya HDK’ê: Mirovahiya mezin li rêya xwe digere
10:25 Abdullah Ocalan: Em ê mîna berê nejîn
09:25 Rojnameger Rojîn Altay hate binçavkirin
09:24 Li şûna komirê kevir li xelkê Şirnexê hatin belavkirin!
09:04 Fatûreyên sala nû hatin: Me gaz dît biha bû, me petrol dît biha bû
09:03 Serhed bi hesrata berfê ye: Hişkesalî herêmê diqilqilîne
09:02 Ev aş ne bi pereyan, bi kunciyan digere
09:01 Canpolat ê ku gelek karker ji kar derxistibûn cardin tayînî şaredariyê hat kirin
09:00 ROJEVA 29'Ê ÇILEYA 2022'YAN
28/01/2023
21:00 Li Amedê konsera Kasim Taşdogan
20:54 Delegasyona Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê: Divê pergala Îmraliyê bê fesixkirin
18:29 Konferansa Jinan a HDK'ê: Dê sedsala 21'ê bibe sedsala jinê
17:08 HDP li Êlihê bi rêxistinên sivîl re civiya
16:56 Ok ê 74 salî hate girtin
16:48 Delegasyona Navneteweyî: Girava Îmraliyê wek model tê bikaranîn
16:30 Li Colemêrgê bertek hate nîşandan: Girtina Karaman nayê qebûlkirin
16:19 Panela tecrîd, jin û polîtîkayên şerê taybet: Tecrîd wê bi serkeftinê bi dawî bibe
16:08 Rûniştina F: Bila girtiyên nexweş Firat û Emrah Nebîoglû bên berdan
15:53 Ji bo Sevmîş ê bi nexweşiya Wilson ketiye banga berdana lezgîn
15:45 Bi awayekî girseyî serdana şîna Avci kirin
15:41 ‘Rêya aştî û edaletê di Roboskiyê re derbas dibe’
15:41 ÎHD’ê aqûbeta Taniş û Denîz ên HADEP’î pirsî
15:17 Birîndarek qezaya TIR’ê ya Dêrikê wefat kir
15:17 Demîr: Ji bo hilbijartinan kirdeya herî giring jin in
Bûldan: Em xwe amade bikin ku di 14'ê gulanê de têkoşîna jinê serbikeve
15:00 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Şayik û Tayboga pirsîn
14:53 Weşanxaneya Aramê 10 pirtûkên nû çap kirin
14:12 Xizmên windakiriyan aqûbeta Taniş, Denîz û Maltû pirsîn
13:28 Bîrol a HDP'î: Li dijî ferzkirina sîxurtiyê em ê serî netewînin
13:18 Şanoger piştgiriyê didin kampanya ‘Gelê me xezîneya me ye’
13:15 Ji aktîvîstên Rojhilat û Îranê banga çalakiyan: Em derkevin qadan
11:35 Lêgerîna tazî ya li dijî rojnamevanên jin hat redkirin
11:28 Malbata Şenyaşar: Daxwaza me daxwaza milyonan e
10:21 Fermandarê QSD'ê Çekjîn: Di navbera DAIŞ'ê û dewleta Tirk de koordîneyeke eşkere heye
10:17 ‘Biryara hilbijartina pêşwext a desthilatê nîşaneya ku ji ciwanan ditirse ye’
10:16 Akin Bîrdal: Tifaqa Ked û Azadiyê ji bo siberojek ronahî fersend e
09:18 Dozger fezlekeya polîsan bi îdianameyê ve zeliqandiye
09:12 Gilî û gazinên Amedê yên ji bo otobusan: Qeyûm xizmetê nake
09:11 Li Şirnexê Midûriyeta Perwerdehiyê 3 dersên hilbijartî li xwendekaran ferz dike
09:09 Hêzên li pişt komploya li dijî Ocalan
09:02 Delîlên der barê rojnamevan Verîm de tenê rojnamevaniya wî ye
09:02 Serlêdana girtiyê ku 2 saetan îşkence lê hat kirin hat redkirin
09:00 ROJEVA 28'Ê ÇILEYA 2022'YAN
27/01/2023
21:12 Cenazeyê endama YJA-STAR’ê Kûtlak jî radestî malbatê kirin
20:04 Parêzerê kiryar xwest qetilkirina Alturkê rewa bike!
18:43 Li Stenbolê sê jê zarok 4 kes bi awayekî mirî hatin dîtin
18:38 Polîsekî ji malbata xwe 3 kes kuştin
18:01 Serdanên Delegasyona Navneteweyî yên li Amedê bi dawî bûn
15:56 Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê çû serdana TBB û ÇHD’ê
15:45 Şandeyeke ji Iraqê ji bo pirsgirêka avê dê were Tirkiyeyê
15:40 HDP’a Colemêrgê: Gelê me dê alaya serkeftinê li ba bike
15:15 Di kongreya OHD’ê de berteka li dijî tecrîdê
14:58 Şandeya HDP’ê çû serdana Demîrtaş
14:30 Sûdanî bi Macrona re hevdîtin kir
14:22 Hevserokê Tevgera Azadî hate binçavkirin
14:16 Li dijî Balyozxaneya Azerbaycanê ya Tehranê êrişa çekdarî
14:10 Serhildanên gel ên li Îranê di roja 132’yemîn de ne
13:55 Lîstikvana Îranî mîhrîcana fîlman a li Tehranê boykot kir
13:36 Hevdîtinên Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê didomin
13:21 Derheqê Emîne Şenyaşar de 2 dozên nû hatin vekirin
12:58 Ji Delegasyonê banga bo Tirkiyeyê: Li Îmraliyê bila serweriya hiqûqê pêk were
12:56 Li Amedê ji bo nan zem hate kirin
12:55 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:01 Bi vegotina Abdullah Ocalan komploya navneteweyî
11:04 Nobeta Edaletê di roja 27’emîn de ye: Têkoşîna demokratîk wê bidome
10:19 Mihemedê Efrînî wê li NY'yê giliyê dewleta tirk bike
09:47 Malbatên girtiyên nexweş: Biryara Erdogan durûtî ye
09:02 Berê bê berdan înfaza wî şewitandin: Bi hiqûqa neyartiyê nêzî kurdan dibin
09:02 Lijneya Giştî ya 12'an a HDK'ê: Em ê birêxistinbûyînê mezintir bibin
09:02 Konferansa Komara Demokratîk: Pergaleke din pêkan e
09:01 Dewletê gef li şêniyan xwar: An hûn daran bibirin an jî em ê bi cerdevanan bidin birîn
09:01 Hê jî der barê polîsên ku îşkence li welatiyekî kirin îdianame nehatiye amadekirin
09:00 Tê xwestin ku 15 sal ceza li Hevserokê Giştî yê DBP'ê Bayindir bê birîn
09:00 ROJEVA 27'Ê ÇILEYA 2022'YAN
26/01/2023
23:04 Li Îzmîrê eleqeyeke mezin ji bo konsera Ma Musicê
19:18 Delegasyona Navneteweyî: Têkoşîna gelê kurd têkoşîna demokrasî û mafên mirovan e
17:29 Barzanî û Erdogan li Qesrê li hev kom bûn
17:02 Rêxistina HDP’a Erdexanê kongreya xwe li dar xist
16:58 HDP’ê kampanyaya ‘Xezîneya me gelê me ye’ da destpêkirin
16:30 Delegasyona Navnetewî ya li Dijî Tecrîdê serdana ÎHD’ê û HDP’ê kir
16:19 Di 25’ê çileyê de 14 caran çekên kîmyewî hatin bikaranîn
16:13 Alîkariya ewil a ji bo kampanyaya ‘Xizîneya me gelê me ye’: Ji xwendekar ewqas
15:28 Serhildana gel di roja 131’emîn de ye: Li dijî darvekirinan çalakî
15:23 Dayikên Aştiyê: Divê tavilê tecrîd were rakirin
14:57 Amedspor ji bo forvetê Yasîn Abdîoglû transfer kir