ÎZMÎR – Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê û xizmên windayan di çalakiya xwe ya vê hefteyê de li aqûbeta Ahmet Şahîn ê di 18’ê adara 1993’an de li Licêya Amedê di binçavan de hat windakirin pirsîn.
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê û Xizmên Windayan çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” û “Bila girtiyên nexweş bên berdan” di hefteya 426’emîn de li dar xist. Çalakî li be ravahiya Serokwezîriyê ya li Konaka Îzmîrê pêk hat. Rêveberên HDP’ê û nûnerên saziyên civakî yên sivîl jî destek dan çalakiyê. Çalakvanan pankarta “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” û “Ji yek tîpê re na” vekirin. Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Caner Canli daxuyanî da.
Canli erêkirina cezayê 7 sal û nîv a Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn şermezar kir û got ku ev ceza yê serdema ku Gerînendetiya Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê kiriye lê hatiye birîn. Canli anî ziman ku Keskîn tu carî daxuyaniyek tundiyê derbixe nekiriye û êrêkirina vî cezayî di roja serdegirtina Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gun de manîdar e. Canli got ku cezakirina Keskîn tê wateya cezakirina azadiya raman û çapemeniyê û Keskîn ne bi tenê ye.
Canli de dewama axaftina xwe de li aqûbeta Ahmet Şahîn ê di 18’ê adara 1993’an de li navçeya Licê ya Amedê bi binçavkirinê hat windakirin pirsî û got ku 25 sal e parêzvanê mafê mirovan û malbata wî li zelalkirina aqûbeta wî dipirsin. Canli got ku ew ê lêgerîna xwe ya ji bo windayan dewam bikin.
Piştî çalakiya rûniştinê ya 10 deqîqeyan çalakî bi dawî bû.