NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakvanên herêma Germiyan dest bi pêngava boykotkirina malê Tirkiye kirin û gotin ev helwesteke siyasî ya li dijî hewldanên Tirkiye ya dagirkeriya li ser axa wan e.
Li dijî êrîş û polîtîkayên Tirkiye yên li ser axa Efrînê xaka herêma Federal a Kurdistanê, nûnerên rêxistinên civakî li herêma Germiyan çend rojin dest bi pêngava boykotkirina malê Tirkiye kirine. Der barê armanca pêngavê de çalakvanên Germiyan ji ajansa ROJNEWS'ê re axivîn. Yek ji çalakvanên ku tevlî pêngava boykota malên Tirkiye bûye, Şaho Ebdullah bertekên xwe anîn ziman û wiha got: “Dewleta Tirk peywendiyên bazirganî û aborî bi şêweyek ne exlaqî bikar tîne. Vê jî bi armanca sîxorî û zextan bikar tîne. Ji bo berdewamkirina dagirkerî û şerê xwe bi taybetî li ser Kurdistanê dike.”
Şaho Ebdullah wiha lê zêde kir: “Armanca me ya bi vê pêngavê, ji bo gel bikişînine ser hewldana boykotkirina malê Tirkiye û xwedîderketina li civaka xwe. Zextek li ser dewleta Tirk çêbikin. Dema me karî hîn zêdetir giringî bidin ser aboriya xwe ya navxweyî, emê bikarin derfetên kar jî zêdetir bikin. Bibin xwedî hilberîn û berhemên xwe jî. Malê biyanî û dagirkeran jî bi kar neynîn.”
Çalakvanek din ê tevlî pêngava boykota malê Tirkiye bû Aştî Mihemed jî, wiha got; “Dema civakê malê Tirkiye welatên dagirker boykot kir, wê giringiyek hîn zêdetir bide malê xwe yê navxweyî û cilûbergên xwe yên netewî. Ev jî wê bibe piştgiriyek ji bo zindîkirin û parastina çanda civakê. Her wiha helwestek siyasiye li dijî dewleta Tirk ku bi hemû şêweyek hewl dide xak û çanda me dagir bike. Bi taybetî ku niha li Efrînê dagirkerî dimeşîne.”
Aştî Mihemed herî dawi wiha got: “Desthilatên Başûrê Kurdistanê baş dizanin ku ev bazirganî dibe jêderek mezin ji bo dehat û aboriya welatê Tirkiyê. Belê ji ber berjewendiyê kesî û hizbî yên xwe, roj bi roj van peywendiyên bazirganî bihêztir dikin. Ji bo wê jî pêwîste takekesên Kurd, tevahî çalakvan û rêxistinên medenî tevlî vê pêngavê bibin û helwest nîşan bidin.”