SILÊMANÎ - Xwepêşandanên mamosteyan û karmenda di roja 7’emîn de li dijî sîstema paşxistina mûçe û desthilatê berdewam dike.
Li bajarê Silêmanî, bajarokê Kifrî yê Germiyan, navçeya Ranya ya Silêmanî û navçeya Koye ya Hewlêr xwepêşandana mamosta û karmendan carek din destpê kir. Li bajarê Silêmanî xwepêşandana mamosta, karmend û polîsên parêzvanên Dadgeha Silêmanî li ber Dadgeha Silêmanî destpê kir. Di xwepêşandanê de dirûşmeyên ‘Endazyarên talaniyê Barzanî û Talebanî’, ‘Birûxe diz, şirîkê diz’ qêr kirin. Li bajarokê Kifrî yê girêdayî herêma Germiyan li ber Dibistana Qereoglan mamosta û karmend kom bûn û dirûşmeyên ‘Diz, diz desthilat ka dehata welat’, ‘belê ji bo boykot, nexêr ji bo şikandin’ qêr kirin.
Li navçeya Ranya ya girêdayî Silêmaniyê jî xwepêşandanek berfireh heye û di xwepêşandanê de dirûşmeyên ‘diz diz desthilat’, ‘ey hikûmeta qumarcî, te pereyê neftê daye bi çi?’ û dirûşmên dijî sîstema nîvmûçe qêr kirin. Nerazîbûn û xwepêşandana mamosta û karmenda li dijî sîstema paşxistina mûçe û daxwaz dikin ku mûçe dema xwe de were dayîn. Her wiha daxwaza guhertina desthilatê dikin.