Rojnameya Welat: Ji ber zext û nebûna çapxaneyê dê Welat neyê çapkirin

img

AMED - Rojnameya Welat piştî Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gun hat desteserkirin û êdî tu çapxane deriyê xwe li rojnameyê venekirin wê neyê çapkirin. Rojnameya Welat têkildarî rewşê civîna çapemeniyê li dar xist û di civînê de Xwediyê Îmtiyazê yê Welat Zeynel Abidîn Bulut bal kişand êrîşên ser çapameniyê û rojnameya Welat û got: “Ji ber van sedemên zor û zehmet ji îro pêve rojnameya me Welat dê neyê çapkirin û şert û merc çi dibin bila bibin em ê dev ji weşangeriya kurdi bernedin û bidomînin.” 

Rojnameya Welat piştî Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gun hat desteserkirin û êdî tu çapxane deriyê xwe li wan venakin nikare rojnameyê çap bike. Welat ji ber ku çapxaneyan deriyê xwe li wan girtin û rêyên çapê li pêş wan hat girtin li Nûnertiya Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) a Amedê civîna çapameniyê li dar xist. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Sîbel Yigîtalp, Hevserokên HDP’a Amedê Fîlîz Buluttekîn û Mehmet Şerîf Çamci, endamên Kognreya Civaka Demokratîk (KCD), xebatkarên Welat û gelek rojnameger beşdarî civînê bûn. Di civînê de dowîzên “Rojnamegerî Ne Sûc e”, “Bes e”, “Rojnamegerî nayê hepskirin” û “Rastî nayên hepskirin” hildan. 
 
‘EV YEK LI TU DEVERA CÎHANÊ NEHATIYE DÎTIN’ 
 
Di civînê de ewil Nûnerê TGS’ê yê Amedê Mahmut Oral daxuyanî da û wiha got: “Tirkiye her roj bi zext û operasyonek nû şiyar dibe. Di hedefa desthilatdariyê ya ku dixwaze civakê têxe şiklekî medya heye. Herî dawî mînakek ku wisa di demokrasiya cîhanê de nîne, qeyûm tayînî Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gunê kirin. Kargeha Çapxaneyê û rojnameyê hat desteserkirin. Gelek xebatkarên van saziyan hatin binçavkirin. Ev geşedanek ne ji rêzê ye.”
 
Oral bal kişand ser ne çapkirina rojnameya Welat û wiha domand: “Mixabin tu çapxaneyek dê rojnameya Welat a tekane li Tirkiyeyê bi kurdî weşanê dike, bi wêrekî bike nehat dîtin. Ji ber vê yekê rojnameya Welat duh bi awayek fotokopî derket û li xwîneran hat belavkirin. Me vî fîlmî di salên 1990'an de dîtibû. Wê demê jî desthilatdarî rojnameyan qedexe dikir û nedihişt bê belavkirin. Îro jî heman rêbaz li dijî rojnameyan tên bikaranîn û digirin. Li gel van hemû pêkanîn û qedexekirinan jî em ê rastiyê ji gel re ragihînin.” 
 
Piştî Oral, Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Welat Zeynel Abidîn Bulut jî li ser navê xebatkarên Welat daxuaynî xwend. 
 
Daxuyaniya Bulut xwend wiha ye: 
 
BI AWAYEK ŞEDÎD ÇAPEMENIYA YEK TÎP DIXWAZIN 
 
Li Tirkiyeyê zext û pêkutiyên li ser çapemeniyê di tu dema dîrokî de bi qasî vê dema hanê dijwar nebûbûn. Zordestî û sansur ji salên 1990’î jî dijwartir bûye. 
 
Hikûmeta AKP’ê ji roja ku hatiye ser desthilatdariyê û vir ve çapemeniyê ji bo xwe wekî gef dît û bi awayekî şedîd azadiya fikr, raman û hiqûqê bin pê kir. Sazî û dezgehên çapemeniya muxalîf girtin. Hişmendiya tekparêz tim û dayîm ‘çapemeniyeke yektîp û yekdeng’ xwest û ji bo bigihîje vê armanca xwe jî gelek komên weşanên ‘kirîn’ û xist bin destê xwe. Desthilata ku bi vê yekê jî çavtêr nebû bi çavnebarî û zikreşî qeyûm tayînî ser rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gunê kir, bi dehan xebatkarên rojname û çapxaneyê binçavkirin.  Îro li Tirkiyeyê bi dehan rojnameger girtî ne û welat veguheriye zindaneke servekirî. Tehemûla wan ji deng û rengekî cuda re nemaye. Bi taybetî jî çand û zimanê kurdî hedef digirin. 
 
Bi îlankirina OHAL’ê re zimanê kurdî bi awayekî fiîlî hatiye qedexekirin. Di encama polîtîkayên hanê de êdî mirov li kuçe û kolanan jî bi rehetî nikarin bi kurdî biaxivin, heta mirovên li kuçeyan bi vî zimanî stran dibêjin tên binçavkirin. Qeyûmên ku tayînî ser şaredariyan kirin wekî karê destpêkê çi tiştê li ser navê çand û zimanê kurdî hebû ji holê rakirin. Di serdema vê desthilata hanê de bi taybetî jî li dijî weşangeriya kurdî zexteke pir dijwar tê meşandin. Di serdema hikûmetên AKP’ê de gelek caran rojnameyên kurdî hatin girtin, gelek caran doz lê hatin vekirin, bi sedan salan ceza li xebatkarên wê birîn.
 
JI BER ZEXTAN ÇAPXANE ROJNAMEYÊ ÇAP NEKIR
 
Li Tirkiyeyê tekane rojnameya ku bi kurdî weşanê dike rojnameya Welat e û li vî welatî çapxaneyeke nayê dîtin ku rojnameyê çap bike. Piştî ku qeyûm tayînî ser rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê û Çapxaneya Gunê hat kirin, berpirsên çapxaneya ku navenda xwe li Edeneyê ye û bi salan e rojnameyên me çap dikirin, ji saeta çapê re çend deqe mabûn li me geriya û desnîşan kir ku wan biryar girtiye ku êdî rojnameya me çap nekin.  Li gel ku tu astengiyeke hiqûqî ji bo çapnekirinê tune ye jî, xwediyê çapxaneyê diyar kir ku ew nikare rojnameyê çap bike û ev yek ji qaweta wan zêdetir e. Xwediyê çapxaneyê bi xwe aniye ziman ku ji ber zext û gefan biryara çapnekirinê girtiye. 
 
ÇAPXANEYAN JI BER ATMOSFERA TIRSÊ DERÎ LI ME GIRTIN
 
Ji ber rewşa kambax a OHAL’ê û polîtîkayên zext û gefan li gel ku ev du roj e em li çapxaneyan digerin jî, me çapxaneyeke ku rojnameya me çap bike peyde nekir. Li gel ku me bi gelek çapxaneyan re hevdîtin jî pêk anîn lê ji ber atmosfera tirsê hatiye afirandin û ji ber gefan me tu çapxaneyeke ku bikare wêrekiya çapkirina tekane rojnameya kurdî Welat nîşan bide, me nedît. Di vê merhaleya hanê de helbet em ê desthilatdarî û neyartiya wê ya  li hemberî weşanên muxalîf berpirsê vê rewşa  hanê bibînin. Ji bo ku em nikaribin rojameyeke kurdî derbixin çi astengiyên tê hiş û aqilan danîn pêşiya me.  
 
TU DEMÊ GEF KÊM NEBÛN
 
Her roj belavkarên me rastî gefan tên, tên binçavkirin û girtin. Li gel ku biryareke komkirinê tune ye jî bi awayekî kêfî dest datînin ser rojnameyê me û destûrê nadin ku rojnameya Welat biçe gelek bajarên ku kurd lê dijîn. Li noqteyên kotrolê yên polîsan rojnameyên me dadixin û dişewitînin. Gelek caran gef li aboneyên me xwarine ku rojnameyê nestînin. Ji xebatkarên rojnameyê bigire heta bi belavkar, çapxane, xwendekar hemû wekî ku bûne hefef û em di vê serdemê de rastî zextên ku di tu dema dîrokê de em rastî wê nehatibûn tên. 
 
EV ZIMAN TU DEMÊ JI HOLÊ RANABE
 
Di nav van şert û mercan de şert û şirûd nehiştine ku em rojnamegeriyê bikin.  Zimanê kurdî bi berxwedana xwe ya li dijî van zext û pêkutiyan heta îro hatiye. Em jî wekî parazvanên vî zimanê pîroz heta dawiyê em ê xwedî li zar û zimanê xwe derkevin.  Ev ziman ew çend dewlemend e ku nakeve bin destê tu desthilatdarî û ev ziman ew çend berxwedêr e ku bi tu êrîşan ji holê ranabe. 
 
JI BER VAN ZOR Û ZEHMITIYAN DÊ WELAT NEYÊ ÇAPKIRIN 
 
Desthilata ku vî welatî bi rê ve dibe neyartiya xwe ya li dijî çapemeniya muxalîf aniye asteke wisa ku rojnameyeke kurdî ku xîtabê gelê kurd dike çapxaneyeke nabîne ku were çapkirin. Ev rewşa heyî ji bo kesên vî welatî bi rê ve dibin şerm e; çapxaneyeke tune ye ku fikrekî cuda bi zimanekî cuda çap bike û biweşîne. 
 
Ji ber van sedemên zor û zehmet ji îro pêve rojnameya me Welat dê neyê çapkirin û em ê weşangeriya xwe ya kurdî ku di çi şert û mercan de be em ê dev jê bernedin, em ê li ser înternetê bi awayekî berbelavtir û bi bandortir, bidomînin. Li dijî polîtîkayên bêdengkirinê em ê di demeke kurt de jî bi rojnameya xwe ya dîjîtal weşana xwe bidomînin. Em di wê baweriyê de ne ku xwendevanên rojnameya Welat dê di her şert û mercê de xwedî li rojnameya xwe derkevin. Em bang li hemû gelê xwe, li aboneyê xwe, li hemû sazî û dezgehên çapemeniyê yên neteweyî û navneteweyî dikin ku piştgirtiyê bidin me.”
 
YIGÎTALP: EM LI GEL ÇAPEMENIYA AZAD IN 
 
Di civînê de herî dawî Parlamenter Sîbel Yigîtalp jî axivî û êrîşên li ser çapemeniya azad şermezar kir û got ku dê tu demê ne weşangeriya çapemeniya azad û ne jî zimanê kurdî bê qedexekirin. Yigîtalp got ku ew ê bi her awayî piştevaniya çapemeniya azad bikin. 
 
Civîn bi lêdana çepikan bi dawî bû.
 

Sernavên din

01/04/2018
09:00 ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2018'AN
31/03/2018
18:17 Li Dêrsimê leşkerek birîndar bû
17:53 Notirvanê Berfîn G. revand li Amedê hat binçavkirin
16:24 Hevrîn Xelef: Partiya Sûriya Pêşerojê dê çareseriya aloziyê esas bigire
16:22 199 akademîsyenan xwestin xwendekarên Bagazîçiyê bên berdan
16:09 Serokê HAK-PAR’a Amedê ji ber beşdariya Newrozê ji peywîrê îstîfa kir
15:44 Xebatkarên TV10: Tirkiye her dem di rêza yekemîn de ye
15:43 Kaymaz ê nexweşê pençeşêrê berdin
15:29 Endamên KODA: Hamzaoglu berdin
15:01 Li Amedê ‘Komxebata Zarokan’ tê lidarxistin
14:51 KESK: Têkoşîna me dê bidome
14:35 Ji Dayikên Şemiyê peyama Demokrasiyê: Dengê me dê bi her awayî bigêje civakê
14:29 Faîlê Bulmuş hat pirsîn
14:23 25 sal e aqûbeta wî nayê zanîn
13:31 Welatiyên Germiyan: Ez edî malê Tirkiye nakirim
13:23 Xwepêşandanên li Başûr di roja 7'emîn de didomin
13:12 Xelatên Metîn Goktepe diyar bûn: Xelata juriye dan Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê
12:48 Rojnameya Welat: Ji ber zext û nebûna çapxaneyê dê Welat neyê çapkirin
12:33 ÎRA rapora Adarê aşkere kir: Çapemeniya Azad dê rêwîtiya heqîqetê bidomînin
12:07 12 sal cezayê girtîgehê li Hevşaredarê Xîzanê Ugur birîn
11:51 Ên ji Gutaya Rojhilat derxistin, li Efrînê bi cih dikin
11:48 Li Dîwarên Efrînê 'DAIŞ li vir e!' nivîsandin
11:37 ‘Xwîneran: Ozgurlukçu Demokrasî rastiya Efrînê bi wêrekî dinivîsand
11:25 Mezopotamya Sahne bernama xwe ya Nîsanê eşkere kir
10:54 ‘Bêhna zeytûnan ji bajarê me dihat, niha bêhna bombeyan jê tê’
10:44 Qedexeya li Wanê di sala duyemîn de berdewam dike
10:29 'Piştî Êzidî bûn hêz peywira me jî qediya'
10:23 Rewşa penaberên Sûriyeyî yên li Tirkiyeyê dijîn
10:00 Derhênêr Ergul: Her çalakî dê me nêzî rizgariya Heskîf û Sûrê bike
09:33 Turan Gunana her dem çavkaniya moralê ye
09:22 Suryanî: Cejna Akîtûyê ne wekî berê ye
09:21 Welat dengê muxalefetê ye
09:21 Dozger ji dayika konteyner şandin goristanê 15 sal ceza xwest
09:17 Xwendekarên Zanîngeha Ûlûdagê di hedefa êrîşan de ne
09:16 Hevserokê KESK'ê Bozgeyik: Mafê agahiyên objektif ên kedkaran bin pê dike
09:15 Çîçek: 19 salan şûn de komploya navnetewî bi awayekî hîn talûketir tê rojanekirin
09:14 Dayika 78 salî Sîsê ji ber kelepçeyê qebûl nake nayê dermankirin
09:13 Mexdûrên şer bêwar in
09:12 Colemêrgî: Rewşa sewalvaniyê girêdayî serbestiya zozanan e
09:00 ROJEVA 31'Ê ADARA 2018'AN
30/03/2018
22:41 Polîsan avêt ser nûnertiya Ozgurlukçu Demokrasiyêya Amedê
17:58 Serlêdana malbatan dîsa hat redkirin
16:32 Bîlgen: Em bi feraseta makîneyên rojnamegeran desteser dikin re rû bi rû ne
15:59 Li Êlihê tevgera helîkopteran zêde bû
15:49 Xelîl: Em bi Macron re li ser misogeriya navneteweyî ya Efrînê rawestiyan
15:34 ÎHD û TÎHV’ê ji bo Eren Keskîn banga hestiyariyê kirin
15:18 Di dosyeya Elçî de tenê gumanbarek jî tuneye!
14:52 Zext û gefan nehişt rojnameya Welat bê çapkirin!
14:45 Midurê Karê Nivîsan a Ozgurlukçu Demokrasî Îshak Yasul jî hat binçavkirin
14:42 31 kes li Edeneyê hatin binçavkirin
14:39 Rêveberiya Efrînê bang li NY'ê kir: Erka xwe pêk bîne
14:35 Dozger ji girtiyan re got ‘MÎT dikare bi we re hevdîtinê bike û tiştê pêwîst be em ê amade bikin’
14:33 ÎRA dê rapora Adarê ji bo Ozgurlukçu Demokrasî li Stenbolê aşkere bike
13:34 Li fîrmaya ku ji sedî 80’yê karkeran kurd in kurdî qedexe kirin
13:05 Leşkerek li Çiyayê Cûdî birîndar bû
12:58 YDK: Ger Alara bijiya dê bibûya dengê me
12:57 Operasyona tora civakî: Nûçegihana Jinnews Zeyrek binçav kirin
12:11 Gelê Efrînê şandeya Rûsyayê qewirand
12:08 Rêxistina Efoyê: Ji bo xwendekarên Bogazîçî kampanya çalakiyê da destpekirin
11:39 Malbata Ocalan û sê girtiyan serlêdana hevdîtinê kirin
11:38 Îthalata Tirkiye li gorî îxracatê duqat zêde bû
11:13 Li dijî binpêkirinan greva birçîbûnê
10:49 Alerjiya qeyûman a li hember bîrdaran didome
10:34 Daxuyaniyên Saziyên Navneteweyî yên Ozgurlukçu Demokrasî: mafê wan bidin
10:09 Endama Dîwana KCD'ê Guzel û hevserokên HDP'ê yên Sêrtê hatin binçavkirin
09:59 Heyeta Bakurê Sûriyeyê: Karên me yên hevpar dê bi Fransayê re bidomin
09:35 Di serdema AKP'ê de cînayetên kar 7 qat zêde bûn
09:35 Bariş: Fikra ‘operasyona li ser Şengalê’ ji bo hakîmyeta li ser erdnîgariyê ye
09:33 'Halîl Dag Stêrka Bakur a sînemaya kurd e'
09:32 Ozgurlukçu Demokrasî: Wijdan fermanê dide ku em rastiyan binivîsin
09:30 Hîn jî hikûmet nikare biryara bide ku ka DAIŞ rêxistina terorî ye yan na!
09:29 Wekî fîlmê Pardon çêbû: 25 sal şûn de hatin berdan
09:28 Ji ber rengên kesk û sor û zer tevî kurê xwe yê biçûk di nezaretxaneyê de ma!
09:27 Dixwazin vegerin warê xwe
09:26 Hefteyeke trafoyê gund nayê çêkirin
09:26 Kesên li YÎBO’yan xwendin: Bi dehan xwendekar hatin îstismarkirin
09:01 Li Sêrtê 6 cerdevan hatin kuştin 7 kes birîndar bûn
09:00 ROJEVA 30'YÊ ADARA 2018'AN
08:21 Li Îdirê 17 koçber şewitîn û mirin 38 kes jî birîndar bûn
29/03/2018
21:06 Belavkara rojnameyê Fendîk hat berdan
17:23 Serlêdana hevdîtina bi Ocalan hat redkirin
17:16 Roboskiyan: Heya edalet pêk were…
16:31 Belavkara rojnamê Fendîk hat binçavkirin
16:19 Polîsan şeqam li xwendekarekê dan û binçavan kirin
16:08 Hejmara binçavkirina xebatkarên rojname û çapxaneyê zêde bûn
15:48 OSO talan kir lê di wergara tirkî de xistin situyê YPG'ê
15:46 Maşîneya leşkerî rastî êrîşê hat: 6 birîndar
15:24 ÎHD aqûbeta Gulmez ê 7 mehin agahî jê nayê girtin pirsî
15:03 Xizmetkarên tenduristiyê bertek nîşanî îxracan dan
14:28 15 sal ceza li Eren Keskin û Reyhan Çapan birîn
14:27 Rojnameger Polat: Dê neviyên Apê Mûsa ji xwe re riyên nû bibînin
14:12 Dadgehê cezayê pere li parlamentera HDP’ê Beştaş birîn
13:59 Polîsan di ser malê de girt û zarok derp kirin
13:53 Gardiyenan perdeya guhê girtiyê derp kirin teqand
13:25 Li Dêrikê notirvanê taxê jinek revand
13:14 Polîsê bersûcê teqîna mitînga HDP’ê: Piştî teqînê perwerdehiya GBT’ê dan min
13:14 Qeyûmê Nisêbînê bîrdariya Newrozê xera kir
12:26 3 wekîlên HDP'ê hatin darizandin
12:15 Rojên binçavkirina xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî dirêj kirin
11:38 Gelê Êzidî li dijî gefên Erdogan meşiyan