BEDLÎS - Hevşaredarê Xîzana Bedlîsê Îhsan Ugur di doza lê dihat darizandin 12 sal û 4 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.
Hevşaredarê navçeya Xîzana Bedlîsê Îhsan Ugur di çarçoveyê lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê da destpê kirin de, di 14’ê Kanûna 2016’an de hat binçavkirin û di 21’ê Kanûna 2016’an de jî hat girtin. Danişîna doza Ugur di 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Bedlîsê de hat dîtin. Ugur bi SEGBÎ’ê ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê beşdarî danişînê bû û di danişînê de 12 sal û 4 meh cazayê girtîgehê li Ugur hat birîn.
Ugur di danişînê de sûcdariyên li ser xwe qebûl nekirin û got: “Hûn nikarin xebatên siyasî mîna xebatên rêxistinî nîşan bidin û hemû civînên ez tevlî bûm jî di çarçoveya xebatên siyasî debûn.”
Piştî parêzeran jî parastin kirin, şandeya dadgehê bi îdîa û sûcdariya “Propagandeya rêxistinê kirin” û “Endamê rêxistinê” 12 sal û 4 meh cazayê girtîgehê li Ugur birî.