EFRÎN - Piştî OSO ya di bin kontrola Tirkiye de ket nava bajarê Efrînê, li ser dîwarên malan nivîsa “Dewle Îslam El Fi (DAIŞ li vir e)" nivîsandin.
Tirkiye bi hêza TSK û OSO li dijî Efrînê di 20'ê Çile de şer da destpêkirin. Dagirkeriya Tirkiye ya li ser axa Efrînê 71 rojin didome. Piştî TSK û OSO di roja 58'an de ketin nava bajarê Efrînê rastî bajarekî vala hatin. Di roja 60'emîn de OSO li talanên gel xist. Mal û milkên gel talan kirin û peykerê Kawayê Hesinkar ruxandin. Niha jî li ser dîwarên malên navçeyên Efrînê nivîsa “Dewle Îslam El Fi (DAIŞ li vir e)" nivîsandin. Li Gundê Baflorê yê navçeya Cindirise ya Efrînê OSO li ser diwaran bi erebî "Dewle İslam El Fi” (DAIŞ li vir e" nivîsandin.
Lê heta niha her dem Tirkiye OSO diparêze û diyar dike ku tu eleqeya wê û DAIŞ'ê bi hev tune ye.