ÎZMÎR - Xwînerên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî, bertek nîşanî desteserkirina rojnameyê dan û wiha got: “Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî her dem rastiya Efrinê û Kurdistanê bi wêrekî dinivisandin. Lê medya tirk ev rastî ne dinivîsand.
Piştî rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî hat desteserkirin û qeyûm tayinî wê hat kirin, xwînerên rojnameyê bertek nîşanî tayînkirina qeyûmê dan. Di 28'ê Adarê de polîsan bi ser Navenda Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gunde girt û navendên saziyan desteser kirin. 4 rojin Ozgurlukçu Demokrasî û Welat nikarin çap bikin û xwîner 3 rojin nikarin xwe bigînin rojnameyê.
Ali Acar ê 55 salî bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî da û wiha got: "Tayinkirina qeyûmê ya rojnameyê dixwazin hafizaya kurdan tune bikin. Em rojevê bi riya Ozgurlukçu Demokrasî dişopinin. Bi vê yekê xwestin rastiyan ji gelê kurd veşêrin. Ger ku ji niha û şûnde qeyûm vê rojnameyê çap bike jî em dê rojnameyê nexwinin. Em vê rewşê şermezar dikin. Efrin firotin Çeteyên DAIŞ'ê. Me ev rastî ji rojnameya xwe fêr bûn. Em rastî ji rojnameya xwe ya Demokrasiyê fêr bûn. Lê qeyûn nikare rastiyan binivîse.
DIXWAZIN EM JI DEREWAN BAWER BIKIN'
Esnafê firinê Cengiz Aydin ê 30 salî jî diyar kir ku naxwazin kurd rastiyê fêr bibin û wiha got: "Yê vê rojnameyê dixwîne hemû rastiyan fam dike. Lê ger ku rojnameyê nexwîne rastî nayê famkirin. Dixwazin bi girtina rojnameyê derewan belav bikin û dixwazin em ji derewan bawer bikin. Kurt dê tu craan ji derewan bawer nekin. Çima qeyûm tayînî medya tirkan nake û qeyûm tayînî medya me dike. Ji ber ku Demokrasî ji nivîsandina rastiyan natirse. Yên ji rastiyan ditirsin qeyûm tayînî rojnameya Demokrasiyê dikin. Divê gel li dijî van qeyûman têkoşîna xwe ya hevpar xurt bike."
RASTÎ NAYÊN VEŞARTIN
Narinci Acar a 60 salî jî diyar kir ku wê berê her roj rojname dikirî û zarokên wê ji wêre rojname dixwend. Acar, da zanin ku bi xêra Ozgurlukçu demokrasî fêrî rastiyan dibû û wiha got: "Lê çi bikin bila bikin em dê dîsa xwe bigînin rastiyan. Dê tu carî nikaribin rastiyan ji me veşêrin."